Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin

  • rojane
  • 10:46 23 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - ÎHD'ê bi malbatên PKK'î û leşkeran ên zarokên xwe di şer de winda kirin re civiyabû. Malbatên tev li civînê bûn, diyar kirin ku ji bo êşên hatine kişandin careke din neyên kişandin divêbi destên hev bigirin û aştiyê pêk bînin.

Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi biryara PKK'ê ya ji bo fesîxkirinê,  nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd zêdetir bûn. Rêxistinên civakî yên sivîl jî hewl didin bi çalakiyên cuda tevkariyê bikin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 21-22'ê Hezîranê de di civîna bi navê "Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edaletê" de malbatên PKK'î û leşkeran ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane anîn cem hev.
 
Dayika Rozerîn Çukur (17) Fahriye Çukur a ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê segvanan ve hatibû kuştin, Fahriye Çukur jî tevli civînê bû. Fahriye Çukur diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got, "Divê êdî rondikên çavan nebarin, dayik negirîn. Em zarokên xwe mezin dikin, ew dikujin, dixin girtîgehê, sirgûn dikin. Dema dewlet gavekê bavêje em du gav diavêjin. Dayikên Kurd û Tirk îro li hev kom bûne. Her wiha em ji bo wan pir xemgîn in. Dîsa jî me xwest ku ev pêk were. Dema zarokên me tên kuştin em bang dikin. Divê dayikên leşker û polîsan jî werin ba me. Em bibin yek, çima zarokên me tên kuştin? Tên me dikujin, dibêjin 'hûn terorîst in'. Keça min xwendekar bû, xwendara lîseyê bû. Xwendekara dewletê bû; dema hat kuştin , bû ' terorîst '. Em aştiyê dixwazin, em qenciyê dixwazin. Polîs, leşker, malbatên gerîla werin em li hev bicivin, em bibin yek. Bila dilê me yek be. Dema em hemû bibin yek, wê dîsa jî aştî pêk were."
 
‘TENÊ DAYIK DIKARIN AŞTIYÊ BÎNIN’
 
Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz da zanîn ku xwîn bi xwînê nayê şûştin û wiha got: “Înşalleh wê careke din deste Kurdan li hewa neyê hiştin, mîna salên bihurî nexapin. Êdî bes e. Dilê dayikên Kurd dişewite, dilê dayikên leşkeran dişewite. Em çareseriyekê ji bo welatê xwe dixwazin, em dixwazin ev xwîn raweste. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Me hezkiriyên xwe winda kir, gundê me şewitî, em rastî îşkenceyê hatin, me girtîgeh dîtin, lê dîsa jî em dayik banga aştiyê dikin. Tenê dayik dikarin vê aştiyê bînin. Eger îro em bi dayikên Tirk re mil bidin hev, ez bawer im wê ev şerê qirêj hê zûtir bê sekinandin. Ji ber ku ew dayik in ku dilê wan dişewite. Ji ber vê yekê dayik ji her tiştî re amade ne. Divê dayikên Tirk ji aştiyê netirsin.”
 
MALBAT AŞTIYÊ DIXWAZIN
 
Şerafettîn Işik diyar kir ku kurê wî Feyzullah Işik li Alemdaga Stenbolê  di sala 2008’an de di leşkeriyê de di bin navê întîxarê de hatiye kuştin. Işik, diyar kir ku ew pêvajoya aştiyê erênî pêşwazî dikin û wiha got: "Bila êdî mirov nemirin, edalet bi ser bikeve. Kurd ji ber ku Kurd in bi neheqî têne kuştin. Malbatên kesên ku bi neheqî hatine kuştin dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Bila ti dayikên din negirîn.”
 
JI BO ROBOSKÊ BANGA RÛBIRÛBÛNÊ
 
Velî Encû ku di nav 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de dema balafirên şer bombe li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê barandin, gelek xizmên wî hatin kuştin, diyar kir ku ew wek malbatên ji Roboskê pêvajoya aştiyê pir hêja dibînin. Encu bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Kurd bi bicihanîna berpirsyariyên xwe gavan diavêjin û anî ziman ku dewletê ti gaveke şênber a ku baweriya Kurdan bi dest bixe, neavêtiye. Encu da xuyakirin ku divê dewlet di dema herî nêz de gavên pêwîst biavêje.
 
Encû da zanîn ku divê ji bo Komkujiya Roboskê hevrûbûn çêbibe û malbat dê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. 
 
KURDÎ ZIMANÊ X NÎN E
 
Hevjîna Mehmet Sîncar, Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasî (DEP) Cîhan Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat qetilkirin got, “Divê nasname û zimanê Kurdî nebe 'X'. Me Kurdan ji bo aştiyê gelek têkoşîn meşand, me berdêl dan. Hevserê min wekîl bû, li Êlihê ew kuştin. Hêzên di nava dewletê de ji ber ku aştiyê naxwazin ew qetil kirin. Gotin, 'Bila rê nedin ku ev rêya demokrasiyê vebe, em yên li ser navê demokrasiyê dixebitin ji holê rakin'. Lê belê bi kuştinê re wê ne gelê Kurd ne jî şexsiyetên demokratîk xilas nebin.”
 
Cîhan Sîncar bal kişan ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî başûrê Kurdistanê û wiha got: "Em hemû li benda aştiyê ne. Lê em naxwazin kes li ser navê aştiyê şer bike. Pêşî divê şeran rawestînin. Ev şerê ku didome çi ye? Eger niyet paqij be, divê di serî de dawî li vî şerî bînin."
 
Cîhan Sîncar bilêv kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê malbatên mexdûr û wiha got: "Pêwîst e her du alî daxwazên xwe bînin ziman. Em bang li wan dikin ku werin û em fikir û mejiyê xwe bikin yek. Sîstema ku ev welat ava kir, di nava xwe de kesî qebûl nake. Zarokên we jî hatin kuştin, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û gundên me hatin valakirin. Me şahidî ji hezaran tiştan re kir. Serokê Gelê Kurd ji bo aştiyê gaveke pir mezin avêt. Weke kesên ku berdêla vê mijarê didin berpirsyariya me ye."
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel
 
 
 
 
 

Sernavên din

09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn