Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê

  • rojane
  • 11:30 21 Gulan 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Serokê Weqfa Azadiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku divê rewşenbîr, rêxistinên civakî bibin kirdeyên pêvajoyê.
 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demoratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 5-7’ê Gulanê de PKK’ê kongreya 12’mîn li dar xist û biryara “bidawîkirina xebatan" da. Piştî biryarê, her kes li benda gavên ku dê îktîdar biavêje ma. Di vê navberê de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û CHP’ê banga damezrandina komîsyonê li Meclisê kirin. Gelek saziyên civakî, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ji bo piştgiriyê aştiyê daxuyanî dan. Daxuyaniyên ji bo aştiya civakî bi navê “Azadî û Demokrasî Ji bo me Hemûyan”, “Komek Rewşenbîrên Misilman” û Forumên Aştiyê hatin lidarxistin. Xala hevpar a parêzvanên mafên mirovan û yên aştiyê, rewşenbîr û ronakbîran der barê piştgiriyê û gavavêtina desthilatê bû.
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, erka saziyên civakî, rewşenbîr, nivîkar û hunermendan nirxand û bibîr xist ku gelek daxuyanî dane û ji 7’ê Kanûnê heta niha 3 komxebat û gelek panel û civîn lidarxistine. Tahmaz, diyar kir ku bi gelek partiyên siyasî û saziyan re hevdîtîn kirine û got: “Ya em dibînin ew e ku Tirkiye sedema geşedanên li herêmê ev gav avêtiye. Dewletê li gorî xwe planek amade kir. Ev plan naşibihe pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê. Faktora herî girîng ew e ku dewlet di nava lêgerîna de ye û Abdullah Ocalan jî serdema têkoşîna çekdarî bi biryarek radîkal veguhert. Lê ya ku pêvajoyê diyar dike peyama Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bû ku tê de vedigot dê têkoşînê veguherînin zemîna siyasî û hiqûqî. Ev firsendek e dîrokî ye ji bo vî welatî, herêmê û yên têkoşîna aştiyê dikin. Ev pêvajo ji Cotmehê ve heta niha bê kêmasî rêve diçe. Tu nîşaneyek der barê xitimandinê de tune. Ji vê şûn de ya ku dê bibe mifte ji bo vekirina pêvajoyê ew e ku hikûmet di guftûgoyên bi Abdullah Ocalan re gavên dikeve para wê biavêje. Miqabilê çekdanînê divê li hemû Tirkiyeyê pêşî li siyaseta dmeokratîk bê vekirin." 
 
 ‘PÊDIVÎ BI KOMÎSYONEK RAYEDAR HEYE’
 
Tahmaz, ragihand ku pêvajo ne li gorî serpêhatiyên dîrokî ne, lê di wexteke kurt de nikarin qala çareseriyekê bikin. Tahmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewre em qala rêxistineke 3-5 hezarî nakin. Li gorî hinekan 20-30 hezar kes in. Di heman deme de du qatê vê hejmarê jî li girtîgehan û penaberên siyasetmedar hene li Ewropayê. Li tu dera cîhanê pirgirêkek ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê beşdar bûne nîn e. Gelo em qala pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dikin an qala jinûevaavakirina Sûriyeyê dikin? Mijar ewqasî tevlihev bûye. Ji ber geşedanên li herêmê gelek aktor û welat hene dixwazin pêvajo encam nebe. Ji bo çareseriya van divê zimanê siyasetê bê guhertin. Bi zimanê şer ev tişt çareser nabe. Bi zimanekî hegemonîk û serdest ve nabe, divê zimanek ji guftûgoyan re vekirî be. Ya duyemîn divê ev pêvajo ji parlemento dest pê bike û bibe malê civakê. Bi tevdîrên îdarî ve ev pêvajo rêvenaçe, divê zemînek qanûnî û guhertinên binyadî bê kirin. Ji bo xebata pêşvebirina pêvajoyê divê Meclîs îradeyek avabike û hewcedarî bi komîsyonek rayedar li ser navê aştiyê heye.”
 
 
‘NE LI BENDA TUNEBÛNA FIKRÎ BIN'
 
Tahmaz, bertek nîşanî rexneyên têkildarî biryarên kongreya PKK’ê  da û ev tişt anî ziman: "Bi gotina 'hûn hêj fikrên xwe yên diparêzin' rexne dikin. Di vê nêzikatiyê de handîkapek heye. Hûn dixwazin dawî li hebûna çekdariya PKK’ê bînin an hûn dixwazin ji hêla fikrî ve tune bibe? Li her devera cîhanê Kurd hene. Li hemû cîhanê li ser xeta polîtîk a PKK’ê hesasiyetek civakî heye. Hûn dixwazin ev fikir ji holê rabe lê tiştekî wiha dê nebe. Ji bo veguherîn hêsantir bibe, divê ziman, rê û rêbaz biguherin. Wekî Ocalan gotiye, divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Guhertinên berfireh û pêşketin, bi reformên hiqûqî pêkan e." 
 
 ‘AŞTIYA CIVAKÎ’
 
Tahmaz, diyar kir ku heta niha ev pêvajo bi civakê re nehatiye parvekirin û dê ev rewş nedome. Tahmaz, destnîşan kir ku bi razîbûna MHP, AKP û bi DEM Partiyê ve ev meseleye çareser nabe. got: "Li hemû navçeyên 81 bajaran mexdûrên şer û alî hene. Divê ev pêvajo têkeve rêyek ku bê nîjadperestan riza hemû kesan bê girtin. Dê çaresi wiha bibe. Gavên ji bo beşdariya kesên çek danîne di nava civaka demokratîk de jî wiha dibe. Li Tirkiyeyê rastiyek civakî heye ku li gorî helwesta rêberên siyasî nêzî aştiyê dibin divê ev bê guhertin. Ji bo vê em ne bi xwe re biaxivin bi axaftina kesên dîtir re rê vedibe. Kesên bi hevre bijîn ger ji îradeya jiyanê bawernekiribin dê bi wextê re em ê bi pevçûnên çekdarî derbasî yê siyasî bibin. Hemû civak bi aştiyê ve biserdikeve. Biryara çekdanînê ve dê atmosfera Rojhilata Navîn biguhere. Ji bo vê yekê divê bêtir bi cesaret em tebigerin û tirsa xwe bişkînin. Em vî karî li benda deshilatê an siyasetmedaran nehêlin. Di her kes berpirsyar be. Jixwe di banga Ocalan de dibêje aştiya civakî. Her kes gotin û tevgera xwe ji bo pêdiviyên aştiyê cih bîne." 
 
‘EM TENÊ NEBIN PIŞTEVAN DIVÊ EM BIBIN KIRDE'
 
Tahmaz, diyar kir ku divê her kes pirsa "Gelo ez dikarim çi bikim" ji xwe bike û axaftina xwe wiha qedand: "Di hişê dewletê de girtina çeken PKK’ê heye. Armanca aliye Kurd jî tiştek din e. Banga civaka aştî û demokrasiye dikin. Asoya deshilatê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê tune. Em dikarin vê ji nû ve dizaynkirina siyasetê û siyaseta demokratîk ve pêk bînin. Divê saziyên civakî, hêzên demokrasiye, rewşenbîr û mûxalefet li ser vê yekê lêhûr bibin. Niha pêvajo li gorî biryarên hikûmetê pêş dikeve. Divê ji vir derkeve. Ez difikirim ku em gihîştin vê astê. Ger pêvajo birêveneçe her ji aliye ve dê kesên ku bibêjin ‘xuya bû dê wiha bibe’ derkevin. Ger ev pêvajo wek a 2015 bi hêsanî bê qedandin dê berdêlên wê yên civakî û siyasî ji yên berê cuda bin. Ji bo vê divê em laşe xwe têxin ber deriyê ku ji bo aştiyê hatiye vekirin. Ger ev derî were girtin em ê gelek tiştan wenda bikin û ger vebe em ê gelek tiştan qezenc bikin. Bi rewşenbîr, saziyên civakî ve em tenê nebin piştgirê pêvajoyê em bibin kirdeyên wê. Em ê vê  ji ne bi vegotina tiştên neyînê, bi zimanê ku pêdiviyan vedibêje ve bikin.” 
 
MA / Tolga Guney 

Sernavên din

09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû