ENQERE – Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê daxuyanî da û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan soza xwe bicih aniye û li pişt teahûdên xwe sekiniye. Bahçelî, got: “Heqîqet jî hem ji bo Tirkiyeya me û hem jî ji bo herêma me rojên fewkalede tên jiyîn.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê daxuyaniya ewil da. Bahçelî, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku PKK’ê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de di 5-7’ê Gulana 2025’an de kongreya 12’emîn li dar xistiye, rêxistina xwe fesix kiriye û çek berdaye. Bahçelî, got: “Weke ku di vîdeoya di dawî de jî tê fêmkirin, rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih aniye, li pişt teahûda xwe sekiniye û gefên kûrewî û herêmî di dema xwe de dîtiye.”
Di berdewamê de Bahçelî destnîşan kir ku DEM Partiyê siyaseteke berpirsyartî parastiye û bi gotinên bihevseng û di cih de nîşan daye ku li cem biratiya hezar salî ye. Bahçelî, her wiha spasiya Serokkomar Tayyîp Erdogan jî kir û got ku heta dawiyê xwedî li pêvajoyê derketiye.
Bahçelî, bi domdarî anî ziman ku ji îro ve êdî rêxistin dê kom bi kom çekên xwe teslîm bike û ev rewş weke demekî dîrokî nirxand û got: “Derdorên ku hewl didin provokasyonan zindî bihêlin, ketin pêşbirka îstîsmar, îftîra û înkarê, li hemberî vê rewşa aştî û hizûrê xeyalên wan têk çûne. Heqîqet jî ji hêla Tirkiyeya me û herêmê ve rojên pir girîng û fewkalede tên jiyîn. Ev geşedan avê li dilê me dikin û wijdana me rehet dikin.”