ŞIRNEX - Dayikên Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayirê ku di qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê de hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û girtîgeh bên valakirin.
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya ya Şirnexê Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di sala 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê de hatin qetilkirin. Dayikên her sê jinan, têkildarî pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, ji ajansa me re axivîn.
Dayika Sêvê Demîrê, Sakîne Demîr, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Banga birêz Ocalan di cih de ye û hemû dinyayê qebûl kir. Îro Tirk çi dibêjin bila bibêjin lê Kurd êdî azad bûn. Bila kesek nebêje PKK’ê çek berda û êdî em bê parastinin û ditirsin. Em ê rojên hêj xweştir bijîn. Em Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ev pêvajo gihişt armanca xwe. Lê heta ku dewlet gavan neavêje, heta birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe û heta deriyên girtîgehan neyên vekirin dê ev pêvajo pêş nekeve. Dê tu hêz nekarin van destkeftiyên me yên encama têkoşîna me ne ji dest ê me bigirin û dê tu kes nekare me tune bike.”
'DIVÊ ÊDÎ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’
Di berdewamê de Sakîne Demîr ev tişt anî ziman: “Ka em çawa jiyaneke bi wan re qebûl bikin, divê ew jî em qebûl bikin. Gelê Kurd îro ne ku Tirk dê tiştekî bidin wan dê azad bibe, gelê Kurd bi têkoşîna xwe, bi rêya zarokên xwe yên winda kirî dê azad bibe. Li Kurdistanê hûn biçin kîjan kolanê cenazeyek heye, Kurdan ji bo azadiya xwe têkoşîneke giran da. Em ji birêz Abdullah Ocalan bawer in. Madem PKK’ê çek berda, wê demê bila dewlet gavên şênber biavêje.”
'DIVÊ DERIYÊN GIRTÎGEHAN BÊN VEKIRIN’
Dayika Pakîze Nayirê, Behiye Nayir jî anî ziman ku tevî ewqas qetlîam, zilm û neheqiyên giran jî ew aştiyê diparêzin û got: “Em bang li gelê Kurd jî dikin; bi destên hev bigirin û dev ji têkoşîna maf û hiqûqê bernedin. Em naxwazin zirar bigihije tu kesekî. Em spasiya birêz Abdullah Ocalan dikin ku ev pêvajo daye destpêkirin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Tevgera Kurd bi sala ye berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih tîne. Banga me ji bo Bahçelî jî ye; divê gavên pêwîst ên şênber biavêjin.”
Behiye Nayir, alîkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re ya di dema êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bîr xist û got: “Tirkiye qebûl dike ku DAIŞ li wir be lê nexwest gelê Kurd li wir mafên xwe bi dest bixe. Ax axa Kurdan e. Çiyayên me kirin çolistan, dar li vê xakê nehiştin, kaniyên me ziwa kirin, qadên me yên jiyanê tune kirin, gundên me tune kirin, ev li dijî me heqaret e. Daxwaza me ew e ku gundên me bên avakirin, destê xwe ji xaka me bikişînin û jîngehên me dîsa bên avakirin. Dayik û ciwan dikarin aştiyê bînin. Divê ciwan û dayik dest bidin hev û aştiyê bînin.”
'MIROV LI BENDA AVÊTINA GAVAN E’
Dayika Fatma Uyarê, Hatîce Uyar jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û gavên tevgera Kurd avêtî û ev tişt anî ziman: “Lê dewletê hêj tu gav neavêtiye. Ji ewil divê girtîgeh bên valakirin û girtiyên nexweş bên berdan. Hevjînê min jî yek ji girtiyên nexweş e û 14 sal in girtî ye. Ev dewlet ne gavekê diavêje ne jî tiştekî dibêje. Gel li bendê ye ku dewlet gavan biavêje.”
'EM JI OCALAN BAWERIN LÊ JI DEWLETÊ BAWER NÎNIN’
Ji bo pirsa “Gelo dewlet jidil e yan na?” jî Hatîce Uyar ev bersiv da: “Yên ku ev pêvajo dane destpêkirin ew in. Bahçelî bi xwe got; ‘Bila Abdullah Ocalan bê Meclisê û biaxive.’ Me şertên xwe bicih anî lê ew hêj bêdeng in. Em ji xwe û bi birêz Abdullah Ocalan bawer in. Lê baweriya me bi dewletê nayê. Ji ber ku wan hêj tu gavên em jê bawer bikin neavêtine. Hêj jî tehliyeya girtiyên 30 sal in di hundir de asteng dikin. Girtiyên siyasî bernadin. Dibêjin pêvajoya aştiyê lê li hêla din operasyon û bombebaranên wan didomin. Ma em ê çawa jê bawer bikin? Xuyaye ku li holê pêvajoya aştiyê tune ye. Vê dewletê ji bo me tu tiştek nekir. Heke bixwazin Kurd ji wan bawer bikin, wê demê divê gavên şênber biavêjin. Bû 3-4 meh lê hêj jî şertên birêz Abdullah Ocalan cîbicî nekirin û zemîneke hiqûqî ava nekirin. Ev rewş jî baweriya me ya bi pêvajoyê têk dibe. Heke bi rastî jî daxwaza wan hizûr be, wê demê bila gavan biavêjin.”
MA / Zeynep Durgut