WAN - Platforma Jinan a Wanê ji bo danişîna doza zarok E.A. ku tecawiz lê hatibû kirin û neçarî întîharê hatibû kirin, banga tevlibûnê kir.
Zaroka 15 salî E.A. nêzî 7 meh berê li navçeya Erdîşê ya Wanê ji hêla M.B. û G.Y. ve piştî şantajê hatibû tecawizkirin û neçarî întîharê hatibû kirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe were lidarxistin. Doz, ji ber sûcên “îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokê”, “heqaret” û “gef û şantaja li dijî jinê” hatiye vekirin. Danişîn dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê bê lidarxistin.
JINAN BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ KIRIN
Platforma Jinan a Wanê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal banga tevlibûna danişînê kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Zarokek 15 salî, di encama îstîsmara zayendî, şantaj û gefan de xwe kuşt. Ji faîlên mafê jiyanê, mehremiyet û rûmeta jin û zarokan hedef digirin bi cezayênê herî giran bên cezakirin û ji bo bicihanîna edaletê û pêşîlêgirtina êşên wiha, ev doz gelek girîng e. Weke aktîvîstên mafên jinan em ê tev li danişînê bibin û heta dawiyê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”
Jin dê piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin.