ENQERE – Şahida Komkujiya Madimakê Bîrsen Gunduz ku birayê wê û 2 karkeran û bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku ev komkujî bi piştgirî û çavdêriya dewletê hatiye kirin. Nîlgûn Karababa ku xwişka wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû da zanîn ku komkujî li dijî Elewiyan pêk hat.
Di ser kuştina 33 rewşenbîr û 2 karkerên otelê yên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de ji bo Mîhrîcanên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal li Sêwasê bûn, 32 sal derbas bûn. Li dijî Qetlîama Madimaktê daxwazên edaletê dewam dike. Di doza ku di sala 1993'an de 124 bersûc tevlî bûn de, destpêkê cezayê îdamê li 33 bersûcan hat birîn, piştre cezayê wan li muebetê hat birîn. Lê belê bersûcên fîrar nehatin girtin û ji ber biryarnameyên di salên 2012 û 2023'an de hatin sînorkirin, doz hatin betalkirin. Hin bersûc bi efûya serokkomariyê hatin berdan. Xizmên qurbaniyan û civaka sivîl daxwaz dikin ku ev komkujî weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bê dîtin û qanûna sînordarkirinê bê rakirin û her wiha otela Madımak veguhere ‘Muzeya Şermê’ lê ev daxwaz nehatine qebûlkirin.
Di komkujiyê de birayê Bîrsen Gunduz ê ku dema hat qetilkirin 22 salî bû Murat Gunduz hatibû qetilkirin. Bîrsen Gunduz anî ziman ku ji bo beşdarî şahiyê bibin ji Enqereyê berê xwe dane Sêwazê û wiha got. “Li bajêr bêdengiyek mezin hebû. Dema em li kolanê dimeşiyan, em matmayî man, fikirîn, 'li vir kes nîne?' Kesên li me mêze dikirin di nêrîna wan de aciziyek hebû. Di 1'ê Tîrmehê de tu bûyer derneket. Lê belê di 2'ê Tîrmehê de weke tîma semahê wê rojê performanseke me nebû. Em bi hevalan ra ji bo firavînê çûn restorantekê. Dema me li wir xwarin dixwar, me bihîst ku girseyek kom dibe û êrîş dike. Piştî wê em çûn otêlê; dema em hatin, kes neket nava panîkê. Em fikirîn, 'Ew ê biqîrin û derkevin. Ew ê bi rengekî me rizgar bikin; dikarin çi bikin?' Em li qata çaran bûn; lê me dengê qêrîna li derve bihîst. Birayê min û hevalên din ên mêr hatin û pirsa 'tu baş î?' Me got, 'em baş in', ji ber ku hê tiştekî jê bitirse tinebû. Heta ku agir dest pê kir.”
‘BI PIŞTGIRIYA DEWLETÊ HATIN QETILKIRIN’
Bîrsen Gunduz diyar kir ku ev bûyer teqez bi plan e û wiha got: "Eger ne bi plan bûya, em ê 8 saetan li pêş çavên tevahiya Tirkiyeyê bi vî rengî nehatibûna qetilkirin. Em bi planeke mezin û di bin çavdêriya dewletê de, bi desteka dewletê hatin qetilkirin. Dewlet û emniyet bi ti awayî wezîfeyên xwe bi cih neanîn. Li vê derê ne tenê kujer sûcdar in, dewlet jî sûcdar e, Erbakan sûcdar e, Wezîrê Çandê jî sûcdar e. Ev 32 sal in em ji bo vê komkujiyê têkoşîna edaletê didin. Hemû belge di destê me de ne. Paşxaneya vê komkujiyê ku li ber çapameniyê û hemû çavên Tirkiyê pêk hat, bi awayekî zelal hatiye belgekirin. Ya rast diviyabû ev doz bihata darizandin û piştî vê bûyerê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de edalet bi cih bihata. Lê hêj edalet tune ye. Em ê lêgerîna edaletê bidomînin. Em ê ti carî dest jê bernedin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
32 SAL IN EDALET PÊK NEHAT
Bîrsen Gundez diyar kir ku piştî komkujiyê hate diyarkirin ku 190 kes hatine girtin lê di rastiyê de ceza nehat birîn û wiha got. “Ev welat wisa ye ku sûcdar bi lîstikên peyvan serbest hatin berdan. Heta kesên cezayê muebbetê girtin jî serbest hatin berdan. Tevî ku hemû belge zelal in jî, tevî cezayên muebbetê jî destpêkê gotin 'qanûna sînordarkirinê', piştre ji bo berdana van sûcdaran lîstikên mîna 'sûcê terorê' bi kar anîn. Di sala 1993 'an de edalet pêk nehat û hê jî di sala 2025'an de xizmet nehat kirin. Ev dewlet, lazim e ev hikûmet biguhere. Zîhniyeta cîhadperest, nîjadperest dixwaze biguherîne. Ev 32 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Cihê em lê hatin qetilkirin Otela Madımak bû, niha jî weke Navenda Zanist û Çandê tê binavkirin. Navekî bi vî rengî li cihekî ku mirov lê hatin kuştin, tê kirin. Daxwaza me zelal e: Divê ew der veguhere muzeya şermê. Çi zû çi jî dereng em ê bikin muzeya şermê.”
‘MADIMAK NAVÊ QETILKIRINA ELEWIYAN E’
Di komkujiyê de Nîlgun Karababa xwişka xwe Gulsum Karababa (22) û xizma xwe Handan Metîn winda kir û wiha got: “Di esasê xwe de em hemû bersivên pirsan dizanin. Dewlet li şûna ku qetlîamê asteng bike, bi destê dewletê qetlîam pêk hat. Madimak navê qetilkirina Elewiyan e, komkujiya Elewiyan e. Ne mimkun e, dijberê vê tiştek were gotin. Ji ber ku Pîr Sûltan pîrê elewiyan e û li hemberî peykerê Pîr Sultan êrîş pêk hat.”
‘BÊYÎ ELEWIYAN AŞTÎ NE PÊKAN E’
Nîlgûn Karababa helwesta Elewiyan a di pêvajoya aştiyê de nirxand û got, "Em aştiyê dixwazin, lê divê ceza bi sûc re wekhev be. Li vî welatî, kîjan kujer bêceza dimîne. Em aştiyê dixwazin, em aboriyek baş dixwazin. Êdî pêşerojeke ti ji me nîne. Eger zarokên me ji zanîngehê mezûn bibin wê çi bibe û eger ew nebin wê çi biqewime? Lê elewî nikarin ji nedîtî ve bên; bêyî wan wê aştî nebe, demokrasî nebe, laîktî nebe, edalet nebe, maf nebe, li vî welatî hiqûq nebe. Bêyî ku Elewiyan weke welatiyên wekhev bibîne, bêyî ku Otela Madimak veguherîne muzeya şermê, kes nikare qala vê mijarê bike. Divê aştî çêbibe lê pêşî divê bişêwrin. Bi nihêrîna ji jor ve nikare bê kirin."