MANÎSA - Li Manîsayê di encama mînîbusa karkeran li kamyonekê qelibî de 5 jê giran 20 karker birîndar bûn.
Mînîbusa ku Nurettîn Kocabaş diajot, karkerên ji Îzmîrê dibir navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê dema li kamyoneke genim barkirî ya parkkirî ya li nêzî Çerxerêya Çepnîdere ya li ser otobana Îzmîr-Enqereyê qelibî. Di qezayê de 5 jê giran 20 karker birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek ekîbên tibî şandin cihê bûyerê. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li derdorê.