STENBOL – Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku di biryarên kongreya PKK'ê de vegotina armanca sosyalîzmê girîng e û wiha got: "Armanca ku danîne pêşiya me tiştekî bi heybet e. Dema ku armanceke rizgariya gerdûnî hebe divê em vê li ber çavan bigirin."
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' îlan kir, PKK'ê Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û ragihand ku 'dawî li çalakiyên xwe tînin'. Li dû biryara PKK'ê, bangên ji bo gavên ku dewlet bavêje dewam dikin.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Hakan Ozturk têkildarî geşedanan nirxandin kir.
'BIRYARA PKK'Ê ERÊNÎ YE'
Ozturk da zanîn ku PKK'ê kongreya xwe li gorî banga Abdullah Ocalan pêk anî û encamên kongreyê weke 'erênî' pênase kir û wiha got: 'Ev encam gaveke bi zanebûn hatiye hilbijartin e. Ji niha û pê ve wê rewş li gorî vê yekê şekil bide xwe. Tevgera Kurd di nava şert û mercên gelekî zehmettir de karîbû şer bike û encamên baştir bi dest bixe; ji ber vê yekê pêkane ku bi vî rengî têbikoşe. Di destpêka pêvajoyê de Devlet Bahçelî di gotareke xwe de nivîsandiye ku 'Her kesê bi welatîbûnê ve girêdayî Komara Tirkiyeyê xwedî maf û erkên wekhev e'. Eger hûn bala xwe bidinê, di encama welatîbûna li vir de qala her kesî dike ku xwedî maf û wezîfeyên wekhev in.”
Ozturk daxwazên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî û nasnameyî bi bîr xist û got kurd her tim di bin zextan de ne û tayînkirina qayûman wek mînak nîşan da û wiha got: “Tevgera Kurd bi salan ne tenê ji bo Amed, Colemêrg û Êlihê, ji bo Stenbolê jî rave kir ku rêveberiya herêmî û xwerêveberî çiqasî girîng e. Diyar kiribûn ku ew vê yekê tenê ji bo xwe naxwazin, lê weke pîvaneke bilind a demokrasiyê dixwazin. Li Stenbolê dema hewl hat dayîn qeyûm bê tayînkirin û li Şişlî û Esenyûrtê jî qeyûm hatin wezîfedarkirin, em hîn bûn ku ev yek çiqasî rast e. Derket holê ku gelekî krîtîk e. Derket holê ku neheqiyeke mezin e. Derket holê ku nedana fêmkirina rastiya Stenbolê ye.”
ARMANCA SOSYALÎZMÊ
Ozturk, pêvajoya di navbera salên 2013-2015'an de bi bîr xist û bal kişand ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê ezmûnên berê li ber çavan bên girtin. Bal kişand ser vî rengî ku divê pêvajo ji niha û pê ve di çarçoveya hiqûqî û dadgeriyê de bê meşandin û wiha got: “Tevgera Kurd ji kê re got, 'ez ji têkoşîna demokrasiyê bawer im'? ' Baweriya min bi kedkar, çîna karker, gundî, jin, ciwan û hemû gelên bindest heye'. Ev pênaseyeke pir girîng e. Di vê wateyê de ez dikarim bibêjim ku bi awayekî rast têgeh û kategoriyên çînî li cihên xwe yên rast bi cih kiriye. Bi gotina; 'Di sosyalîzmê de israrkirin di mirovahiyê de israrkirin e’ careke din armanca pêkanîna sosyalîzmê danî holê.
Ozturk bal kişand ser girîngiya armanca sosyalîzmê ya PKK'ê û wiha got: "Em gelek tevgerên siyasî, gelek însiyatîfan nas dikin. Ti ji wan xwe bi armanceke sosyalîzmê pênase nakin. Pênasekirina vê ya bi armanceke sosyalîzmê, dibe ku di salên 1950, 1960 an jî 1970'î de mimkuntir bûya, lê di sala 2025'an de bi diyarkirina armanceke sosyalîzmê ya bi vî rengî pênasekirin, li gorî min rewşeke pir zelal û erênî ye. Bi ya min divê em vê binirxînin. Eger armanceke sosyalîzmê hebe, tê çi wateyê? Tê wateya têkoşîna li dijî kedxwariyê. Têkoşînek li dijî texrîbata xwezayê ye. Têkoşînek li dijî gelan e ku li hemberî hev tê meşandin. Di vê wateyê de têkoşînek e ku wê hemû azadiyan ji me re peyda bike. Armanca ku li pêşiya me hatiye danîn ev e û ji bo mirovahiyê tiştekî bi heybet e. Ev gelekî baş e. Ji ber vê yekê, dema ku armanceke bi vî rengî ya aştiyê heye, di heman demê de armanceke rizgariya gerdûnî jî heye, dibêjim divê em vê li ber çavan bigirin. Tevgereke siyasî ya gelekî xurt e."
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN'
Ozturk diyar kir ku ew bawer in divê dewlet berpirsyariyên xwe bicih bîne û destnîşan kir ku divê gavên mîna serbestberdana girtiyên nexweş û bidawîbûna tayînkirina qeyûman bên avêtin û got Bahçelî peyamên Abdullah Ocalan guncaw dibîne û Abdullah Ocalan jî peyama çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk vegot û got: "Lê belê ji bo ev yek pêk were, ez bawer dikim ku divê şert û mercên Ocalan bên guhertin û karibe bi hêsanî tevlî siyasetê bibe."
PIRSGIRÊKA ZIMANÊ DAYIKÊ
Ozturk ku di mijara zimanê zikmakî de jî wiha got: "Pirsgirêka ziman heye. Ez li dibistana navîn xwendekar bûm. Mamosteyê me ji me re digot, 'Divê em bala xwe bidin gotinên em bi kar tînin. Divê em zêde peyvên îngilîzî bi kar neynin. Divê em mafên ku em bi xwe didin gelê Kurd jî bidin. Di wê wateyê de gelê Kurd bi hesasiyetê dikare di zimanê xwe de israr bike. Dikarin pêşketina wê di dibistanan de bixwazin. Di vir de têgihiştinek xelet heye. Ne tenê fêrbûna kurdî girîng e, di heman demê de bikaranîna wê jî girîng e. Ji ber ku zimanek bi qasî ku tê bikaranîn bi pêş dikeve.”
MA / Omer Îbrahîmoglu