QERS/WAN - Welatiyên bajarên Wan û Qersê krîza aborî ya li welêt nirxandin û gotin ku tekane çareseriya xelasiya ji vê krîzê, aştî ye.
Kûrbûna qeyrana aboriya ya Tirkiyeyê her ku diçe welatiyan bêhtir mexdûr dike. Ji ber qeyranê dikandar nikarin tiştên xwe bifiroşin, welatî jî nikarin bikirin. Dikandar û welatiyên Qers û Wanê diyar kirin ku qeyrana aboriyê bi awayeke neyînî li wan bandorê dike, nikarin debara xwe bikin û çareserî tenê di aştiyê de ye.
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
Mehmet Acar ê ku debara xwe bi boyaxkariyê dike, diyar kir ku roja nexebite nikare debara xwe bike û tenê debara wî bi sindoqa boyaxkariyê ye. Acar, anî ziman ku nikare kirêya xwe bide û got: "Tenê ez mûçeya teqawidiya 65 saliyê distînim. Mala ku ez lê dijîm tevî ku xerabe ye dîsa kirêya wê 2 hezar û 150 TL ye. Nîvê mûçeya min diçe kiriya malê, nîvê din jî diçe fatûrayan. Dema ez boyaxkariya pêlava dikim, hinek pere qezenc dikim, lêbelê dema ez nekim jî cîran alîkariya min dikin.”
BIHAYÊ SOTEMENIYÊ
Ajokarê mînîbusê Husnu Yardimciel jî destnîşan kir ku bihayê sotemeniyê zêde bûye lêbelê rexmê vê yekê bihayê heqê rê nehatiye zêdekirin. Yardimciel, diyar kir ku rêya 25 km heqê rêwitiyê 60 TL ye û wiha axivî: “Em dixwazin aştî pêk bê. Wê wextê rewşa me dê baş bibe. Aştî, dê li aboriyê jî bandor bike. Lêbelê ji bo em ji pêvajoyê bi hêvî bin divê gavên pêwîst bên avêtin.”
KIRÊYA MALÊ JI MÛÇE ZÊDETIR E
Welatiyê bi navê Seyîthan Çagî ji qeyrana aboriyê û ji mûçeyê teqawidiyê gazinc kir û got: “Em li malê şeş kes in, ez teqawid im û kirêdar im. Mûçeya min a teqawidiyê 14 hezar û 460 TL ye. Kirêya min jî 15 hezar TL ye. Ger ne ji piştevaniya zarokên min be dê debara min nebe. Welatî perîşan bûne.”
KONTROL TÊR NAKE
Welatiyê bi navê Mehmet Çekîner, ji bihayê kelûpelan gazinc kir û wiha axivî: “Bihayê tiştekî li gorî mesafeya 100 metreyî diguhere. Mînak ev der kîloya sêvan bi 25 TL difroşe, çend metre dûr 85 TL difroşe. Divê kontrol bên kirin. Em li malê 5 kes in û ez 65 salî me û mûçeya 65 saliyê distînim. Ev pere qîmê tiştekî nake. Heqê gaza xwezayî mehane 5 hezar TL tê, ez ê çawa heqê wê bidim? Hêvîdar im ku rewşa aboriyê bi veguheradine pêvajoya aştiyê ve baş bibe.”
TÛRÎST JÎ JI QEYRANÊ BANDOR BÛN
Dundar Şenaslanê ku rêberiya tûrîstên ku tên Wanê dike, diyar kir ku tûrîst wekî berê nayên bajaran û dema tên jî wek berê pere xerc nakin. Şenaslan ê ku di di heman demê de dikandar e, wiha got: “Em ji dikanê wek berê kar nakin. Heqê ceyran, avê zêde bûye. Dê 2 meh şûn de dîsa li kirêya me zem bê kirin. Kelûpelên ku ji me re tê ji derveyî bajêr tê, dema bihayê sotemeniyê zêde bibe bihayê kargoyê jî zêde dibe. Em dixwazin rewşa aboriyê baş bibe û pergal biguhere. Hêvîdar im ku aştî pêk bê û aborî jî baş bibe.”
‘XWENDEKAR DEBAR NAKIN’
Xwendekara zanîngehê Derya Camişçîoglû jî daxuyand ku ji ber qeyranê welatî nikarin pêdiviyên xwe bikirin û ev tişt anî ziman: "Xwendekar nikarin debare xwe bikin. Mirov pir dixebitin lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin û ji xwe re demê veqetînin. Başbûna aboriyê bi serketinan pêvajoyê ve girêdayî ye.”
‘ÇARESERÎ BI AŞTIYÊ VE PÊKAN E’
Rabiya Ozyerê jî bi lêv kir ku pênc zarokên wê hene, bê kar ê û ger kar bibîne jî dê mûçeya kêmtir be û ji ber nebûna kar rewşa wê ya aboriyê jî ne baş e. Rabiya Ozyerê, got: "Dema em deng bikartînin em ji bo guhertina pergalê û ji bo jiyaneke aram bi kar tînin. Lêbelê tiştek naguhere. Wiha nabe. Heyfa ciwanên me ye. Ciwanên me kar nabînin û diçin derveyî welêt. Êdî kirîna xanî û wesayîtê bûne xeyal. Her roj di televîzyonê de dibêjin aştî lê tişteke berbiçav nîne. Em aştiyê dixwazin. Bila ev xwîn raweste û kesek nemire, her kes di nava aramiyê de bijî.”