ENQERE - Komîsyona Mafên Çandinî û Sewalan a DEM Partiyê diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk parçeyekî bingehîn ê têkoşîna parastina xwezayê ye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya parastina xwezayê bidomînin.
Komîsyona Mafên Çandinî û Hawirdorê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê Roja Hawirdorê ya Cîhanê de ku mijara îsal a qirêjiya plastîk e, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di serdemeke welê de ne ku bi destwerdanên kapîtalîst re xeleka xwezayê tê tevizandin. Em şahidin ku krîza ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye afirandin krîza ekolojîk jî kûrtir dike, hewl tê dayîn derfetên nû ji bo berjewendiya sermaye û dewletan a ji krîzan bên afirandin û gelan û xwezayê, hemû saziyên zindî û nejiyanî di nava van krîzan de ji bo hebûnê têdikoşin."
Di daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin ku wê xweza li dijî texrîbata ekolojîk bê parastin û sermaye hewl dide qirêjkirina avhewayê rewa bike. Hat diyarkirin ku di serdemeke wiha de ku kesên qirêj dikin û bûne sedema hilweşandinê hewl didin xwe weke hawirdorparêz nîşan bidin, wê ji bo xwezayê li pey heqîqetê bin û parastina wê bikin.
ABORIYA TÊRKER
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku avakirina jiyanek li ser berdewamiya çerxa xwezayê tenê dema ku axaftinên pêşketinê yên ku tenê bi rêya madenkarî û razemeniyên mezin ên enerjiyê feydeyê didin komên sermayeyê yên herêmî-biyanî-navneteweyî bên terikandin û wiha hat gotin: "Ger xweza weke meta yan jî amûreke razemeniyê neyê dîtin, dema ku dawî li bikaranîna fosîl a sotemeniyê were anîn bêyî ku zerarê bide karkeran, pêkan e. Dema ku hilberîna çandiniyê bi rêbazên ku dikarin cotkaran li gel hawîrdorê xwe biparêzin, zêde bibe mirov dikare polîtîkayên bajarvaniyê pêk bîne ku li ser bingeha bêxwedîkirin, hejarkirin û wêrankirina xwezayê dest ji bajarvaniyê berde û li şûna wê aboriyên hevgirtinê yên xweser ku tê de mezaxtina zêde, ahengiya bi xwezayê re tune ye û bajarvaniya plankirî ya ku ji mafên hemû cureyan re rêzdar e.
QIRÊJIYA PLASTÎK KAPÎTALÎZM BI XWE YE
Di roja hawirdorê ya cîhanê ya îsal de, em dixwazin balê bikşînin ser wê yekê ku mîna hemû encamên din ên rê li ber hilweşîna hawirdorê vedikin, sûcdarê sereke yê qirêjiya plastîk kapîtalîzm bi xwe ye, ku xwezayê weke metayekê dibîne. Li dijî her şêwe êrîşa sermayeyê ku derfetên ji krîzê diafirîne, bi zêdekirina êrîşa li ser mîkroplastîkan re, tevî jinûve vegerandina plastîk, em dixwazin banga sekinandina hilberînê ji bo kêmkirina plastîkên li xwezayê tên berdan, nû bikin.
BEREKETA AXÊ Û CIHÊRENGIYA EKOLOJÎK
Bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê em bibîr dixînin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi têkoşîna parastina cewherî re temam e. Di vê pêvajoyê de em ê têkoşîna xwe bi hemû gel re mezin bikin ji bo civakeke di aştiyê de bi xwezayê re, ku bereketa axê lê zêde dibe, av bi azadî diherike, hewa paqij e û çol û cihêrengiya ekolojîk bêyî destwerdanê dikare bijî."