ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivî û got: “Pêvajoyeke Meclis daxil nehatiye kirin serkeftî nîne.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Meclisê çû serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel. Piştî hevdîtinê jî daxuyanî hate dayin. Kurtulmuş, diyar kir ku ew dixwazin CHP piştgiriyê bide pêvajoyê.
‘EM KOMÎSYONÊ PIR GIRÎNG DIBÎNIN’
Ozel jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin avakirina komîsyonê ya di bin sîwana Meclisê de û got: “Em pir girîngiyê bi Tirkiyeyeke bêteror û demokratîk didin. Em her tim dibêjin ku hewceye ev mijar ji hêla komîsyoneke di bin sîwana Meclisê de, bi awayekî mutebeqeta civakî were domandin. Niha derbasî astekî ku komîsyoneke bi vî rengî were avakirin bûne û em vê gelek girîng dibînin. Di vê mijarê de xala herî sereke ew e ka dê ev komîsyona çawa bixebite. Di vê mijarê de me fikrên xwe bi birêz serok re parve kirin. Em ê di demên pêş de aşkera bikin. Pêvajoyeke Meclis nehatiye daxilkirin serkeftî nîne. Ji bo mutebeqetê, divê malbatên şehîd û gaziyan û hemû kesên di vê pêvajoyê de zirar gihiştiyê bên qanehkirin. Ev yek girîng e. Ji vir û şûnde CHP dê piştgiriyê bide hemû xebatên di bin sîwana Meclisê de tên domandin.”