NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku ev 36 roj in Kampa Mexmûrê di bin ambargoya Dewleta Iraqê de ye û ev biryara ku li gorî daxwazên Tirkiyeyê pêkhatî ne li gorî qanûnên Iraqê ye.
Kampa Mexmûrê nêzî bajarê Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye û girêdayî bajarê Mûsilê ye. Kamp, ji 10’ê Nîsanê heta niha di bin ambargoyê de ye. Zext û ambargoyên Iraqê yên li ser kampê her roj bêtir berfireh dibin û çûn-hatina bo kampê sînordar dike. Rayadarên dewletê, destûra alavên avahîsaziyê nadin û nahêlin şêniyên li kampê biçin li bajarê dîtir jî bixebitin. Ev sê sal e nasnameya penaberiyê ya welatiyên kampê bi hinceta "kêmasiya belgeyan" nû nakin. Ji bo vê welatî bi hawekî azad nikarin rêwîtiyê bikin û di van seytereyan de tên rawestandin. Ev rewş jî mafê perwerdehî û tenduristiyê asteng dike û ji bo pêdiviyên mirovî jî destûr nayê dayîn.
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz der barê ambargoya de axivî.
‘ARMANC TESLÎMGIRTIN E’
Ehmed Şehbaz diyar kir ku ev biryar li gorî daxwaza Tirkiyeyê pêkhatiye û wiha got: “Ev 30 sal e me ji bakurê Kurdistanê barî vir kiriye. Di nava van 30 salan de me gelek kamp guherand û rojên zehmet jiyan. Ev nêzî 27 sal in em li Mexmûrê ne. Gelê me yê di bin zilmê de bûn, ji Colemêrg û ji Şirnexê barî vir kirin. Rexmê barkirinê, tu carî polîtikaya zilm û zordariyê ya li ser me neqediya. Lewre teslîmiyetê û serî tewandinê li ser me ferz dikin lê em wek gelê Mexmûrê me her tim helwestek welatparêz nîşan daye. Lewre em dizanin mesele mijara hebûnê ye. Di nava Iraq, Hewlêr û Enqerê de çûnhateke dîplomatîk bi domdarî çêbû. Dixwazin mafê penarbertiyê ji me bistînin. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Mafê gel ê perwerdehî û tenduristiyê tê binpêkirin. Lê ev polîtîkayên ku ji mirovatiyê, ji heq û hiqûqê bêpar in dê neghîjin armanca xwe.”
Şehbaz, bal kişand ser binpêkirina qanûnan û diyar ki ku ji mafê penabertiyê sûd wernegirtine. Şehbaz, wiha domand: "Tundiyên Tirkiyeyê ev polîtîka bicî anîn. Em ji mafên penaberiyê yên ku Iraqê daniye sûdê nagrin. Iraq û Tirkiyeyê bûne yek û em ji mafê xwe bêpar dimînin. Daxwaza me ji Dewleta Iraqê ew e ku qanûnan bicih bîne. Çûyîna gele me ji bo Bexda û bajarên dîtir tên astengkirin. Yên ku li kampê hatine dinê bi tu hawî ji mafê perwedehî, tenduristî û mafên dîtir sûdê nastîne. Ji gele vir re tu derfet çênakin. Iraq bi vî hawî qanûnên xwe îhlal dike. Lewre mafê perwerdehî û hwd. heye ji bo penaberan."
‘EM Ê BERTEKÊN DEMOKRATÎK NÎŞAN BIDIN’
Şehbaz, diyar kir ku ger hikûmeta Iraqê di van polîtîkayên antî demokratîk de israr bike ew ê çalakiyên demokratîk pêk bînin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev 3 sal e bi ser serlêdana nasnameyan re derbas bûye lê hêj nehatine dayîn. Me ji lijneyên ku hatin vir re ev daxwaza xwe anî ziman lê ev daxwazên me tên berovajîkirin. Her tim me dixapînin. Ev yek jî ji polîtîkayê Tirkiyeyê re xizmet e. Dixwazin nirx û qîmeta qampê daxin. Lê Irak û Tirkiye dizanin ku ev kamp her tim xwedî li îradeya xwe derketiye. Tu carî ji nasnameya xwe tawîzan nade. Lewre dîrokek me heye, kevneşopiyek me ya berxwedanê heye. Ger wiha bidomîne û tu çareseriyek pêk neyê em ê çalakiyên demokratîk pêk bînin. Ji bo nasname û mafên xwe em ê vê yeke bikin. Ger Serokwezîrê Derve yê Iraqê û saziyên dîtir ji erka xwe pêkneyînin û çareseriyek peyda nekin em ê li hemberî vê yeke bertek û çalakiyên xwe yên demokratîk lidar bixin. Em dixwazin dengê xwe bighîjinin raya cîhanê. Welatiyên vir xanî çêdikin destûra anîna alavên avahiyê nadin. Em ê li hemberî vê bertek nişan bidin û çalakiyên demokratîk pêk bînin. Li hemberî van polîtîkaya helwesta me zelal e."
MA / Zeynep Durgut