BEDLÎS - Hunermend Pinar Aydinlar ku tev li mihrîcana li Tetwanê bû, got: “Divê aştî û azadî ne tenê meseleya herêmekê be, divê derdê hemû welat be.”
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwan a Bedlîsê daye destpêkirin, bi çalakiyên cur be cur didome. Mihrîcana ku bi dirûşma “Em rêya azadiyê bi hunerê ve dihûnin” di 7’ê Hezîranê de dest pê kir, dê heta 12’ê Tîrmehê bidome. Gelek nivîskar û hunermend beşdarî çalakiyên mihrîcanê bûn.
Yek ji hunermendên di mihrîcanê de konser da jî Pinar Aydinlar bû. Pinar Aydinlar, diyar kir ku mihrîcan di warê çand û ziman de pir girîng e û got: "Di vê pêvajoya dîrokî de mihrîcan ji bo çand û zimanê me pir girîng in. Mihrîcan ne tenê aheng, stran, şano ne rêxistinbûneke ji bo nirx û rêgezên me. Em li her qadê li dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ xwedî derdikevin. Divê hunera şoreşger ne li ser çînan de be. Em hewl didin da ku hunerê veguherînin tekoşînê.”
‘STRANÊN MIN HEMÛ SÛC HATIN HESIBANDIN’
Pinar Aydinlar, rave kir ku di stranên wê de êş û xizaniya gel cih girtine û wiha domand: “Gelek bedel hat dayîn. Jin û ciwanan pir êş kişandin. Kesên ku li dijî êşa wan bêdeng in ez ji wan re nabêjim hunermend. Em her tim di nava têkoşîna wekheviyê de ne. Tundî û zilm çiqas zêde bibe em ê li dijî wê ewqas bi biryar bin.”
‘DIVÊ AŞTÎ Û AZADÎ DERDÊ HEMÛ WELAT BE’
Pinar Aydinlar, axaftina xwe wiha qedand: "Divê aştî û azadî ne tenê meseleya herêmekê be, divê derdê hemû welat be. Armanca huner û çandê girîng e. Her wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; divê huner û çand civakî be. Îro a girîng ne gotina stranên Kurdî ye mesele ew e ku ev ziman bê hîskirin. Di daxuyaniyên têkildarî pêvajoyê em têdigihîjin ku rola çand û hunerê di rêxistinbûnê de çiqas girîng e. Ez ê her tim xwedî li hunera şoreşgerî derbikevim. Em ê xwedî li dirûşma azadiyê derkevin û ji bo serketinê têbikoşin. Her bijî ji bo hunermendên dildarên tekoşîna azadiyê.”