ŞIRNEX - Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku pêşnûmepirsên têkildarî talankirina xwezaya herêma Botanê ji hêla Meclisê ve yan bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin û got: “Li dijî xwezaya Botanê şer dane destpêkirin.”
Texrîbata ekolojîk a bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Gabar û Cûdî yên Şirnexê û herêmên Besta, Qeşûran û Komatoyê hatiye destpêkirin, 5 sal in didome. Walîtiya Şirnexê her 15 rojan carekê van herêman li sivîlan qedexe dike û bi birîna daran, bi hinceta lêgerîna petrolê û madenan xwezaya wan tune dike.
Herêma ku gundên wê di salên 90’î de hatin şewitandin, wêrankirin û şêniyên wê hatin koçkirin, bi temamî hate çolkirin. Li gorî rapora Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajar a sala 2023’yan; ji sedî 8’ê daristana bajar hate tunekirin. Tê gotin ku ev talan di nava 2 salên dawî de du qet zêdetir bûye. Wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê Zekî Îrmez, Newroz Uysal û Ayşegul Dogan, ji bo lêkolînkirina texrîbata ekolojîk a li herêmê 18 caran pêşnûmepirs dan Meclisê û xwestin Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Karên Hundir bibersivînin. Di bersivên pir dem piştre hatine dayin de qirkirina daran a li herêmê di bin navê “Ciwankirina herêmê” de hate rewakirin. Du pêşnûmepirsên bi daxwaza lêkolînkirina texrîbata ekolojîk jî hatin redkirin.
Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
JI SALA 2008’AN HETA NIHA DIDOME
Îrmez, diyar kir ku polîtîkayên taybet ên dewletê li dijî Herêma Botanê hene û got: “Salên dirêj e polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Li her devera Kurdistanê wiha dikin. Lêbelê Herêma Botanê ji salên 90’î ve ye rastî polîtîkayeke qirkirinê ya qirêjî tê. Gelek gund hatin şewitandin û valakirin û gel hate koçberkirin. Piştre jî li Elkê û Qilebanê bendav hatin avakirin. Her wiha daristana wan herêman hate tunekirin, gel neçarî koçberiyê kirin. Bi AKP’ê re ji sala 2008'an ve ye li Botanê qirkirineke mezin heye. Li gorî daneyên TUÎK’ê; ji sala 2008’an heta sala 2021’ê ji sedî 8’ê daristana bajar hate tunekirin. Ev dar nehatin şewitandin, tevek hatin birîn. Her çend Midûriyeta Daristanê ya bajar îdiaya ‘ciwankirina daristanê’ bike jî em baş dizanin ka ev bi destê kê tê kirin. Em dizanin ku dewlet bi zanebûn vê polîtîkayê li Botanê dimeşîne.”
PROJEYA ‘RÛXANDINÊ’ YA 2014'AN
Bi domdarî Îrmez anî ziman ku dewlet di çarçoveya plana “rûxandinê” ya sala 2014’an de vê texrîbata ekolojîk mezintir dike û wiha pê de çû: “Bi sala ye li ser ziman, çand û nasnameya me polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Ev polîtîkaye li Botanê berfirehtir tê meşandin. Dewletê di sala 2014’an de plana ‘rûxandinê’ danî pêşiya xwe. Sazî hedef girtin û xwestin tesfiye bikin. Binçavkirin û girtin çêbûn. Piştre jî polîtîkaya ‘qirkirina ekolojîk’ dan pêşiya xwe. Hêj jî li Besta, Cûdî, GAbar û Elkê dar tên birîn.”
PÊŞNÛME BÊBERSIV HATIN HIŞTIN
Di berdewamê de Îrmez daxuyand ku pêşnûmepirsên wan ên ji bo lêkolînkirina texrîbata ekolojîk bêbersiv hatine hiştin an jî hatine paşguhkirin û got: “Ji bo lêkolînkirina vê texrîbata ekolojîk me gelek pêşnûme dan lê tu caran bersiveke me qaneh bike nehate dayîn. Me pêşnûmepirs dan lê ew jî hatin redkirin. Dixwazin herêmê bêdar bihêlin. Li dijî xwezaya Botanê şer dane destpêkirin.”
'SAZIYÊN DEWLETÊ RANTÊ JÊ DIXWIN’
Wekîl Îrmez, destnîşan kir ku saziyên dewletê ji texrîbata ekolojîk a li herêmê rantekî mezin dixwin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem cerdevan hem jî leşker rantekî mezin ji vê qirkirinê dixwin. Leşker herêmê tespît dikin û saziyên têkildarî agahdar dikin. Sazî jî tespîta xwe dike û piştî bi keya û gundiyan da îmzekirin jî dest bi birîna daran dikin. Saziyên dewletê û hinek keya ji vê rantê dixwin. Dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê bidome. Banga me ya ji bo rêxistinên ekolojiyê û parastvanên xwezayê ev e; dest bidin destê gelê Botanê û pêşiya vê qirkirinê bigirin. Ev xwezaya tê tunekirin ne tenê ya Şirnexiyan e, ya me tevan e. Yên vê qirkirinê dikin, dijminên xweza, jiyan û ekolojiyê ne. Divê vê dijminatiyê bi dawî bikin.”
MA / Zeynep Durgut