ŞIRNEX - Qirkirina daran a li Herêma Bestayê ku Walîtiya Şirnexê îdiaya "me da sekinandin" kiribû, hêj berdewam e.
Li herêmên Cûdî, Gabar, Cilênimêja, Besta, Qeşûran û Komateyê yên Şirnexê zêdetirî 5 sal in di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bênavber dar tên birîn. Di dîmenên li noqteya Redê Gewr a li Bestayê hatine kişandin ku di navbera Şirnex û Sertê de ye, tê dîtin ku gelek dar hatine birîn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêj niha jî li herêmên Cinîwer, Rîsor, Girêsêvê, Çemê Mezin, Kaniya Mîr û li hin deverên din dar tên birîn. Darên tên birîn bi traktoran tînin ser rêya qîrê û li vir li TIR’an tên barkirin û dibin bajarên cuda. Koçerên li herêmê jî ji ber hişkesaliya sedema xwe darên li herêmê tên birîn e, qadên pezê xwe lê biçêrînin nabînin.
ÎDIAYA WALÎTIYÊ
Walîtiya Şirnexê, bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir û îdia kir ku li herêmê birîna daran hatiye sekinandin. Lêbelê di dîmenên hatine kişandin de aşkera dibe ku ev talan berdewam dike. Di dîmenên li Herêma Redê Gewrê hatine kişandin de tê dîtin ku qadeke daristanê bi temamî hatiye tunekirin û veguheriye çolistanê.
Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku koçer hewl didin keriyên pezê xwe li van deverên veguherîne çolistanê biçêrînin. Ev rewş, gefeke mezin li hemû zindiyên herêmê dixwe.
MA / Zeynep Durgut