* Taxa Keşlîka Mezin a Rihayê ku qada sîtê ye, bi gefa xeraca TIR'an a tê çêkirin re rû bi rû ye. Şêniyên bajêr ji vê rewşê ne razî ne.
* Gotinên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack ên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê de eşkere dikin ku Amerîka, Îngilistan û Îsraîl Rojhilata Navîn a nû deşîfre dikin. Armanca wan ew e ku li şûna gelên herêmê, avaniyeke li ser bingeha hêzên wekîl ava bikin.
* Sekreterê TMMOB'ê yê Sêrtê Firat Şîmşek ku ji ber Newala Qesaba careke din ket ber îmarê bertek nîşanî qeyûm da, diyar kir ku bi planên revîzyonê yên îmarê tê xwestin ku bîra civakî ya herêmê bê tunekirin.
* Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amed Baver Mizrak diyar kir ku divê çekberdana Koma Aştî û Civaka Demokratîk wekî "gaveke niyeta baş" were dîtin û destnîşan kir ku pêdivî bi guhertinên bilez ên qanûnî û destûra bingehîn heye.
* Dr. Şêrko Heme Emîn ku di nav şandeya KNK'ê de bi rêveberên PJAK'ê re civiya, diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû pêkhateyan ji bo yekîtiya neteweyî bînin cem hev û got: "Aştî, azadî û wekhevî tenê bi yekîtiya neteweyî pêkan e."
* Parêzer Margaret Owen got ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo serkeftina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" pir girîng e.
* Nagehan Avçil a OHD'î diyar kir ku ew ê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di meha Îlonê de daxuyaniyeke nû li ser "mafê hêviyê" bidin û wiha got: "'Mafê hêviyê' bi qasî hiqûqî be, dê ew qasî tevkariyê li pêvajoya civaka demokratîk bike."
* Ekolojîstên ku piştgirîya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dikin, destnîşan kirin ku ev pêvajo derfetek e ji bo rawestandina êrişên li ser xwezayê.
* Li navçeya Cizîr a Şirnexê komeleyên ziman û çandê dê têkildarî malbata ku li Stenbolê ji ber stranên kurdî guhdar dikir bi tundiya polîsan re ma daxuyaniyê bide. (11.00)
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîhdem Kiliçgun Ûçar, dê li Erzinganê li Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Ûlûlarê beşdarî hevdîtinekê bibe.(12.00)
* ÎHD û OHD, dê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê panela bi sernavê "Li Rojhilata Navînê dîroka jinê û avakirina aştiyê" li dar bixe. (14.00)