DÊRSIM - Welatiyên li Mezraya Sekasurê di nobeda li dijî çêkirina kana xîzê de ne diyar kirin ku telafiya zirara xwezayê nîne û xwestin proje bê betalkirin.
Berxwedana li dijî çêkirina kana xîzê û ponzayê ya li gundê Bargînî yê girêdayî navçeya Xozatê ya Dêrsimê û gundên Zeve, Orcan û Desîmanê yên girêdayî navçeya Pêrtagê ku dê li ser 2 hezar û 200 donimên erd bê çêkirin, didome. Walîtiyê, li ser serlêdanan Şîrketa Arven Dogu ya Avahî û Bazirganiyê di 28’ê Nîsanê de biryara "Hewcehî bi Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) nîne" da. Welatiyên herêmê Platforma Parastina Jîngeh û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sakasûrê ava kirin û li dijî biryara ÇED’ê serî li Dadgeha Îdarî ya Erzinganê dan.
Welatiyan, di 9’ê Hezîranê de bi daxuyanî û meşan li dijî madene dest bi têkoşînê kirin. Mezraya Sekasûrê ya girêdayî gundê Bargîniyê di 28’ê Hezîranê de dest bi çalakiya nobedê kir. Welatî her roj di danê sibehê saet di 08.00’an de dest bi nobedê dikin û heta êvarê saet 20.00’an nobedê digrin.
Welatiyên ku li dijî çêkirina kana madenê bertekên xwe nîian dan, destnîşan kirin ku kana madenê texrîbateke mezin li ser ekolojiyê dike. Herwiha, hate diyarkirin ku dê kana madene xisarê bide mexberên birdariyê yên li Dêrsimê ku di sala 1938’an de gelek kes bi komî lê hatibûn qetilkirin û definkirin û di 2016’an de piştî tespîtkirina nasnameya wan li mezra Sekasûrê hatibûn veguhestin.
WELATÎ JI BO ÇI BI BERTEK IN?
Endamê Platforma Parastina Jîngeh û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sakasûrê Hasan Aslan diyar kir ku ew çêkirina kanê naxwazin û bal kişand ser zirara kanê û wiha axivî: “Ev der ava gundiyan dabîn dike. Herêma Sekasûrê di heman demê de herêmeke mêşvaniyê ye. Li 5-6 gundan dora 35 hezar pez tê xwedîkirin. Ji ber vê em li dijî çêkirina kanê ne. Bêyî ku ji gel bipirsin biryareke wiha dane. Li pêdiviyên gel nanêrin.”
Aslan, destnîşan kir ku dora 200 malbatan debara xwe bi karê sewalkariyê dikin û wiha pê de çû: “Toza ku ji vir derbikeve dê bandorê li jiyana sewal û mirovan jî bike. Dê ekosîstem biguhere. Lewre dê dînamîtan bikar bînin. Ev yek dê bandorê li ser ava vexwarinê jî bike. Bendava Kebanê 38 gund tune kir. Welatiyan wan gundan giş ji warê xwe bûn. Dê gelên vir jî wiha bin. Divê me xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”
‘ME HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN DA’
Erhan Dogrû yê ku beşdarî çalakiya nobedê bûye, destnîşan kir ku wek welatiyên herêmê li dijî çêkirina kanê ne, helwesteke hevpar nîşan dane û got: "Ji bo em biryara xwe nîşan bidin me kon vegirt. Heta ev encam nebe em ê nobeda di kon de berdewam bikin.”
Dogru, wiha pê de çû: “Ava 10 gundan ji vir tê. Welatiyên li vir sewalkariyê dikin. Ger kana xîzê were çêkirin dê ev qad hemû tune bibe. Heta şîrket paşvegavê diavêje em ê têbikoşin."
‘QADÊN ME YÊN PÎROZ LI VIR IN’
Cîgirê Serokê Komeleya Piştevaniyê û Xebatên Civakî ya Ocexa Agûçanê Înanç Dolû ku beşdarî nobedê bûbû jî ji bo şîrketan banga “şûn de gav biavêjin” kir û got: “Gundê Zeve, Ocexa Sûltan Xidir lê ye. Li gundê Bargîniyê jî Ocaxa Agûcan lê ye. Em vê axê, kevir û avê pîroz dibînin. Mexberên bîrdariyê yê welatiyên me yên ku di 1938’an de hatibûn qetilkirin li vir in. Gora Selvî Baba yê ku di 1908’an de hatibû qetilkirin tevî gorên malbata wî li vir in.”
MA / Şîlan Şîrvan Çil