AMED - Jinên beşdarî ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bûn, banga zêdekirina bernameyên bi vî rengî kirin.
‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dewam dike. Civîna ku li Qada Şêx Seîd destpê kir wê heta 25'ê Gulanê bidome. Li standên ku li qadê hatine danîn, jin berhemên ku di dewreyên ku ji aliyê şaredariyê ve hatine dayîn, difiroşin. Jinan daxwaza zêdekirina çalakî û bernameyên bi vî rengî kirin.
BI HILBERÎNÊN XWE CÎHANÊ BEDEW DIKIN
Xwendekara qursa dirûtin û neqişkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mizgîn Kûmral wiha got: "Ev bername hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve gelekî bi kêr hatin. Kursên dirûtinê û neqşkirinê yên girêdayî şaredariyan hene. Em berhemên ku em li wir hildiberînin tînin û li vir difiroşin. Şaredariyê bi vê însiyatîfê nîşan da ku qîmetê dide têkoşîn û hewldanên jinan. Beriya van bûyerên ji aliyê şaredariyê ve hatin organîzekirin, jiyana me li dora mal û zarokan şîn bû. Niha, em di nava lepên xweşik da ne. Di kursên em beşdar dibin de weke jin em piştgiriyê didin hev. Em dixwazin kombûnên bi vî rengî zêde bikin. Her wiha pêwîst e xwe bigihînin hemû jinan û wan tevlî bûyerên bi vî rengî bikin."
Xwendekara Kursa Hunerên Destan a Şaredariya Peyasê Sumeyye Yildiz got ku jin bi tiştê hildiberîne cîhanê bedew dike.
'EV HEVDÎTIN GAVEK E'
Xebatkara Navenda Piştgiriya Malbatê ya Şaredariya Sûrê Meryem Kaya ku berhemên mîna tablo û kîsên tên çêkirin difiroşe û wiha axivî: "Ev hevdîtin ji bo me gavek e. Em dixwazin ev hewldan ne tenê li vir li tevahiya cîhanê belav bibin. Armanca me ber bi vê ve ye. Jin gelekî jêhatî ne, lê belê ev behre ji ber ku bi malên xwe ve girtî ne, nayên dîtin. Em hewl didin alîkariya jinên ku di malên xwe de asê mane bikin da ku derkevin derve. Bernameyên bi vî rengî baş in. Ji ber vê yekê, eger seknên bi vî rengî zêde bûya, wê ji bo me gelekî baş bûya. Kursên ku di bin sîwana şaredariyê de hatine birêxistinkirin, ji aliyê psîkolojîk ve jî feydeyê didin jinan. Dema jin tên kursê, mîna ku ji bo tedawiyê hatine, hîs dikin. Ji ber vê yekê divê ev hewldan bên zêdekirin."
'DIVÊ DEMA KURSÊ BÊ ZÊDEKIRIN'
Songul Opçîn a ku di bernameyê de patîle difiroşe got, "Ez jî tevlî kursa dirûtin û neqşê ya ji aliyê şaredariyê, dibim. Lê me xwest di vê çalakiyê de rûkenî bifiroşin û şaredariyê destûr da. Dewreyên şaredariyê 3 mehan dewam dikin. Lê belê, ev dem dikare heta 7 mehan an jî heta 1 salan jî bê dirêjkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ku berdarî pêk were divê dem hinekî dirêjtir be."
MA / Heval Onkol