STENBOL - Ji Meclisa Ciwanan a HDK’ê Alî Talay diyar kir ku dê di 15-16’ê Hezîranê de konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” li dar bixin û got: “Di konferansê de ji bo me ya girîng helwesta hevpar e.”
Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li eywaneke dawetan a li Kagithaneya Stenbolê amdekariya konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” dike. Dê konferans di 15-16’ê Hezîranê de pêk bê. Dê li ser mijarên hêza dînamîk a ciwanan, sozyalîzm, enternasyolanîzm û têkoşînê nîqaş bên kirin. Tê payîn ku dê gelek rêxistin, sazî û dezgeh beşdarî konferansa ciwanan bibin.
DÊ NÎQAŞÊN LI SER PÊVAJOYÊ BÊN KIRIN
Endamê Meclisa Ciwanan a HDK’ê Alî Talay, destnîşan kir ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û aktorê herî girîng yek jê ciwan in. Talay, diyar kir ku dê di konferansê de bi ciwanên sosyalîst re gotûbêj bikin û got: “Em wek ciwan divê bibin bersiv ji bo vê bangê. Piştî bangê, ciwan di rojên wek 8’ê Adarê, Newrozê, 4’ê Nîsanê, 1’ê Gulanê û 18’ê Gulanê de bêtir ketin rojevê û li tax û kargehan geriyan. Divê em vê yekê mezin bikin. Tax bi tax, mal bi mal bixebitin."
Talay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek kes li dijî pêvajoyê ne. Ji bo çi li dij in, çi ye ya ku wan dixe metirsiyê, ji bo çi di metirsiyê de ne? Divê em vana yek bi yek guhdar bikin. Divê ev pêvajo bê ravekirin. Îro divê ciwan li hember vê pêvajoyê bêdeng nemînin. Lewra em qala sedsalek dikin ku dê çarenûsa me diyar bike. Yên ku dê vî sedsalî bijî em ciwan in. Ji ber vê, em ê gotina xwe bibêjin û gotina xwe di pratîkê de nîşan bidin. Em ê pêvajoya piştî bangê, fikrên xwe, metirsiyên xwe, endîşeyên xwe û berpirsiyariyên xwe nîqaş bikin.”
GIRÎNGIYA ‘RÊXISTINKIRINÊ’
Talay, bal kişand ser çalakiyên ku di 19’ê Adarê de li dijî girtina Serokê Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû destpêkiribû û got: “Çalakî hatin lidarxistin lê piştî çalakiyan Parka Saraçahaneyê ji faşîstan re ma. Dirûşmên nîjadperestî, zayendperestî berz bûn. Mafê ciwanên sosyalîst û ciwanên tevgera azadiya Kurd nema. Ji bo çi wiha bû, gelo em dînamîkên civakê nizanin? Em ê van mijaran jî nîqaş bikin.”
Talay, diyar kir ku armanca wan civakek demokratîk e û wiha pê de çû: “Cewhera civaka demokratîk rastiya gelekî rêxistinkirî ye. Misyona HDK’ê ev e. Wek komunên taxê ji xwe re modeleke rêxistinkirinê ya ji jêr ber bi jora ve esas girtî. Perspektîfên ku bi bangê re hatin di vê çarçoveyê de bûn. Em jî hewl didin ku gel li gorî vê bi rêxistin bikin. Di peyama Rêber Abdullah Ocalan a 4’ê Nîsanê ya bo ciwanan de du sernav hebûn. Yek jê civaka sosyalîst bû ya duyemîn ji ciwanan re gotibû ‘bi rêxistin bin, rêxistin bikin’. Em jî li gorî vê peyamê helw didin ku ciwanan û gel bi rêxistin bikin.”
BANG JI BO CIWANAN
Talay, got ku dê gelek nûnerên rêxistinên ciwanan beşdarî konferansê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê konferansê de her kes dê bikaribe fikrê xwe rave bike. Armanca me ew e ku em konferansek naveroka wê dewlemend li dar bixin. Em di konferansê de ne yekramaniyê, helwesta hevpar girîng dibînin. Ciwanên ku dixwazin aştiyek bi rûmet û mayînde pêk bê bila tev li konferansê bibin. Em hemû hevalên ciwan vedixwînin konferaransa ku em ê di 15-16’ê Hezîranê de li dar bixin. Werin em bi hevre goftûgo bikin, em fikrên xwe parve bikin û têkoşîneke hevpar birêve bibin. Ji bo civakbûyîna vê pêvajoyê em bi hevre bixebitin. Di van rojan de dirûşma ‘Xelasî nîne, ya em ê bi hevre xas bibin kesek xelas nabe’ pir tê bihîstin. Belê kesek bi serê xwe ve xelas nabe. Ger em bi hevre têbikoşin em ê rizgar bibin û serkeftî bin. Ji bo vê yekê, em hemû havalên ciwan vedixwînin konferansê.”
MA / Omer Îbrahîmoglû