STENBOL– Parêzera şîrketa krîpto ya ku hevjîna dadgêrekî jê krîpto kirîbû û hatibû xapandin Ayşe Acînîklî li hember biryara tedbîra li ser malê şîrketê bertek nîşan da û wiha got: “Ya ku hatiye xapandin ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin.”
S.B. a ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. ji aliye dekbazan ve bi wadên karkirinê hatibû xapandin û 7 mîlyon 304 hezar û 286 LT winda kiribû. Ji bo vê yekê, biryara tedbîrê ji bo malê xwediyê Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîsbariyê Amîr Lacheheb û 4 xebatkarên wê hate dayîn. Biryara tedbîrê li ser milk û pereyên hate dayîn nirxên wê 2 mîlyon euro ku bi hesabê lîreyê Tirk 88 mîlyon 536 hezar û 800 LT ye.
Parêzera Lacheheb, buyer ji Ajansa Mezopotamyayê nirxand û diyar kir ku bi hinceta şopa pereyên krîpto zehmet e dekbazan pereyê krîpto hilbijartî. Ayşe Acînîklî dest nîşan kir ku dekbazan ji S.B.’ê pereyê krîpto xwestî û S.B.’ê jî çend caran ji wan re şandî û Acînîklî wiha got: “S.B. li ser şirkete muwekîlê me bîtcoîn dikire û dişîne. Ger li ser şîrketeke dîtir jî bistîne dê encam heman be. Wexta hûn ji vir bîtcoîn bikirin tespîta nasnemeyê dikin. Dipirse hûn ê ji kuderê re bişînin û hûn ê çiqas bişînin. Li gorî dawaza mişterî kirar têkirin. S.B. jî bi heman rêbazî kirî. Mijara dekbaziyê ne tişteke di destê parêzer an mexdûr de ye divê dewlet asteng bike. Dekbazên ku li S.B.’ê geriyane niha li ku ne nayê tespîtkirin. Bi rastî dekbaz profesyonel in û ji ber vê yekê şopa wan nayê dîtin.”
‘BI PARÊZER RE PARVE DIKIN KU EW HEVJÎNA DADGÊR E’
Ayşe Acînîklî, diyar kir ku sedema biryarê ji ber ku S.B. hevjîna dadgêr e û wiha axavî: “Hevalên têdihîjin ku emniyet der barê vê mijarê de bi kûrahî lêpirsînê dike. Gelek buyerên wiha diqewimin. Lê cihên ku serî lê bidin gelek kêm e. Eminiyet, piştre bi hevalên me yên parêzer re parve dike ku ya hatiye xapandin hevjîna dadgêre e. Wexra dekbaz nayên dîtin dibêjin “Şîrketa ku kare bîtcoînê dike, xwedî û xebatkarên wan berpisiyar in em ê pereyên xwe ji vana bistînin.” Ger ev kirar li ser şîrketeke dîtir jî bibe dîsa dê encam heman be. Der barê muwekkîl de hinek lêkolînan dikin. Difikirin ku ‘rewşa wî baş e karê bîtcoîn dike, em pereyên xwe ji wî bistînin.’ Piştre li rê digerin ji bo wergirtina pere ji muwekkîl.”
‘MÎNAKÊN DÎTİR’
Ayşe Acînîklî diyar dike ku tu berpirisyariya xwediyê şîrketê Lacheheb nîne û wiha dibêje: “Ger ev kirar li ser bankayê bêkirin dê gerînende û xebatkarên bankayê berpirsiyar bin rewşa me jî heman e. Li ji ber tu kirareke dekbaziyê ku bi rêya bankayê pêkhatî de, xwedî an xebatkarê bankayê nehatiye sûcdarkirin. Niha muwekkîlê me berpirsiyar tê dîtin û hewl didin vî pereyê ji wî wergirin.”
‘KIRARÊN DERHİQÛQÎ ÇI NE?’
Ayşe Acînîklî bibîr xist kû milkên muwekîlê wê bi biryara tedbîrê dest danîne ser û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo destdanînê pêdivî bi girtina hinek raporen heye. Lê di vê dosyayê de rapor nînin. Berê hewece bû rapor wergirin dawiyê desdanînê bikin lê bereksa wê kirine. Ya dîtir ji bo karibin dest deynin ser wan milkan, divê ew milk bi pereyê wê dekbaziyê hatibe qezencikirin. Li ser dosyayê hinek astengî hene. Lê biryara astengiyê ji ber vî sûcî nayê dayîn. Lê biryara astengiyê û destanînê heman dozgerî daye û heman Dadgêriya Cezaya Sulhê qebûl kirî. Li vir bi hawayeke aşkera kirarên derhiqûqî çêbûye. Ez vê yekê jî bibêjim ji ber biryara astengiyê, em naghîjin belgeyan.”
‘DOZGER GOTE DÊ ZİRARA DADGÊR ÇAWA BE’
Ayşe Acînîklî diyar kir ku xwediyê şîrketê hemwelatiyê Tirkiyeyê ye û şîrketên wî li Tirkiyeyê hene, ji ber ewlehiya Lacheheb a hiqûqî nîne loma ji piyaseya Tirkiyeyê vekişiya ye û hêj tu dozek nehatiye vekirin û Acînîklî wiha pê de çû: “Em hewl didin da ku dozê bidin vekirin. Em 2-3 caran çûn ji bo hevdîtina bi dozger. Dozger ji me re got ‘hûn dikarin zirara mexdûr sax bikin, lewre ev yek jî sedema daxistina cezayê ye’. Min jî got ‘li vir tu berpirsiyariya me nîne. Ger hûn dozê vekin jî dê muwekkîl beraet bike. Y asayî ew e ku hûn biryara dozvenekirinê bidin.”
‘BI HEVJÎNA DADGÊR RE 16 5 HEZAR EURO BALKÊŞ’
Acînîklî destnîşan kir ku ev bêhiqûqî ji ber ku ya hatiye xapandin hevjîna dadgêr e tekirin û wiha got: “Ji ber ku ya hatiye xapandin hevjîna dadgêr gelek bêhiqûqî hatin kirin. Di rapora emniyete de heta helwêsta dozger seds her tiştî ew ku ya hatiye xapandin hevjîna dadgêr e. Ez qesda tiştekî nakim lî li hinda hevjîna dadgêrekî 165 hezar euro neqd mijareke balkêş e. Bi zanebûn doz nayê vekirin û tê derengxistin. A rast hewl didin da ku ji muwekkîl pere bistînin. Di merheleya dozgeriyê de dixwazin vê yekê pêkbînin.”
‘TENÊ JI BER KU HEVJÎNÊ WÊ DADGÊR E…’
Ayşe Acînîklî diyar kir ku der barê biryaran de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û der barê dozger û dadgêrê biryar dane de jî serî li Lijneya Dadgêr û Dozgeran daye û wiha got: “Di kîjan rewşê de birayara astengiyê, di kîjan mercan de destanîn tê dayîn” û Acînîklî ragihand ku li ser vê mijarê cih dane agahiyên berfireh û Acînîklî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, binpêkirina qanûnan nayê qebûlkirin. Herê dawî ji me re gotin em li benda rapora MASAK’ê ne û piştî raporê dê dozê vekin. Muwekkîlê min li Tirkiyeyê xwedî kar e, dest danîn ser mal û seyareyên wî. Di pêşerojê de em ji bo xisarê li dozger û dagêran vekin. Muwekkîlê min hatiye asta topavêtinê.”
MA / Omer Îbrahîmoglû