Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye

  • rojane
  • 10:44 10 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak raporeke ji 55 rûpelan pêk tê pêşkêşî komîsyona parlamentoyê kir û got: "Guhdarîkirina Birêz Ocalan ji bo komîsyonê berpirsyariyeke dîrokî ye."  

Di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de "Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasî" ya li Meclisê hat avakirin di 8'ê Cotmehê de civîna xwe ya 14'emîn bi dawî kir. Gelek beşên civakê ji aliyê komîsyonê ve hatin guhdarkirin. Di civîna 13'emîn de Hevserokên OHD'ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak raporeke ji 55 rûpelan pêk tê pêşkêşî komîsyonê kir ku tê de nêrîn, pêşniyar û rêziknameyên derbarê biryarê de hene. Di raporê de gelek mijarên wekî rakirina Qanûna Dijî Terorê (TMK), pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan, perwerdehiya zimanê zikmakê, bidawîkirina polîtîkayên tayînkirina qeyûm, serxwebûna dadwerî û pêkanîna 'mafê hêviyê' hebûn.  
 
Hevserokê OHD'ê Serhat Çakmak ku ji aliyê komîsyonê ve hat guhdarkirin, têkildarî hûrgiliyên rapora pêşkêş kirine ji ajansa me re axivî.
 
DAXWAZA RAKIRINA TMK'Ê     
 
Çakmak diyar kir ku di bin banê Meclİsê de nîqaşkirina pirsgirêka Kurd pêvajoyê rewa dike û yek ji daxwazên ku wan pêşkêşî komîsyonê kirin rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ye û wiha got: "TMK hiqûqeke 'awarte' e û cezayên awarte dibire. Ev jî tê wateya pêvajoyeke dadwerî ya awarte. Dadgehên Serxwebûnê, Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM), Dadgehên Taybet ên Rayedar û Dadgehên Pispor ên heyî di rastiyê de sûcên li gorî TMK'ê darizînin û di bin rejîmeke awarte de ne. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo darizandinên adil û durist pêk werin divê ji rejîma 'awarte' derkevin. TMK'ê di her warî de dibe sedema darizandinên neheq. Di esasê xwe de, her xala TMK'ê ya hejmar 3713 nezelaliyeke cuda dihewîne û ji ber ku 'îstîsna' ye, gelek caran cezayên zêde dide. Di vî warî de daxwaza me ya sereke hilweşandina TCK'ê ye. Divê madeyên 4 û 5 ên TCK'ê bi temamî bên rakirin û pêwîste madeya 17 bê sererastkirin."
 
PIRSGIRÊKA SERXWEBÛN Û BÊALÎBÛNA DARAZÊ
 
Çakmak da zanîn ku ew hewl didin rê li ber guhertinên hiqûqî vekin û wiha got: "Serxwebûna dadgeriyê ne pirsgirêkeke ku bi AKP'ê dest pê kiriye e. Ji destpêka komarê heta niha ango ji bûyerên Seyit Rıza, Şêx Seîd, doza 49'an, dozên demên darbeyan, kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990'î nîşan dide ku her tim di navbera îktîdar û darazê de têkiliyek heye. Ev hikmên 'awarte' bi qanûnên 'awarte' re têne bicihkirin. Ev rewşa îstîsnayê rastiya darizandinên siyasî yên li welat derdixe holê. Ev jî nîşan dide ku dadwerî ne bêalî û serbixwe ye. Ne tenê ew, dadwerî jî bi awayekî fermî ne serbixwe xuya dike. Hilbijartina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji hêla serokê partiyeke siyasî ve tê kirin; nirx, standard an jî krîter tune ye. Ev ne qanûnî ye. Hilbijartina Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bi awayekî fermî bêalîbûna darazê bi awayekî cidî têk diçe. Dadger dîsa li gorî referansên siyasî têne tayînkirin. Di vê rewşê de, kîjan dadger an dozger dikare xwe nerehet hîs bike? Girîng e ku di vê mijarê de jî guhertin werin kirin."
 
MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ
 
Çakmak diyar kir ku wan li ser pêkanîna 'mafê hêviyê' gelek lêkolîn kirine û ji bo parastina wê ev yek di raporê de cih girtine û wiha got: "Pêwîstî bi rakirina cezayê heta hetayê û li şûna wê bi cezayê girtîgehê û mekanîzmayek ku destûrê dide derfeta serbestberdana bi şert. Rêveberiya Girtîgehan û Desteya Çavdêriyê ya ku mela jî di nav de heye bi mekanîzmayeke ku li gorî pîvanên hiqûqî nayê xebitandin û ji bo serbestberdana bi şert divê mekanîzmayeke qanûnîtir were avakirin."
 
JIYANA AZADIYA JIN
 
Çakmak  got ku di komîsyonê de li ser tundiya li ser jinê, newekheviya zayendî, polîtîkayên qayûm û pêkanîna peymanên navneteweyî jî hatine sekinandin. Sedema ku em vê yekê li vir îfade dikin ew e ku zîhniyeta serdestiya mêr a ku di seranserê dîroka mirovahiyê de serdest bûye, her tim rê li ber kaos, şer û bilindbûna desthilatdariyê vekiriye. Qeyûm wekî Rewşa Awarte (OHAL) hate danasîn û bi awayekî mayînde hate pêşxistin. Pêdivî ye ku qanûna qayûm were betalkirin. Divê wekhevî di rêveberiyên herêmî de bê misogerkirin. Xala 127/4 ya Destûra Bingehîn desthilatên vebijarkî dide Wezareta Navxweyî. Ev têkildarî rakirina şaredarên di bin lêpirsîn û darizandinê de û tayînkirina nûnerekî nû li şûna wan. Pêşniyarek me hebû ku pêkanîna vê madeya qanûnê rewşeke awarte be. Wekî din, me pêşniyar kir ku tayîn ji hêla meclîsa şaredariyê ve bê kirin, ne ji hêla Wezareta Navxweyî. Ji aliyekî din ve, pirsgirêka peymanên navneteweyî heye. Divê hemû gumanên derbarê maf û azadiyên bingehîn, mafê zimanê dayikê û rêveberiyên herêmî de bên rakirin. Divê derbarê zimanê dayikê de guhertinên hiqûqî werin kirin. Divê ziman di qada giştî de bê bikaranîn. Ev rewş bi dersên hilbijarî nayê çareserkirin."
 
GUHDARKIRINA ABDULLAH OCALAN
 
Çakmak hevdîtina wan a li komîsyonê di warê pêvajoyê de 'erênî' pênase kir û wiha domand: "Lê belê birêz Ocalan bibihîze, ku ji destpêkê heta roja îro ev xebat dimeşîne û hem ji bo rêxistina xwe hem jî ji bo vê pêvajoya muzakereyê ewqas berpirsyarî û rîsk digire, mijareke girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku bihîstina wî ji bo komîsyonê û dewletê ceribandineke cidî ye. Ti asteng nîne ku parlamento kesekî bibihîze ku bibêje 'min ev rêxistin ji bo vê yekê ava kir, ez ji bo vê yekê dest bi muzakereyan dikim, ji bo vê yekê min ev berpirsyarî girt ser xwe. Ez dikarim di van xalan de alîkariyê ji we re bikim. Ev jî me ber bi rêyekê ve dibe ku dê tevkariyê li pêvajoyê bike û derbasî sînorekê bibe. Pêvajoyek dest pê kir, lê berdewam dike an na, girêdayî zêdebûna baweriya di navbera aliyan de di nava pêvajoyê de. Eger piştî civînê komîsyon bi rastî jî bersivên xwe ji birêz Ocalan derbarê pêvajoyê de bistîne, wê baweriya wan bi wî jî zêde bibe. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku guhdarîkirina birêz Ocalan ji bo komîsyonê berpirsyariyeke dîrokî ye."
 
MA / Omer Îbrahîmoglu

Sernavên din

13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN