AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Hiqûqa xwişk-biratiyê” û got: “Hiqûqa biratiyê ya birêz Ocalan qala wê dike, hiqûqa wekheviyê ye. Ev hiqûq dê li Meclisê bi pratîkê teşe bigire.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê “Civîna Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li dar dixe. Civîn, bi dirûşma “Bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk re ber bi civaka demokratîk ve” tê lidarxistin. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên bajar û navçeyan beşdar bûn.
‘BERPIRSYARTÎ ZÊDETIR BÛ’
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ji ewil axivî û got ku ew hem di mijara xizmeta ji gel re hem jî di mijara aştiyê bihêvî ne. Hevşaredar Serra Bucak jî diyar kir ku ew ê di civîna du rojan de saleke xwe binirxînin, dê nîqaşan bimeşînin û got ku di demeke qala avakirina aştiya civakî tê kirin de berpirsyartiya wan mezintir bûye.
Piştre jî sînevîzyoneke tecrûbe û têkoşîna siyaseta Kurd a rêveberiyên herêmî vedibêje hate pêşandan.
KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE BI BÎR ANÎ
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, ji ewil Endamê Şandeya Îmraliyê Sureyya Sureyya Onder, şaredar Edîp Solmaz, Nadîr Temel û Terzî Fîkrî bi bîr anî û girtiyên siyasî silav kir.
HÊZÊN HEGEMON DI KRÎZÊ DE NE
Bakirhan, bi domdarî got ku siyaseta kûrewî û hêzên hegemonîk krîz û kaoseke mezin dijîn û li şûna texrîbata heyî ji holê rakin, hewl didin bi rêbazên klasîk vê kaosê ji holê rakin. Bakirhan, got ku demokrasiya li cîhanê paş dikeve, rejîmên yekperest û otorîter bihêztir dibin. Bakirhan, got ku li Rojhilata Navîn û cîhanê hewcehî bi aştiyê heye. Bakirhan, ew li gel aştiya Tirkiye, Tirk û Kurdan e.
Bakirhan, got ku têkiliyên Kurd û Tirkan xwedî rabûrdiyeke qedîm in û divê ev têkilî li ser zemîneke demokratîk jinûve bên avakirin.
‘HIQÛQA XWIŞK-BIRATIYÊ HIQÛQA WEKHEVIYÊ YE’
Bakirhan, bi domdarî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Hiqûqa xwişk-biratiyê û pemaneke nû ya civakî” bi bîr xist û got: “Hiqûqa xwişk-biratiyê, wekî birêz Ocalan jî gotî hiqûqa wekheviyê ye. Jiyaneke wekhev a li ser zemîna demokratîk e. Peymana civakî ya nû tê wateya Tirkiyeyeke xurt a xwe dispêre hiqûqa wekhevî û xwişk-biratiyê û li ser vî esasî mezin dibe. Rêveberiyên herêmî jî di navenda hiqûqa xwişk-biratiyê û peymana civakî ya nû de cih digirin. Her gava li herêman, her sepana pergalê ya li herêmê dê di rojên pêş de nîşan bide ka çiqasî nêzî peyamana civakî ya birêz Ocalan qala wê dike. Bi rastî jî têkiliyên Kurd û Tirkan dê li ser zemîna herêman derkeve holê û mezin bibe. Dê bibe nîşaneya jidilbûna îktîdarê.
AŞTÎ DI HEMAN DEMÊ DE HIQÛQÎ YE
Divê dewlet gavan biavêje û pêvajoya hiqûqî bixe meriyetê. Ev mijar jiyanî ye. Meclis, yek ji navnîşanên sereke ya vê pêvajoya hiqûqî ye. Ev hiqûqa xwişk-biratiyê û peymana civakî dê bi gavên li Meclisê tên avakirin ve teşe bigirin. Çima Meclis? Ji ber ku aştî ne tenê civakî ye, her wiha hiqûqî ye. Zemîna hiqûqî dê li Meclisê bê avakirin. Çima Meclis? Ji ber ku hêviyên baş têr nakin, divê aştî bi qanûnan were misogerkirin.
DIVÊ QEYÛMAN PAŞVE BIKIŞÎNIN
10 jê şaredariyên me bi giştî li 13 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin. Hevşaredarên me hêj girtî tên darizandin. Divê pergala qeyûm bê bidawîkirin. Em ê hiqûqa xwişk-biratiyê çawa ji xelkê Sêrtê re vebêjin? Her roj dema li pêşiya şaredariyê derbas dibe dibîne ku îradeya wan hatiy xespkirin. Wê demê dê çawa bawer bike? Lewma divê rêveber li herêmê binêrin û hiqûqa xwişk-biratiyê li herêman xurt bikin. Di vê çarçoveyê de jî divê qeyûm paşve bên kişandin, hevşaredarên me bên berdan û dîsa li peywira xwe vegerin.
Rêveberiyên herêmî, ji bo demokratîkbûnê, mîna pir û nexşerêyê ne. Dema em qala rêveberiyên herêmî dikin, em dibêjin ku divê pergala navendperestiyê ji holê were rakirin û em qebûl nakin. Tekane temînata pêşeroja vî welatî, demokrasiya herêmî ye. Divê demokrasiya herêmî bê xurtkirin.”
‘MEDYA ZIRARÊ DIDE AŞTIYÊ’
Bakirhan, zimanê medyayê yê têkildarî pêvajoya heyî renxe kir û xwest ku her kes zimanekî pêvajoya aştiyê xurt dike bi kar bîne. Bakirhan, got: “Civaka demokratîk bi zimaneke demokratîk dikare were avakirin. Pêvajoya aştiyê bi ziman teşe digire. Zimanê li ser medyaya îktîdarê tê bikaranîn pir nebaş e. Ev ziman, zirareke mezin dide aştiya civakî. Em bang li medyaya îktîdarê dikin ku dev ji vî zimanê xwe berdin. Em vî zimanê jirêzê, bêpîvan, aciz dike red dikin. Ma dê aştiya civakî ya sedsalî ya Tirkiyeyê çawa bi van şexsiyetên biçûk re were nîqaşkirin? Çi ye? Dibêje divê em gotina girtiyên siyasî bi kar neyînin. Em ji şêwirmend re dibêjin şêwirmend, ji girtiyên siyasî re dibêjin girtiyên siyasî. Dibêjî qey hiqûq heye, kes ji ber fikrên xwe girtî nîne, demokrasî heye û em jî dê nebêjin girtiyên siyasî. Divê dev ji vî zimanî berdin.
EM Ê JI BO HIQÛQA XWIŞK-BIRATIYÊ BIXEBITIN
Aştî dê li herêman aj bide. Weke şaredariyan me heta niha ji bo aştiyê gelek tişt kirin. Em dikevin serdemeke nû û dê tu tişt mîna berê nebe. Di vê serdemê de pêdivî bi zimanekî nû heye. Divê em pratîkeke xurtir raber bikin. Heke di serê gel de pirs û guman hebin jî peywira we ye ku hûn di navbera wan û pêvajoyê de bibin pirek. Ji bo birêz Ocalan ku ji bo vê pêvajoyê kedeke mezin da û da destpêkirin û ji bo hiqûqa xwişk-biratiyê divê em 24 saetan bixebitin. Ez ji we rica dikim ku hûn bi pratîk û seknekî pêwîst pêşengtiya vê bikin. Pêşeroja pêvajoya çareseriyê, girêdayî îradeya rêveberiyên herêmî ye. Heke em vê îradeyê baş bi kar bînin, em ê aştiyeke birûmet bînin xaka Kurdan û Tirkiyeyê.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.