COLEMÊRG - Ji bo endamê TEV-DEM’ê Suleyman Îke ku jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî Geverê şîn hate danîn.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh ragihandibû ku endamê wan Dara Silêman Îke (Jehat Pîro) di 15’ê Kanûna 2024’an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, ji bo Îke li navçeya Geverê ya Colemêrgê şîn hate danîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes çûn serdana şînê.
Di şînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û piştre rêz hate girtin.
SOZA AŞTÎ Û AZADIYÊ
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî û got: “Em bejna xwe li ber rêhevalê xwe Suleyman Îke û rêhevalên wî yên salên demdirêje di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ked dane, ditewînin. Gelê Kurd di vê têkoşîna demdirêj a 50 salan de gelek bedel da lê karî çand, ziman û dîroka xwe li cîhanê belav bike. Ev jî bi saya van bedelan e. Em jî soz didin ku dê vê keda wan bi aştî û azadiyê tacîdar bikin.”
Li ser navê malbatê jî Salih Yildiz axivî û got ku kedeke mezin a Îke di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de heye û got dê ji bo bîranîna wî aştiyê pêk bînin.