'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'

  • rojane
  • 09:07 25 Îlon 2025
  • |
img

STENBOL - Endama OHD Rezan Gezer ku rexne li îşaretpêkirina bi komîsyona li meclisê hatiye avakirin a ji aliyê Komîteya Wezîran hat kirin kir, got: "Ev biryarek e ku li dijî avaniya komîteyê ye. Diviyabû komîteyê rasterast guhertineke hiqûqî ferz bikira."

 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih neaniye, di navbera 15-17'ê Îlonê de civîna xwe ya dawî li dar xist. Komîteyê ji bo Tirkiye der barê cezayê muebbeda girankirî de plana xwe ya sererastkirina qanûnî pêşkêş bike, careke din muhlet da Tirkiyeyê. Komîteyê xwest ku "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku li meclisê hatiye avakirin, di warê sererastkirina qanûnî de pêşniyaznameyekê berpêşî meclisê bike. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rezan Gezerê diyar kir ku der barê "mafê hêviyê" de tu planên Tirkiyeyê tune ne û ji ber vê yekê, Komîteyê pêşniyaza amadekirina planeke çalakiyê kiriye. Rezan Gezerê anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo berdana kesên ku cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn, sererastkirineke qanûnî tune ye û ji bo sererastkirina ku Komîteyê xwestiye jî planeke çalakiyê tune ye. Rezan Gezerê wiha domand: "Sererastkirinên heyî ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tên astengkirin. Niha gelek caran înfaz tên şewitandin. Biryara Komîteyê dibêje ku divê biryara 'Gurban' bi lez bê bicîhanîn. Ji bo vê yekê divê çarçoveyeke qanûnî bê çêkirin. Berî her tiştî, divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên betalkirin û divê sererastkirinên nû di qanûna înfazê de werin derxistin û divê mekanîzmayek bê avakirin da ku van sererastkirinan vekole. Divê rewşa heyî ya binpêkirinên mafan û astengkirina berdanan bê rakirin. Komîte, ji bo van çalakiyan behsa mekanîzmayekê ku jê re 'plana çalakiyê' dibêje, dike."
 
'BIRYARA KOMÎTEYÊ DI WARÊ HIQÛQÎ DE BI PIRSGIRÊK E'
 
Rezan Gezerê diyar kir ku hem biryara Komîteyê û hem jî derengxistina wê polîtîk in û biryar bi xwe ji hêla hiqûqî ve bi pirsgirêk e. Rezan Gezerê got: "Eşkere ye ku biryarên ku ji hêla meclisê ve hatine dayîn ji hêla hikûmetê ve tên piştgirîkirin. Ji ber vê yekê, şandina vê yekê ji bo komîsyoneke ku di meclisê de ji bo vê pêvajoyê hatî damezrandin, biryarek e ku li derveyî çarçoveya xwe ya hiqûqî ye. Komîte di esasê xwe de, behsa pergala heyî dike. Ew hewl dide ku bibêje, 'Hûn dikarin bi vî rengî rast bikin.' Lêbelê, divê Komîte çarçoveya wê çêbike û bêje, 'Hûn dikarin guhertinan bi xwe bikin.' Ev manevraya biryardayînê,  a rast di warê bandor, mekanîzma û xebitandina biryarê de ji Tirkiyeyê re tê hiştin." 
 
Rezan Gezerê bi bîr xist ku divê Tirkiye mekanîzmayên "mafê hêviyê" yên ku ji hêla welatên endam ên Konseya Ewropayê ve tên bicîhanîn lêkolîn bike û îlhamê jê werbigire û got ku li Almanya, "mafê hêviyê" ji bo cezayên heta hetayê bi rêya îhtîmala berdana şertî piştî demeke diyarkirî tê dayîn, lê li Fransayê, berdana şertî piştî 30 salên girtîgehê tê dayîn. Rezan Gezerê bilêv kir ku komîte ji Tirkiyeyê daxwaza sererastkirineke bi vî rengî dike û got: "Bi kurtasî, komîte dibêje, 'Hûn ê mafê hêviyê bidin kesên ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê girtine û hûn ê di çarçoveya mafên mirovan ên girtiyan û mafê hêviyê de nirxandinê bikin. Hûn ê qanûnê li gorî wê biguherînin.' Nirxandina berdana girtiyan piştî 25 salan tê wateya şopandina periyodîk a entegrasyona girtiyan bi cîhana derve re." 
 
Rezan Gezerê bilêv kir ku divê Komîte guhertina qanûnî bi zelalî diyar bike û got: "Komîte, bi biryara xwe aqil dide Tirkiyeyê. Li welatekî ku mueyîde û kontrolkirin tune, di warê encamê de pirs li mirov peyda dibin. Bi rastî, me berevajî vê yekê hêvî dikir. Me hêvî dikir ku Komîte biryareke zelal bide û li Tirkiyeyê ber bi cezakirinekê ve biçûn. Ji aliyekî din ve, Tirkiye jixwe xwedî pergaleke hiqûqî ye, lê di bicîhanîna wê de jî pirsgirêkek hene. Ji ber vê yekê, divê Komîte herî kêm çavdêriya bicîhanîna wê bike. Me hêvî dikir ku Komîte dê mueyîdeyekê pêk bîne. Lê hewalekirina wê ji komîsyonê re, ne biryara Komîteyê ye. Ev tê wateya reva ji biryarê û rênîşandanê. Arasteyî komîsyonê kiriye, lê wekî me got ev li dijî avaniya komîteyê ye. Diviyabû Komîte rasterast guherîneke hiqûqî ferz bikira." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

02/10/2025
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin