ÊLIH - Koçerên Hezoyê, dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi Zozanên Zowesêrê yên Mûşê ve kirin. Rêwîtiya wan dê deh rojan bidome. Koçer, li rexekî ji ber lêçûnên zêde li rexa din jî ji ber nexweşiyan û êrişên guran zehmetiyan dikişînin.
Bi germbûna hewayî re koçeran dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi zozanan ve kirin. Koçberên gundê Ertalonê yê navçeya Hezo ya Êlihê dimînin, ber bi Zozanên Zowesêrê yên Mûşê ve bi rê ketin. Koçeran, qala pirsgirêkên dijîn kirin û gotin ku sewalkarî êdî li ber tunebûnê ye.
Seyîthan Erol, diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên ji bo rêwîtiya 10 rojan temam kirine û dê li ser Hezo, Qabilcewz û Pasûrê xwe bigihînin Zozanên Zowesêrê yên Mûşê. Erol, da zanîn ku di demsala payîzê de hatine Ertalonê û zivistana xwe li vir derbas kirine. Erol, got: “Rêwîtiya 10 rojan ku em bi herî, baran, êrişên guran, astengkirinên gundiyan û nexweşiyan rû bi rû dimînin, li benda me ye. Em di tevahiya havînê de li zozanan dimînin û piştre dîsa vedigerin Ertalonê.”
‘LÊÇÛNÊN ME ZÊDE NE Û ALÎKARÎ TUNE YE’
Bi domdarî Erol anî ziman ku ji ber bihayê benzînê zêde ye, ew ê pezê xwe bi meşê bibin zozanan û got: “Heke rewşa hewayî baş be, rêwîtiyeke xweş dibe. Lê belê baran, herî û êrişên guran me perîşan dikin. Lêçûnên zêde, sewalkarî li ber tunebûnê ye. Heta pereyê kupeyan jî nadin me. Em mecbûr in di 6 mehên zivistanê de êm bidin pezê xwe. Lêçûnên wan pir zêde ne û tona êm bi 15 hezar TL’an û ya kayê jî bi 13 hezar TL’an e. Li gel vê, dermanên em ji bo ajalan bi kar tînin hene. Dermanên ji bo carekê tên bikaranîn bi 600 TL’an e. Roja şivanan jî bi 4 hezar lîreyan e. 700 pezê me hene.”
‘KAREKÎ ZÊDE KEDÊ DIXWAZE YE’
Eyûp Soydan jî anî ziman ku zêdetirî 40 sal in sewalkariyê dike û got ku di rêwîtiya ber bi zozanên Mûşê ve gelek zehmetiyan dijîn. Soydan, anî ziman ku di karê sewalkariyê de mirov neçar dimîne 24 saetan bi pez ve mijûl be û kedeke mezin pê divê. Soydan, got: “Meha şivanan bûye 120 hezar TL. Mesrefên êm, ka û dermanan hene. Bi taybet jî di zivistanê de mesref zêde dibe. Ev 4 roj in em dê rê de ne. Me gelek zehmetî kişandin. Ji ber nexweşî û êrişên guran pezê me dimire. Ji bilî sewalkariyê tu rêyên me yên din nînin. Zehmet e lê em ê dîsa jî bikin.”
MA / Fethî Balaman