‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’

img
ENQERE - Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyî têkildarî xebatên komîsyonê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin û gotin: “Guhdarîkirina Abdullah Ocalan a ji hêla komîsyonê ve, ji bo çareseriyeke mayinde divê weke pêwîstiyek were dîtin.” 
 
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyî, têkildarî xebatên komîsyonê yên heta niha daxuyaniyeke nivîskî weşandin.  Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîsyonê ji 5’ê Tebaxa 2025’an heta niha karê xwe didomîne û hate ragihandin ku komîsyon ji bo avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya ku tevkariyê li çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bike, ava bûye.
 
‘HEKE KOMÎSYON BI ROLA XWE RABE DÊ RÊ LI BER PÊŞKETINÊN DÎROKÎ VEKE’ 
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku raya giştî li bendê ye ku komîsyon li ser zemîna parlamentoyê rola xwe bilîze û wiha hate gotin: “Em dizanin ku komîsyon ne muxatabê her tiştî ye. Lê belê heke bi rengekî rast û kêrhatî bi rola xwe rabe wê derî li pêşketinên dîrokî veke.”
 
PÊŞNIYARÊN JI BO KOMÎSYONÊ
 
Di daxuyaniyê de bi şeş xalan ev yek hate destnîşankirin:
 
“* Hindik maye ku komîsyon qonaxa destpêkê ya karê xwe û guhdarîkirinê bi dawî bike. Em careke din dixwazin diyar bikin ku nêrîn û pêşniyarên sazî û kesayetên cuda yên li ser çareserî û aştiyê em hêja dibînin. Ji bo partiya me xala esasî ya qonaxa guhdarîkirinê, pêwîstî û mecbûriyeta çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Referans, ç avkaniyên xwe cuda jî be tiştên li komîsyonê hatin bilêvkirin, mecbûriyeta çareseriya meseleya Kurd careke din raxist pêş çavan.
 
* Ji aliyê gelek sazî û kesan ve hate gotin, derbasbûna pêvajoyê ber bi qonaxa aştiyê ya pozîtîf bi qasî qonaxa aştiyê ya negatîf a ku weke rewşa bêşer tê binavkirin, girîng e. Ji bo aştiya pozîtîf jî di qonaxa guhdarîkirinê de ev tespîtên hêja hatin kirin; ‘Ji bo avakirina edaletê, ji bo avakirina baweriya civakî, sazîbûna wekheviyê, jiyana aştiyane û wekhev a nasnameyên cuda divê îrade bi şênberî bê destnîşankirin', 'atmosfera baweriyê bi pîvana dualî dikare pêk were', 'Nabe ku pirsgirêk tenê bi asta çekan bê bisînorkirin', 'Divê sedemên wê yên bingehîn ji holê bêne rakirin', 'Tenê bi polîtîkayên ewlekariyê aştî pêk nayê', 'Divê dest ji polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê bê berdan'. Em bi taybetî destnîşan dikin ku komîsyon divê di karê xwe yê ji niha û pê ve li gorî van pêşniyaran tevbigere.
 
* Ya rast ew e ku pirsgirêk bi aliyên xwe yên siyasî, çandî, civakî û aborî bê nirxandin û çareseriyeke mayinde jê re bê peydakirin. Divê bê dîtin ku mesele bûye xwedî karakterekî herêmî û navnetereyî, guhdarîkirina li Birêz Abdullah Ocalan ku asta wî ya diyarker eşkere bûye û ji aliyê siyasî, rêxistinî û civakî ve bersiva xwe dibîne, ji aliyê Komîsyonê ve ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêkê weke pêwîstiyê bê dîtin. Çareseriya rastî bi bilêvkirina navê rast ê pirsgirêkê û li gorî vê rastiyê jî bi avêtina gavê dibe. Guhdarîkirina komîsyonê li Birêz Ocalan ji bo serxistina pêvajoya heyî gelekî girîng e.
 
SERERASTKIRINÊN YASAYΠ
 
* Bi vebûna meclisê re qonaxa destpêkê ku weke qonaxa civakî û siyasî dikare bê pênasekirin wê şûna xwe ji qonaxa duyemîn re bihêle ku weke qonaxa hiqûqî dikare bê pênasekirin. Hinceta hebûna komîsyonê ew e ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pevajoyê pêşniyar û pêşnûmeyan amade bike. Desteyên pêwendîdar ên partiya me hîn ji destpêkê ve di mijarên Qanûna Dema Debasbûnê, guhertinên li Qanûna Înfazê, TMK, TCK û CMK'ê; di serî de sererastkirina qeyûm xurtkirina rêveberiyên xwecihî, demokratîkbûn; guhertinên di têkoşîna li hemberî cihêkariyê de û perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê xwedî amadekariyan e. Wezîfeya bingehîn a qonaxa duyemîn e ku bi destpêkirina sala nû ya qanûndanînê re partiyên ku endam dane komîsyonê li ser sernavên pêwendîdar pêşniyarên şênber bikin û li ser van pêşniyaran jî helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji ber ku yek ji gavên herî girîng ên bi dawîkirina zemîna şer bi rengekî mayinde, avakirina hiqûqê û wekheviya li pêşberî qanûnê ye.
 
* Hêja ye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ay 17'ê Îlona 2025'an de işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û li ser mafê hêviyê wezîfeya komîsyon û parlamentê bi bîr xist. Di atmofereke welê de ku Komîteya Wezîran işaretê bi gavên hiqûqî û siyasî yên têkildarî Tirkiyeyê dike, yek ji gavên girîng e ku li gorî pêwîstiya pevajoyê gav bêne avêtin, nêzîkatiyeke bi înîsiyatîf bê nîşandan, ev yek weke pîvan bê qebûlkirin. Ev yek wê di çareseriya civakî, demokratîk, wekhev û adil a pirsgirêka Kurd de gelekî girîng be.
 
* Di çarçoveya karên komîsyonê de weke DEM Partî armanca me ya bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer dûr bixîne û derfetên çareseriya siyasî û hiqûqî biafirîne. Divê meseleya Kurd bi perspektîfa demokratîkbûnê û veguherîna mejî ya li gorî vê yekê bê nirxandin. Weke ku di dema guhdarîkirinê de akademîsyenekî got, 'Her aştî dibe ku bi demokrasiyê bi encam nebe, lê belê heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî wê neyê Tirkiyeyê'."
 

Sernavên din

02/10/2025
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin