Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî

WAN - Nivîskaran diyar kirin ku ji bo çaeseriyê divê ji ewil bi sererastkirinên di qanûn de re statuyeke fermî ya Kurdî were qebûlkirin û gotin ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji wê demê ve ye nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Yek ji mijara tê nîqaşkirin jî rewşa zimanê Kurdî ye. Tê xwestin ku astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Kesên beşdarî “Sempozyuma zimanê Kurdî” ya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê bûn ku di navbera 17-18’ê Gulanê de hat lidarxistin, diyar kirin ku ew amade ne ji her alî ve piştgiriyê bidin pêvajoyê. 
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, nivîskar Dr. Dilawer Zeraq, nivîskar Adar Jiyan û Hevberdevka Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli diyar kirin ku divê polîtîkayên înkar û pişaftinê bên bidawîkirin. 
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’ 
    
Şerefxan Cizîrî diyar kir ku pirsgirêka ziman pirsgirêka tevahiya gelê Kurd e û got: “Dema astengiyên li pêşiya wê hatin rakirin dê Kurdî bigihije wî cihê heq dike. Heke dewlet jidil be, divê ji ewil ji mafên qanûnî yên Kurdî dest pê bike. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê mirov dê bibêje ku jidil in. Heke statuya Kurdî nedin, wê demê tiştekî em rûnin û biaxivin tune ye. Rayedarên Tirkiyeyê dema balê dikişînin ser polîtîkayên nîjadperest ên welatên din, polîtîkayên li dijî Kurdan jinedîtî ve tên. Divê zemîna hemû maf û pênaseyên ji bo Kurdî bên avakirin. Zimanê me, hebûn û rengê me ye. Heke em bixwazin xwe biparêzin, divê ji ewil em ziman biparêzin. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin. Weke nivîskar, dixwazim piştgiriyê bidim pêvajoyê.” 
 
‘DIVÊ HER KES TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE PÊK BÎNE’ 
 
Nivîskar Dilawer Zeraq jî diyar kir ku ji pêvajoya hatiye destpêkirin keyfxweş e û ev tişt anî ziman: “Mijara herî girîng a pêvajoyê statuya zimanê Kurdî ye. Divê Kurdî bibe zimanê perwerde û akademiyê. Divê pergala wê jî Kurd diyar bikin. Ji ber ku naveroka pergalê girîng e. Di mijara pêşxistina ziman de divê her kes tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Weke nivîskarên Kurd, ez xwe mecbûr hîs dikim ku beşdarî xebatên têkildarî ziman bibim. Çi bikeve ser milê min ez ê bikim.” 
 
 ‘DIVÊ STATUYA FERMÎ YA ZIMANÊ KURDÎ HEBE’ 
 
Nivîskar Adar Jiyan jî anî ziman ku divê her kes ji bo zimanê dayikê biisrar be û wiha pê de çû: “Ferz e ku pergal daxwazên gelê Kurd qebûl bike. Heke em xwedî lê dernekevin dê tu mafên me nemînin. Bi vê pêvajoyê re divê Kurdî di Destûra Bingehîn de cih bigire. Perwerdeya bi zimanê dayikê ferz e. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Ger her kes xwedî li ziman derkeve dewlet dê nas bike. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Berpirsyartiya ewil jî dikeve ser milê zimanzanan. Ez dixwazim di vê pêvajoyê de cih bigirim û tişta dikeve ser milê xwe pêk bînim.” 
 
‘ZIMAN NASNAMEYA GEL E’
 
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî ev tişt anî ziman: “Ziman, nasnameya gelekî ye. Di vê nasnameyê de jî dîrok û hafize heye. Heke zimanek were qedexekirin, wê demê mîrateya kolektîf tê tunekirin. Lewma statuya ziman statuya gelê me ye. Divê zimanek serbet û yê din qedexe nebe. Ziman dê bi xwe re aştiya civakî bîne. Ji ewil divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Jixwe heke Kurdî bibe zimanê fermî, wê demê dê aştî jî çêbibe. Hemû dinyayê dît ku yek dewet, yek milet, yekziman bi xwe re aştiyê nayîne. Heke em girîngiyê nedin zimanê xwe dê bihele û tune bibe. Lewma em statuya pirzimanî dixwazin.” 
 
 

Sernavên din

16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne