ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ji bo meşa ku dê di 8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyanî da. Halîde Turkoglû, di serî de bi boneya salvegera Komkujiya Madimakê banga hevrûbûn û edaletê kir.
PEYMANA STENBOLÊ
Halîde Turkoglû, da zanîn ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li dijî jinan zêde bûye û got: “Ji Gulana 2021’an heta 2025’an 845 cînayetên jinan hatin kirin. 1085 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her yek ji wan jiyanek e. Heke Peymana Stenbolê di meriyetê de bûya, ew jina niha bijiyan. Ji bo Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN
Bi domdarî Halîde Turkoglû bal kişand ser şerê Îsraîl-Îranê û got ku ew ê ne polîtîkayên êrişkariyê yên Îsraîlê ne jî rejîma Îranê ya dijminatiyê li jinan dikin qebûl bikin.
‘EM Ê HER TIM BIBIN HÊZA PÊŞENG’
Halîde Turkoglû, behsa “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de em ji 3’yê Adarê ve bi jinan re tên gel hev. Em ê li dora banga birêz Ocalan bibin yek, jiyana azad û wekhev ava bikin û her hêza pêşeng bin. Ji ber ku ev bang, banga jiyana azad û wekhev e. Di xebatên me yên ji Aydinê heta Mûglayê, ji Enqereyê heta Denîzlî û Stenbolê de me dît ka jin çawa xwedî li vê bangê derdikevin. Di meş, konferans, hevdîtin û çalakiyan de me dît ku jinên li çar aliyên Kurdistanê, Ewropayê û cîhanê xwedî li vê gangê derdikevin. Bêguman ev bang li civakê hatiye kirin, li jinan û ciwanan hatiye kirin. Ji bo civakîbûna bangê em ê hem xebatên xwe bidomînin hem jî ji bo cîbicîkirina pêwîstiyên bangê têbikoşin.”
KOMÎSYONA MECLISÊ
Halîde Turkoglû, got ku piştî avakirina komîsyona li Meclisê divê kirdeya sereke ya pêvajoyê bibin jin, divê meclis ji bo çareseriyê peywira xwe pêk bîne û jin û derdorên cuda tev li komîsyonê bibin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN
Bi domdarî Halîde Turkoglû binpêkirinên li girtîgehan bi bîr xist û got ku girtiyên jin ên siyasî rastî her cureyên xespkirina mafan tên, tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin cara duyemîn bi keyfî hatiye astengkirin, girtiyên li Girtîgeha Sîncan û Xarpêtê bi keyfî tên cezakirin û tehliyeyên wan tên astengkirin û bang li rayedaran kir ku tavilê van binpêkirinan bi dawî bikin.
JI BO MEŞA LI ENQEREYÊ BANG KIR
Halîde Turkoglû, anî ziman ku temînata aştiya vê xakê jin in. Halîde Turkoglû, ji bo meşa ku dê Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye di 8’ê Tîrmehê saet di 11.00’ê de ji Guvenpark a Enqereyê ber bi Meclisê ve li dar bixe jî banga tevlibûnê kir.