STENBOL - CHP'ê piştî operasyona binçavkirinê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryara civîna awarte da.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de, der heqê 47 kesan de ku şaredarên navçeyan jî di nav de hene biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê yekê rêveberiya CHP'ê ji bo bersivdayînê biryara civîna awarte da. Serokê CHP'yê yê Stenbolê Ozgur Çelik, parlamenterên Stenbolê, endamên PM û YDK'ê, serokên navçeyan, şaredar, serokên bajaran ên rêxistinên jin û ciwanan û rêveberiya koma ÎBB'ê dê li navenda partiyê werin cem hev.