NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Ramazan Demîr têkildarî daxwaza parastinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyeyê axivî û der barê binpêkirinên di dema qedexeyên Cizîrê de got, "Bendewariya me darizandineke bi lez û adîl e ku sûcên li dijî mirovahiyê tespît dike."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê mafê jiyanê yê kesên di navbera salên 2015-2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de jiyana xwe ji dest dan û binpêkirina mafên mirovan ên di dema qedexeya derketina derve de rû dan de, daxwaza parastinê ji Tirkiyeyê kir.
DMME’yê pirsî di operasyonên leşkerî de mafê jiyanê yê kesên serlêdan kirine hatiye binpêkirin an na, derbarê jiyana sivîlan de tedbîrên pêwîst hatine girtin an na, ji bo kesên birîndar alîkariya tibî hatiye kirin an na û lêpirsînên têkildar hatine kirin an na.
DAXWAZA BIRYAREKE ADILANE
Parêzer Ramazan Demîr biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nirxand. Demîr diyar kir ku DMME ‘parastineke cidî û berfireh' dixwaze û bal kişand ser danîşîna ku di sala 2019’an de li DMME'yê hatiye dîtin û wiha got: "Wê rojê me belge nîşanî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan ku wê çawa hikum bike, dozger û meqamên din ên dadgeriyê bi çi rengî nêzî rewşê bûne. Lê belê tevî van belgeyan jî DMME'yê diyar kir ku dixwaze bibîne bê AYM wê di vê mijarê de çi biryarê bide û ji wijdana AYM’ê re hişt. Em mafdar derketin. AYM’ê gotinên dewletê ji xwe re esas girt û hemû serlêdan red kir. Tiştên ku qewimîn bandor li malbat û mexdûran kir û 7 sal bêencam man.”
Demîr daxwaza edaletê kir û wiha axivî: "Bendewariya me ji DMME darizandineke lezgîn û adîl e ku sûcên li dijî mirovahiyê yên têkildarî mirinan tespît dike, raporên rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe li ber çavan bigirin."
PIRSÊN LI BENDA BERSIVANDINÊ
DMME’yê xwest Tirkiye bersiva van pirsan bide:
“* Mafê jiyanê yê xizmên serlêdêran, di çarçoveya xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de, di dema operasyonên leşkerî yên di pêvajoya qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, ji ber bikaranîna hêzê ya ji hêla dewletê ve hatiye binpêkirin an na?
* Rayedarên ewlehiyê yên plansaziya operasyonê kirin û birêve birin, ji bo parastina jiyana sivîlan bi hişyarî tevgeriyane yan na? Bi taybet jî di dema destpêkirin û domandina operasyonan de, ji bo parastina sivîlan li herêmê tevdîrên pêwîst hatine girtin an na?
* Dewletê, di çarçoveya parastina jiyana xizmên serlêdêran de, bi nedayîna alîkariyê ya ji bo gihandina alîkariya tibbî – bi taybet jî bi astengkirina ambulansên ji bo birîndarên di jêrzemînê de hatine şandin re - gelo xala 2’yemîn a Peymanê binpê kiriye yan na?
* Meqamên peywirdar ên dewletê heta demekî dirêj birîndarên banga alîkariyê dikirin dan sekinandin, hin ji van birîndaran piştre jiyana xwe ji dest dan û di hinek bûyeran de jî birîndar şewitandin û rê li ber mirina wan vekirin. Gelo ev yek, di mijara binpêkirina mafê jiyanê de yekser berpirsyartiya dewletê bi xwe re tîne yan na?
* Di çarçoveya parastina mafê jiyanê ya ji hêla usûlê ve, lêpirsînên hiqûqa navxweyî yên têkildarî mirinên li Cizîrê, li gorî xala 2’yemîn a PMME’yê bi awayekî bandor, bêalî û şefaf hatiye kirin an na?
* Helwesta meqamên edlî ya Tirk ya li dijî mirina xizmên serlêdêran, gelo berpirsyartiya rayedarên dewletê ya di bûyerê de derxistiye holê yan na? Gelo mirov dikare bibêje sererastkirinên ku mafê jiyanê misoger dike bi awayekî bandor hatine cîbicîkirin?
* Lêpirsîn an jî pêvajoyên darazê - hem di qonaxa ewil a bûyerê de hem jî di qonaxa AYM’ê de - biqasî tê xwestin bilez, bi cidiyet û bêalî hatiye meşandin?
* Meqamên dozgeriyê yên lêpirsîn meşandin, gelo ji bo ronîkirina bûyerê, hemû delîlên şênber ên li ber destê xwe û hemû derfet bi kar anîne?
* Lêpirsînên hatine meşandin, gelo ji bo parastina menfaetên rewa yên serlêdêran ên têkildarî bûyeran, çiqas dikariyan xwe bigihîninê?”
ÇI BÛBÛ?
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan berdewam kir. Di 7’ê Sibata 2016’an dema qedexe didomiya, 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê man û tevek jî hatin şewitandin û qetilkirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo tiştên li wir qewimîn pênaseya “tabloya mîna qiyametê” kir.
HINEK CENAZE HÊJ WINDA NE
Di jêrzemîna yekemîn ku di nava raya giştî de rê li ber bertekên mezin vekir û gelek kes ji ber nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan de 31 kesan, di jêrzemîna duyemîn de 62 kesan û di jêrzemîna sêyemîn de jî 44 kesan canê xwe ji dest dan. Di jêrzemînên behsa xeberê de Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel, rojnameger Rohat Aktaş, endamên PM’a DBP’ê, hunermendên NÇM’ê, endamên KJA’yê, gelek xwendekar û zarok jî hebûn.
Cenazeyên hin kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin hêj jî nehatine dîtin.
LI SER JÊRZEMÎNAN AVAHIYÊN TOKÎ’YAN ÇÊKIRIN
Piştî bûyeran, avahî hatin hilweşandin, qad bi molozan hate dagirtin û TOKÎ’yê li ser wan hestiyan avahî ava kir.
Tevî hemû hewldanan jî piraniya lêpirsînên têkildarî kesên hatine qetilkirin de bi biryara “neşopandinê” biencam bûn. Di gelek biryarên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin dayin de ji bo mirinan biryara “Li gorî hiqûqê ye” hat dayin.
Parêzeran, têkildarî kesên hatine qetilkirin serî li DMME’yê dan.
DMME’yê di 13’ê Mijdara 2019’an de danişîn li dar xist. DMME’yê di danişîna li ser qebûlkirin û esasê lidarxistî de biryara xwe piştre aşkera kir û doz “nayê qebûlkirin” nirxand. DMME’yê, îdia kir ku li gorî xala 35’an a PMME’yê hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatine bikaranîn.
Li ser vê yekê Parêzeran serî li AYM’ê dan.
MA / Azad Altay