NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê ji bo dersînorkirina aktîvîstên di keştiya Madleenê de ku desteser kiribû, bir Balafirgeha Tel Avîvê.
Keştiya aydê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition-FFC) ku dixwest alîkariyê bigihîne Xezeyê ya di bin êriş û dorpêça Îsraîlê de, duh ji hêla Îsraîlê ve hate desteserkirin û 12 aktîvîst hatin binçavkirin. Keştiya Madleenê piştre jî tevî keştiyên şer ên Îsraîlê birin Bendergeha Aşdodê.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser platforma X’ê daxuyaniyek da. Wezaretê, ragihand ku ji bo aktîvîstên di keştiyê de li welatên wan vegerînin birine Balafirgeha Ben Gurionê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li bendê ye ku çendek ji rêwiyan di nava çendek saetên pêş de bên veguhestin. Yên îmzekirina belgeyên dersînorkirinê û çûyîna ji Îsraîlê red dikin jî dê li gorî qanûnên Îsraîlê ji bo dersînorkirinê derkevin pêşberî meqamên darazê. Sefîrên rêwiyan li balafirgehê ew pêşwazî kirin.”
Keştiya Madleenê, ji bo balê bikişîne ser şert û mercên li Xezeyê û alîkariyê bigihîne gel, di 1’ê Hezîranê de li bajarê Catania ya Îtalyayê bi rê ket. Di 9’ê Hezîranê de li nêzî Bendergeha Aşdodê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hate desteserkirin.