NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê berdewam in.
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara hêzên wan a agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku êrişên Tirkiyeyê ji 24’ê Tîrmehê heta 7’ê Tebaxê yênl i ser qadên gerîlayan ên li Herêma Federe ya Kurdistanê domiyan.
Di berfirehiya nûçeyê de HPG’ê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dewleta tirk bi dron, top, obûs û çekên din ên giran 58 caran êrişî tunelên wan kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xebatên keşfê yên bi ÎHA û droneyan ên li herêmê didomin. Hat gotin ku xebatên çêkirina rêyê yên bi mebesta “dagirkeriyê” ya li herêmên Zap, Metîna û Xakûrkê jî bedewam in. HPG’ê ragihand ku artêşa dewleta tirk li herêma Zapê banga “teslîm bibe” li hêzên wan dike.