ŞIRNEX - Kurê Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin, Mehmet Înan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got, "Eger em bêjin 'aştî', mafê kesên berdêl nadin nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'."
Malbatên ku hezkiriyên xwe di dema pevçûna li Kurdistanê de winda kirin, piştgiriyeke mezin didin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' û biryarên kongreya PKK'ê. Tevî ku gavavêtinên dewletê/hikûmetê yên li ser pêwîstiyên pêvajoyê, xemsariya li ser rewşê zêde dike jî, malbat hê bi hêvî ne ku çareserî û aştî pêk were. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 19'ê Kanûna 2015'an de dema qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li kolanê hatibû hiştin, yek ji wan malbatan e ji bo serkeftina pêvajoyê hêvîdar e.
'EM BAWER DIKIN KU WÊ BI SER BIKEVE'
Kurê Taybet Înan Mehmet Înan diyar kir ku banga Ocalan hêviyên wan zêde dike û wiha got: "Baweriya me tam e ku pêvajoya di bin serokatiya Birêz Abdullah Ocalan de hatiye destpêkirin wê bi ser bikeve. Lê belê em niha dixwazin ne tenê gelê Kurd, aliyê din jî gavan biavêje. Dewlet ji bilî ku destê xwe dirêjî gelê Kurd bike ti çareya wê nîne û ji neçariyê jî ev pêk aniye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê dewlet gavê biavêje'
'DIVÊ EM FIRSENDÊ JI DEST BERNEDIN'
Înan da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde û aştiyê divê rûbirûbûn pêk bê û wiha axivî: "Pêwîste berpirsyarên kesên di salên 90'î de hatine qetilkirin û yên di dema qedexeyên derketina derve de hatine qetilkirin bên aşkerakirin û hesab ji wan bê pirsîn. Em her tim aştiyê dixwazin û her tim ji bo vê yekê têdikoşin. Niha tişta ku em piştgiriyê didin aştî ye. Me ji bo vê berdêlên giranbuha dan, lê em her tim ji lihevkirinê re amade ne. Tevî her tiştên li me hatine kirin jî em dibêjin 'aştî'. Divê dayikên Tirk ên di vî şerî de zarokên xwe winda kirine jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bi salan her du aliyan berdêl dan. Niha fersendek heye û divê em vê fersendê ji dest bernedin. Divê em li ser heman maseyê rûnên û pirsgirêkê çareser bikin. Gelê Kurd tiştên pêwîst kiriye, niha dem hatiye ku dewlet gavê biavêje."
'DIVÊ EM LI BANGAWAZIYÊ XWEDÎ DERKEVIN'
Înan anî ziman ku weke malbateke Kurd ku berdêleke bi vî rengî daye û zilm dîtiye, eger em bêjin 'aştî', mafê kesî nîne ku vê berdêlê nedaye bêje 'em aştiyê naxwazin' û wiha got: "Cenazeyê dayika min 7 rojan li erdê ma, lê em destekê didin aştiyê. Pêwîste her kes tevkariyê bike û ji bo aştiyê çi pêwîst be wê bike. Em Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo Ereb, Fars, Çerkez û hemû gelên din jî aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi hev re bijîn. Em baweriya xwe bi partiya xwe tînin û dê heta dawî li gel wan bin."
Înan destnîşan kir ku divê şert û mercên fîzîkî yên Ocalan bên başkirin û wiha dewam kir: "Mîmar û aktorê sereke yê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê divê şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan bên başkirin. Dema şert û mercên fîzîkî werin başkirin, hingî em ê baweriya xwe bi samîmiyeta dewletê ya di pêvajoyê de bînin. Ev pêvajo wiha nameşe; lazime her kes pê re hevdîtinê bike û lazime bi her kesî re giftûgo bike û nêrînên xwe kom bike. Divê em li bangewaziyê xwedî derkevin."
MA / Zeynep Durgut