ENQERE - Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê di komîsyona ku dê li meclisê bê avakirin de li gorî tecrube û têkoşîna jinan a di pêvajoyên aştiyê de bixebitin û ew ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Halîde Turkoglû, beriya civîna Meclisa Jinan li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
Halîde Turkoglu kesên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “"Duh li Pirsûsê salvegera şehîdên me bû. Dema ji zarokên Kobanê re pêlîstok dibirin, 33 kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Pirsûsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînim. Êşa şehîdên me yên Pirsûsê mîna roja destpêkê di dilê me de maye, di heman demê de têkoşîna wan li ser milê me ye. Em soz didin şehîdên xwe yên Pirsûsê: Wê ti xeyal nîvço nemîne. Em ê ji bo Pirsûsê bêjin edalet, ev daxwaz ji bo her kesî tê wateya edaletê. Ji bo ku edaleta rasteqîn pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DURZÎ Û ELEWIYAN
Turkoglû da zanîn ku kesên ku li Pirsûsê 33 kes qetil kirin li Sûriyeyê jinên Elewî û Durzî qetil dikin û wiha got: “Dîsa dorpêçkirina jiyana azad û wekhev a ku bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya êrîşan hatiye avakirin. Fetisandina Şoreşa Rojava ye. Li hemberî êrîşan bêdengmayîn, bûyîna şirîkên sûc e. Divê êrîş tavilê bên sekinandin.”
Halîde Turkoglu behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û diyar kir ku pêvajoyê hêviyên aştiyê yên di navbera gelan de û bi taybet jî yên jinan zêde kiriye. Halîde Turkoglûyî da zanîn ku banga Ocalan a bi vîdeo û merasîma koma aştî û civaka demokratîk a ji bo îmhakirina çekên wan, dîrokî ye û wiha got: "Merasîm ne tenê li ser bêdengkirina çekan, ji bo nîqaşkirina aştiyê firsendeke dîrokî ye. Rakirina zextên li ser hebûn, nasname û zimanê gelê Kurd, ji xwe di avakirina jiyana azad û wekhev de girêdana bi siyaseta demokratîk û têkoşînê ye."
Halîde Turkoglu diyar kir ku komîsyona ku dê li meclisê bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha zagonî û edlî bê avakirin jî ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e û bal kişand ku xebatên bên meşandin dê di pêvajoyên aştiyê de ji ezmûn û têkoşîna jinan re bibe ronahî.
Halîde Turkoglu, bal kişand ku qanûn jinan naparêzin û dikin hedefa êrîşan û bal kişand ser êrîşên li ser jinan û mafên wan ên ku her diçe zêde dibin û wiha got: "Her ku hikûmet ji bo jinan mizgîniyê dide, em dibînin ku maf û destkeftiyên jinan çawa ji destê wan tên derxistin. Dîsa rêziknameyek, nimûnên li ser jinan hatine çêkirin bê ka jin çi dixwazin. Belê, tê gotin ku hevserên karmend ên bi zarok re dikarin ji dayikbûnê heta serdema dibistana seretayî bi nîv demî bixebitin. Em jin bi salane daxwazên xwe yên xwedîkirina zarokan a azad di raya giştî de bilind dikin. Me destnîşan kir ku barê xwedîkirina zarokan dikeve ser milê jinan û ev yek jî hem ji jiyana pîşeyî hem jî ya civakî dûr dixîne. Divê di roja me ya îro de çareseriya der barê xwedîkirina zarokan de mafê serbestiya zarokan be, lê rêziknameya nû ya ku mîna tiştekî baş xuya dike, dîsa bi heman kodên zayendîparêz hat pêşkêşkirin.”
'EM Ê AŞTIYÊ PÊK BÎNIN'
Halîde Turkoglû ku got ew ê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariyên xwe bînin cih û got, "Bi mezinkirina rêxistinbûyîna me ya jinê, bilindkirina têkoşîna me ya azadiya jinê û hilgirtina bîranîn û têkoşîna hemû hevrêyên me yên di vê mijarê de winda kirine re, em ê aştiyeke bi rûmet li van xakan ava bikin. Em ê ti carî dest ji berfirehkirina qadên xwe yên pirreng ên têkoşînê bernedin. Gotina 'Her jineke tê kuştin îsyana me ye' em ê bi hêz û morala ku em ji felsefeya jin, jiyan, azadî werdigirin, jiyaneke azad û wekhev ava bikin."