AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin hem li Abdullah Ocalan hem jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk guhdarî bike û gavên divê bên avêtin rêz kir.
Xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, didomin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz ku di civîna 20’ê Tebaxê ya komîsyonê de cih girt, têkildarî xebatan û gavên divê werin avêtin axivî.
Yilmaz, diyar kir ku anî ziman ku divê komîsyon di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpisyartiyê li xwe bigire û xebatan bimeşîne. Yilmaz, got: “Me xebatên xwe pêşkeşî komîsyonê kir. Di çarçoveya pêvajoyê de hinek xisûs hene ku bêyî guhertineke mewzûata yasayî werin kirin. Bi taybet jî di serî de Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku di 11’ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandin, divê ji bo vegera milîtanên PKK’ê tavilê di qanûnan de guhertin bên kirin. Di vê mijarê de me pêşniyar kir. Ji bo pêvajoya bêpevçûniyê veguhere aştiyeke pozîtîf û aştiya civakî, pêvajoyeke girîng e. Di vê mijarê de peywireke cidî dikeve ser milê komîsyonê.”
DAXWAZ
Yilmaz, anî ziman ku hewceye cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîd-î Nûrsî û şexsiyetên din ên ji bo Kurdan ji hêla manewî ve girîng, tavilê bên nîşandan. Bi domdarî Yilmaz, ev tişt anî ziman: “Divê biryarên binpêkirinê yên DMME û AYM’ê yên têkildarî mafê hêviyê, mafê jiyanê, îşkence û miameleya xerab de tavilê bên cîbicîkirin; divê dewlet arşîvên xwe yên têkildarî windakirinên bi darê zorê veke, daxwaza edaletê ya malbatên wan bicih bîne, gorên komî bên vekirin û lêpirsîn bên vekirin. Ev tevek me ji komîsyonê re ragihand. Me xwest ev sûc tevek jî weke sûcên li dijî mirovahiyê bên qebûlkirin.”
MUDAXILEYA LI DIJÎ KURDÎ
Yilmaz, bertek nîşanî Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş da ku nehişt Dayika Aştiyê Nezahat Teke bi Kurdî biaxive û wiha dom kir: “Em li bendê bûn ku serokê meclisê û komîsyon bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigire. Ev zexta ji bo axaftina bi Tirkî dê bandoreke neyînî li ser civakê bike. Di demeke em behsa aştiyê dikin de ku her kes fikaredar nêz dibe, heke hûn Tirkî ferz bikn, wê demê hûn hêviya mirovan tune dikin.”
‘DIVÊ LI OCALAN GUHDARÎ BIKIN’
Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku divê komîsyon beriya rêxistinên civaka sivîl û kesên yekser an jî neyekser ji meseleyê bibandor bûn guhdarî bike, ji ewil li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Koma Aştî û Civaka Demokratîk a çekên xwe şewitandî guhdarî bike û wiha pê de çû: “Her wiha diviyabû li siyasetmedar û kesên ji neçarî koçî derveyî welat kirin bihata guhdarîkirin. Divê di pêvajoya pêş de li birêz Ocalan û Koma Aştî û Civaka Demokratîk guhdarî bikin. Hewceye derfeta birêz Ocalan çêbibe ku vebêje ka ev pêvajoya şer çawa dest pê kir, çawa domiya, niha çawa bi dawî bû û dê çawa veguhere aştiyeke mayinde. Me ev tişt pêşkeşî komîsyonê kir.”
Yilmaz, xwest rapor, agahî û belgeyên wan pêşkeşî komîsyonê kirin cidî bên destgirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina meseleyê û aştiyeke birûmet em amade ne hemû hêza xwe seferber bikin û her cureyên berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel