Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû

  • rojane
  • 12:10 10 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN -  Yek ji şahidên Komkujiya Gar a Enqereyê Sînan Ok diyar kir ku komkujî ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin lêbelê berpirsyartî li ser milê dewletê bû. 
 
Di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê dihat lidarxistin, kir. Di êrişê de 104 kes hatin qetilirin. Bi sr komkujiyê re 10 sal derbas bûn. Ji şahidên komkujiyê Sînan Ok, bi bîr xist ku komkujî di “Pêvajoya aştiyê” de di demeke agirbesta di navbera PKK û dewletê bi dawî bû de hatiye kirin û wan jî bi daketina qadan xwestine hewldanên ji bo aştiyê bidomînin. Ok, got ku dê di roja mitîngê de PKK’ê dîsa agirbest ragihanda û li Tirkiyeyê jî dê alîgirên demokrasiyê di wê mitîngê de daxwazên xwe bianîna ziman. 
 
Di berdewamê de Ok da zanîn ku ji bo rageşiya heyî bi dawî bibe weke KESK, DÎSK, TTB, TMMOB’ê wan dest bi xebatan kiribûn û gelek kesên piştgirî didan hewldanên aştiyê ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn Enqereyê. Ok, got: “Di saetên serê sibehê de me li ber dirûşma ‘Bila şer bisekinin pêvajoya aştiyê bidome’ govend digerand. Daxwaza me ya herî mezin jî avakirina civakeke demokratîk bû. Gelên Tirk û Kurd daxwaza aştiyê dikirin. Lê mixabin fikrên tarî, destên tarî li wir komkujî kir.” 
 
'YA GIRAN NE TENÊ KOMKUJÎ BÛ’
 
Ok, bal kişand ser sepanên polîsan ên piştî komkujiyê û ev tişt anî ziman: “Tişta giran ne tenê komkujî bû. Nêzikatiya civak û dewletê jî em pir êşandin. Ez li wir bûm şahidê komkujiyê. Hêz, sazî û wezîrên dewletê xwedî feraseta ‘Yên mirîn Kurd in zêde guh nedenê, gelek ser nesekinin’ bûn. Di dema teqînê de bi sedan kes birîndar bûn û wê demê yek ambulans jî nehat. Mirovan xwestin bi derfetên xwe birîndaran bibin lê polîsan bi gazê êriş kirin. Komên tenduristiyê nebûn û ji ber mudaxileya polîsan gelek hevalên me yên birîndar jiyana xwe ji dest dan. Hevalên me yên ji komkujiyê filîtîn û hevalên me yên birîndar rizgar kirin jî tevek ketin bin zexta dewletê û ji kar hatin avêtin. Komkujî komkujiya DAIŞ’ê bû lê berpirsyartî ya dewletê bû. Lêbelê di dadgehê de dewletê tu tiştek nekir.” 
 
'YÊN KOMKUJÎ KIRIN TÊKILIYÊN WAN BI MÎT’Ê RE HEBÛN’ 
 
Ok, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên dewletê rêya komkujiyê vekirin. Ev kesên komkujî kirin ji berê ve dihatin zanîn û têkiliya wan bi MÎT’ê re hebû. Ev hatin îspatkirin. Ez vê komkujiyê weke şerê du zîhniyetan dibînim. Aliyekî dixwest civaka demokratîk ava bike û ya din jî bi temamî tarî ye. Ev şer hêj didome û di vî şerî de her tim aliyê aştîxwaz û azadîparêz bi ser dikeve. Di demên berê de jî pêvajoyên aştiyê hebûn. Heke yek ji wan bi ser keta ev komkujî çênedibû. Têkçûna pêvajoyên wiha, baweriya mirov tune dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha pêvajoyeke aştiyê ya nû da destpêkirin. Hêzên dewletê jî li gorî pêvajoyên berê niha baştir nêz dibin. Em jî dixwazin ev pêvajo bi ser keve û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bi Komkujiya 10’ê Cotmehê re di esasê xwe de Kurd hedef hatin girtin. Bi pêvajoya nû re divê ev komkujî bên ronîkirin.” 
 
'DIVÊ DEWLET BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE’ 
 
Ok, bi lêv kir ku bi ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê tu berpirsyartî li xwe negirtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê dev ji vê komkujiyê bernedin û heta edalet pêk tê em ê têbikoşin. Divê mafên birîndaran û malbatên zarokên xwe winda kirin bên parastin û ji wan lêborîn were xwestin. Hevalên me yên di bandora komkujiyê de mane, yên dest û lingên xwe winda kirin hene. Divê dewlet û saziyên wê di vê mijarê de li berpirsyartiya xwe rabe.” 
 

Sernavên din

20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN