Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin

  • jin
  • 11:07 16 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nadîa Baloch a ku bavê wê bi “kiryar nediyar” ve hate qetilkirin, ji bo azadiya xûşka xwe ya girtî têdikoçe. Nadîa Baloch, diyar kir ku têkoşîna wan ji bo hemû gelê Belûc e. 
 
Têkoşîna gelê Belûc ji bo azadiyê, di sala 1876’an de bi metîngehkirina Îngilistanê ya Mîrektiya Kelatê, ku yek ji çar mîrektiyên Belûc e, ve dest pê kir, îro jî di têkoşîna li dijî Îran, Pakistan û Efxenîstanê de berdewam dike. Gelê Belûc ê ku welatê wan li bakur ji aliyê Efxanistanê, li rojhilat ji aliyê Pakistanê û li rojava ji aliyê Îranê ve hatiye dagirkirin, bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû ye. Gelê Belûc ku nikarin sûdê ji çavkaniyên welatê xwe werbigirin û maf û azadiya wan ji aliyê 3 welatan ve hatiye astengkirin li dijî wan polîtîkayên koçkirin, windakirina bi darê zorê, binçavkirin û îşkenceyê tê rêvebirin. Di sala 1946’an de piştî vekişîna Îngilistanê, têkoşîna gelê Belûc a ji bo serxwebûnê didome û ji ber têkoşîna xwe bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin. 
 
Li dijî Komîteya Yakcetî ya Belûc (KYB) a ku xebatên siyasî dike, tundî tên kirin. KYB a ku serkirdeyê wê demeke dirêj e girtî ye, aktivîstên wê jî bi girtin û bi tundiyê re rû bir û mane. 
 
32 ROJ IN JINÊN BELÛC TÊDIKOŞIN 
 
Aqûbeta 9 hezar têkoşerên ku girêdayî KYB’ê nayê zanîn, li dijî vê yekê aktivîstên Belûc ji bo pirsa aqûbeta windayan her tim li kolanan çalakiyê li dar dixin. Jinên Belûc, 32 roj in ji bo berdana serkirdeyên KYB’ê li Pakistanê li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Îslamabadê çalakiya rûniştinê li dar xistine. 
 
Çalakvan Nadîa Baloch a ku xûşka serkirdeyekî KYB’ê Dr. Mahrang Baloch e, geşedanên herêmê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) rave kir. 
 
‘EM JI BO KESÊN KU NIKARIN DENGÊ XWE RAGIHÎNIN JÎ ÇALAKIYÊ DIKIN’
 
Nadîa Balochê diyar kir ku çalakiya rûniştinê tenê ji bo xizmên xwe yên girtî li dar nexistine got: “Em ji bo kesên ku nikarin dengê xwe ragihînîn jî protesto dikin. Ne qanûn û ne jî destûra bingehîn rê nade windakirinên bizorê. Saleke berê Dr. Mahrang Baloch, ji bo heman armancî protesto kiribû, niha jî bi havalên xwe yên siyasetmedar re girtî ye. Em ji bo wan li vir in. Em ji bo berdana serkirdeyên KYB’ê li vir in.”
 
‘DEWLETA PAKISTANÊ LI ME GUHDAR NAKE’
 
Nadîa Baloch, destnîşan kir ku kesên ku dewlet wan dişîne hewl didin çalakiya wan sabote bikin û wiha pê de çû: “Dewleta Pakistanê li me gudhar nake, her roj hinek kesên bi guman dişîne da ku me aciz bike. Gelek kesên ku xwediyê çîrokên cihê li vir hene. Li vir xwendekar, parêzer û nivîskar hene. Meha bihurî, dadgeha Quettayê, parêzerê bi navê Hakkem Baloch ê ku wêneyê Dr. Mahrang Baloch û serkirdeyên KYB’ê kişandibû, bizorê da windakirin. Pişt re tu agahî jê nehate girtin. Malbata wî jî li vir e.”
 
‘EM WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’
 
Nadia Baloch, bal kişand ser wekheviya di qanûnan de û ev tişt got: “Daxwazên me diyar in: Divê kiryarên li dijî hemû kesên hatine windakirin li gorî qanûnan be û serkirdeyên KYB’ê bên berdan. Em mirov in û nêzikatiyên mirovane dixwazin. Divê gelê me bizorê neyê windakirin û dozên ku li dijî serkirdeyên KYB’ê hatine vekirin bên girtin da ku li dijî kiryarên dewletê yên ne qanûnî karibin têkoşîna siyasî rêve bibin.”
 
Nadîa Baloch, rave kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku ev mirov ker in, lêbelê em dizanin ku berxwedan jiyan e; li cihe ku tundi lê hebe li wir her tim têkoşîn heye.” 
 
MA / Berîvan Kutlu
 

Sernavên din

20/08/2025
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê