AMED - Hakki Boltan ku kurê wî girtiyê nexweş Civan Boltan tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî mafê wî yê “hêviyê” nayê cîbicîkirin, got: “Gelo ma ez ê nekarim rojekê kurê xwe hembêz bikim? Ev, îşkencekirina malbatan e.”
Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi şopandina cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji hêla dewletên endam ve berpirsyar e, duh dest pê kir. Civîn dê heta 17’ê Îlonê bidome û yek ji mijara ku dê nîqaş bike jî “Mafê hêviyê” ye ku li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
DMME’yê, di sala 2014’an de cezayê muebbeda girankirî yê bêyî derfeta berdanê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn weke binpêkirina biryara qedexeya îşkence û miameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMME’yê, piştre heman biryar ji bo Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan da.
Civan Boltan, yek ji girtiyên nexweş e û di lîsteya girtiyên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire.
ÇAVÊ WÎ NABÎNE, DESTÊ WÎ TUNE YE
Boltan, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Di 24’ê Nîsana 2012’an de li çolterê navçeya Dara Hênê ya Çewligê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû. Ji ewil gotin “miriye” lê piştre hate ferqkirin ku hêj dijî. Destekî wî ampute bû û çavê wî yê çepê jî nabîne. Çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Di mejiyê wî de parçeya şarapnelê heye. Di 3’yê Sibata 2014’an de jî bi îdiaya “Zirardayîna pergala destûra bingehîn a welat û hewldana sûîqestê ya li dijî peywirdarên cemaweriyê” cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Dadgeha Bilind, di 23’yê Cotmeha 2014’an de biryar erê kir.
Piştî bidawîbûna rêyên hiqûqa navxweyî, serî li DMME’yê hate dayin. DMME’yê jî di 12’ê Sibata 2019’an de biryara “binpêkirinê” da. Biryara hate dayin, ji bo hemû girtiyên cezayê muebbedê lê hatiye birîn bû biryareke mînak.
Piştî biryara “binpêkirinê”, Boltan jinûve hate darizandin û heman biryar hate dayin û erêkirin. Dadgehê, diyar kir ku ji bo cîbicîkirina biryara DMME’yê divê di TCK’ê de guhertin bên kirin û bi vê îdiayê red kir. Her wiha rapora Boltan a “nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” jî heye.
Bavê Boltan, Hakki Boltan têkildarî rewşa tenduristiyê ya kurê xwe û bicihneanîna biryara “binpêkirinê” axivî.
'KURD TÊN CEZAKIRIN’
Boltan, da zanîn ku ji ber dûrbûna girtîgehê herî dawî 2 sal berê çûye hevdîtina vekirî ya kurê xwe û got: “Dema cezayê disiplînê nebe, her 15 rojan carekê em li ser telefonê diaxivin. Nikare bi tena serê xwe bijî û li cem wî 2 girtî hene. Mafê hêviyê, di mijara parastina rûmeta mirovahiyê de mafekî sereke ye. Dema we kesek girt û jê re got ‘Tu dê heta mirinê di hundir de bî’, wê demê ev nabe hukim. DMME’yê di vê mijarê de biryara binpêkirinê da. Dadgeh dibêjin ku di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de divê girtî piştî 25 salan bên berdan. Bi sedan girtiyên muebbeda girankirî hene. Tirkiyeyê ji konseyê re ragihand ku ev girtî ji vî mafî bêpar hatine hiştin. Ev ne îstîsna ne, ev cezakirina Kurdan e.”
'DIVÊ KONSEY BIRYARA NAVBERÊ BIDE’
Bi domdarî Boltan got ku divê Konsey biryara navberê bide û ev tişt anî ziman: “Konseya Ewropayê di sala 2014’an de xwest ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin. Lê ji 2014’an heta niha nehatiye cîbicîkirin. Konseyê par salek muhlet da Tirkiyeyê. Ev salek temam bû. Divê konsey xwedî li biryara xwe derkeve û ji Tirkiyeyê re bibêje ‘Vê qanûnê biguherîne, li gorî xala 3’yemîn a PMME’yê tevbigere nexwe dê te ji konseyê derxînim.’”
'MA EZ Ê NEKARIM KURÊ XWE HEMBÊZ BIKIM?’
Boltan, axaftina xwe wiha qedand: “Li ser telefonê bi kurê xwe re li ser ‘mafê hêviyê’ diaxivim. Dibêje ‘cîbicînekirina mafê hêviyê yasayên heyî bêwate dike.2 Gelo ma em ê nekarin rojekê kurê xwe hembêz bikin? Em malbat vê yekê weke îşkence dibînin. Îşkence ye ku li şûna azadiyê em li benda mirina zarokên xwe bisekinin. Divê mafê hêviyê were cîbicîkirin û girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Wê demê dê çareseriya pirsgirêka Kurd jî bilez bibe. Dê bibe gavekî demokratîk. Divê qanûnên dermirovî û îşkenceyê bên rakirin û em daxwaza aştî û aramiyê dikin.”
MA / Mujdat Can