ENQERE - Ji damezrînerên AKP'ê Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku ji bo çareserkirina fikaran pêdivî bi zelalkirina pêvajoyê heye û got: "Heke sozên ku di damezrandina AKP'ê de hatine dayîn bihatana bicihanîn, dibe ku pêdivî bi avakirina komîsyonê tunebûya."
Ji damezrînerên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de hat avakirin, nirxandin kir.
Fatma Bostan Unsal ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve dawetî komîsyonê hat kirin, destnîşan kir ku ger di warê xalên ku rê li ber mexdûriyetê vekiriye guherîn bên çêkirin, dê komîsyon bibe cihê pêbaweriyê.
'KOMÎSYON XWEDÎ QEBÎLIYETA TEMSILIYETEKE MEZIN E'
Fatma Bostan Unsalê bilêv kir ku komîsyona xwedî qebîliyeta temsiliyeteke mezin e û got: "Bi rastî jî, ger xalên di komîsyonê de tên bilêvkirin baş bên nirxandin û guh li tewsiyeyan bê kirin, dê ji bo demokratîkbûyînê û dewleta hiqûqî pêşveker bin. Ji ber ku ji komîsyonên ji rêzê wêdetir e ku tim pêwendiyê bi civaka sivîl re datîne, pêbaweriya bi komîsyonê zêde ye. Xala herî girîng jî ew e ku muxalefet a hemû qadên pirsgirêkêan tînin ziman di pratîkê de îradeyê bidin der. Pêkanîna biryarên DMME'yê yan jî Dadgeha Destûra Bingehîn bi tena serê xwe, ji bo CHP û DEM Partiyê pir girîng in."
Fatma Bostan Unsalê bilêv kir ku Tirkiye di warê armanca civakeke aştiyane û demokratîk de derengmayî ye, lê hê jî şensê wê heye û got ku çendî baweriya bi pêvajoyê pir zêde be jî, lê ji ber hin derdorên di vê heyamê de li refên pêş in, fikireke wiha li mirov peyda dike.
Fatma Bostan Unsalê bilêv kir diviyabû Tirkiye ji zûde vê pirsgirêkê çareser bikira ku rê li ber ewqas windahî û ziyaneke aborî ya mezin çênebûna. Fatma Bostan Unsalê destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber fikarên der barê vê pêvajoyê de bê girtin pêdivî paqijkirina rê heye û divê pêkanînên qeyûman bi temamî ji holê bên rakirin. Fatma Bostan Unsalê wiha domand: "Divê biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn bên pêkanîn, sererastkirinên înfazê ku girtiyên siyasî berda bên kirin û Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê bê guherandin. Helbet hê gelek mijar hene, lê ev yên sereke ne. Mesela vegerandina navên resen ên cihên navên navên wan hatine guherandin û rakirina şerhên li ser Şertê Xweseriyê ya Rêveberiyên herêmî ya Ewropayê."
Fatma Bostan Unsalê destnîşan kir ku pitşgiriya saziyên civaka sivîl ji bo pêvajoyê pir girîng e û got ku ji ber vê divê komîsyon bi awayekî rêkûpêk pêwendiyê bi saziyên civaka sivîl re deyne.
MA / Firat Can Arslan