Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bike û got ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi pêwîst be ew ê bikin. Foza Yûsif ji gel xwest ku li hember şîroveyên berevajî hişyar be.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif têkildarî peyam û banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser herêmê, ji ANHA’yê re axivî. 
 
Foza Yûsif diyar kir ku divê mirov peyamê baş fêm bike, wateyê bidê û got: “Rêber Apo di cîhana îro de rewşa siyasî herî baş dişopîne û dixwîne, xwedî pêşdîtineke pir bi hêz e, tehlîlkirina rewşa siyasî pir baş dizane. Bi vê daxuyaniya xwe paradîgmaya sedsala 21’an a çareseriya pirsgirêkan datîne holê. Nexşerêya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn nîşan dide.
 
Foza Yûsif da zanîn ku li herêmê gelek guhertin û veguhertinên siyasî çêdibin û ev bi awayekî berbiçav li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî bandorê çêdikin, Rêber Abdullah Ocalan jî van guhertinan dixwîne û pêwîst dibîne ku di nava Tevgera Azadiyê de jî guhertinê çêke.
 
Foza Yûsif bal kişand ser bûyerên li Lubnan û Sûriyeyeyê û wiha dom kir: “Bê guman ev wek planekê li ser herêmê dimeşin. Tifaq û hevsengiyên nû çêdibin. Ji bo ku wek gelê Kurd û tevgera azadiyê di nava van pevçûn û nakokiyan de têk neçin û bi hilweşandinê re rû bi rû nemînin, Rêber Apo dibîne ku pêwîst e guhertinekê çêke ku pêşî li komkujiyan û li Kurdistanê rewşên wekî yên Xezayê bigire. Hilweşîna rejîma Sûriyeyê û guhertinên di nexşeya Rojhilata Navîn de çêdibin, gelek tiştan serobino dikin. Tirkiye bi hinceta ku PKK di 'lîsteya terorê' de ye, qetilkirina kurdan helal kiriye. Hêzên navneteweyî jî li hemberî wê helwesta pêwîst nîşan nadin. Ji ber wê yekê Rêber Apo dixwaze pêşiya polîtîkaya ku dixwazin Kurdan tesfiye bikin, bigire.
 
 
Mirov di rewşa Rojava de jî vê yekê baş dibîne. Bi hinceta ku PKK li vir e, mirovên me yên sivîl, ên ku di siyasetê de jî cih negirtine, tên hedefgirtin. Cîhan jî li hemberî wê ker, lal û kor e.”
 
Foza Yûsif bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji sala 2000’î ve hewl dide guhertin û veguhertinê çêke, lê ji ber hinek sedeman ev guhertin çênebûn û wiha dom kir: “Yanî projeya guhertinê nû nîn e. Li gorî rewşa siyasî zêdetir pêwîstî bi guhertin û veguhertineke wiha heye. Paradîgmaya Rêber Apo sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kirin û gerdûnî bûye. Lewma pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Daxuyaniya ku Rêber Apo daye, ji bo Tevgera Azadiya Kurd mîladeke nû ye. Dîsa ji bo ku pêşiya pêvajoyeke aştiyane û demokratîk vebe, şansek e.”
 
Foza Yûsif anî ziman ku bandora Abdullah Ocalan li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, lewma bang ne tenê ji bo Bakur, dê ji bo her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî, li ser gelên herêmê jî bandorê çêke û wiha dewam kir: “Belkî gelek kes wateyê nedinê ka çima daxuyaniyeke wiha hatiye dayîn. Îro di siyaseta dewleta Tirk de xitimîneke mezin heye, polîtîkaya qirkirinê tê ferzkirin. Rêber Apo dixwaze vê xitimînê derbas bike û rê li pêşiya siyaseta demokratîk veke. Eger gavên siyasî werin avêtin û li ser esasê gavên ku Rêber Apo avêtine, guhertin û veguhertin çêbin, ez di wê baweriyê de me ku dê di demeke kurt de Tevgera Azadiya Kurd û tevgera azadiya gelan a li Tirkiyeyê di siyaseta Tirkiyeyê de bibe hêzeke sereke. Rêber Apo li ser tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn siyasetê dimeşîne.
 
Şerê çekdarî heta radeyekê rola xwe lîstiye. Lewma pêwîst e derbasbûna ji siyaseta demokratik re çêbe. Dema 2013’yan hinekî pêşiya siyasetê vebû, HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir û li Tirkiyeyê bû partiya sêyemîn. Eger îro siyasetmedarên li zindanan tên girtin, derkevin û ji bo xwebirêxistinkirinê ji aliyê dewletê ve gav bê avêtin, dîsa bi awayekî azad hilbijartin çêbin, li gorî nêrîna min ne tenê li Kurdistanê, dê li Tirkiyeyê jî encamên dîrokî derkevin.”
 
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê got gava Abdullah Ocalan avêtiye dê li ser siyaseta Sûriyeyê jî bandoreke mezin çêke û ev tişt anîn ziman: “Îro astengiya herî mezin a li pêşiya diyaloga Rêveberiya Xweser a bi Şamê re, dewleta Tirk e. Ya ku bi rêya hinek çeteyan êrişî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dîsa dewleta Tirk e. Ya ku heta niha nehiştiye li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk çêbe jî dewleta Tirk e. Van jî bi hinceta ku tehdîta ewlekariyê li ser wê heye, dike. Lewma li gorî min dê bandoreke erênî ya vê bangê ji bo Rojava û Sûriyeyê çêbe.
 
Çawa ku pêvajoya 2013’yan a Rêber Apo dabû destpêkirin, rê li pêşiya têkçûna DAIŞ’ê û avakirina Rêveberiya Xweser vekir, dîsa hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastin, ew di wê baweriyê de ku niha jî ev gav ji bo çareseriyeke mayînde ya li Sûriyeyê û pêşîgirtina astengbûna Tirkiyeyê dê bandoreke erênî çêke. Ev bang ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nîn e, dema mirov li naveroka daxuyaniyê dinêre, Rêber Apo li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên navxweyî disekine. Ji bo Sûriyeyê tiştek nehatiye gotin.”
 
Foza Yûsif diyar kir ku gelek kes dixwazin vê daxuyaniyê ters şîrove bikin, lewma dibin amûrên şerê taybet û wiha pê de çû: “Divê gelê me li hemberî van şîroveyan hişyar be. Îro li Rohilata Navîn gelek tifaq hene ku dixwazin Kurdan bikin hedef. Lewma Rêber Apo dixwaze vî amûrî ji destê wan derxe. Rêber Apo dixwaze guhertinê bi îradeya xweser û li ser esasê projeya demokratîk pêk bîne.
 
Ji bo ku rewşên îro li Xezayê û Lubnanê qewimîne li Kurdistanê jî neqewimin, Rêber Apo dixwaze tedbîra wê bigire. Hinek hene ku asoya wan a siyasî vê yekê ranagire. Wekî teslîmiyet pênase dikin. Lê ev gaveke stratejîk e ku Kurd li Rojhilata Navîn zêdetir bibandor bibin û di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de cih bigirin, di hundirê Tirkiyeyê de zêdetir bibin hêza guhertin û veguhertinê. Di dîroka tevgera azadiyê de Rêber Apo îmze avêtiye binê gelek gavên dîrokî. Vê jî hiştiye ku Kurd îro li Rojhilata Navîn bibin hêzeke stratejîk. Şexsiyetên dîrokî biryarên dîrokî didin. Hêza Rêber Apo wiha ye, rêbertiyeke dîrokî ye. Rêber Apo berpirsyariya çareseriya pirsgirêka Kurd girtiye ser xwe. Ji bo ku Kurd ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin, Rêber Apo careke din bi rola xwe ya dîrokî rabûye. Li hemberî hemû gelên herêmê berpirsyariya xwe nîşan dide.
 
Rêber Apo dibêje demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê rêya çareseriyê ye. Ev nayê wateya ku dest ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û têkoşîna azadiya gelan berdaye. Rêber Apo dixwaze vê têkoşînê zêdetir bi pêş bixe. Stratejî nehatiye guhertin, rêbaz hatiye guhertin. Dixwaze ji şerê çekdarî derbasî pêvajoya hiqûqî û demokratîk bibe.
 
Kesên ku dibêjin Rêber Apo dest ji têkoşînê berdaye, li gorî nêrîna min tiştekê ji siyasetê fêm nakin. Asoya wan a siyasî têrî nake ku vê şîrove bikin.
 
Kesên ku xwe wekî rewşenbîr, akademîsyen û berpirsyar dibînin, divê vê pêvajoyê baş bixwînin, hewl bidin rewşa heyî pênase bikin, bersiva pirsên ‘ev pêvajo çima hatiye destpêkirin, encamên wê dê çibin?’ bipirsin û bersivên rast bidin. Nêzîkahiyên derveyî vê dê xizmeta hêzên dijber û antîdemokratîk bikin.
 
Berpirsyarî dikeve ser milê siyasetmedar û akademîsyenên Kurd, Ereb, Tirk û hemû kesên xwe berpirsyar dibînin ku ji bo serkeftina însiyatîfa Rêber Apo kar bikin.
 
Rayedarên dewleta Tirk bangek kir û Rêber Apo jî însiyatîfek bi pêş xist, niha gog li aliyê dewleta Tirk e. Divê dewleta Tirk jî têkildarî rewşa Rêber Apo û ji bo ku PKK bikare kongreya xwe çêke, gavên yasayî biavêje. Pêwîst e agibestek çêbe, gav werin avêtin, divê Rêber Apo bi awayekî azad tev bigere. Eger ev gav neyên avêtin dê bandorê li gavên tê payîn werin avêtin jî bandorê çêke.”
 
 
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku wek Rojavayê Kurdistanê, wek PYD’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wan tişta esasî ew e ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de siyasetê bike û got: “Di vê mijarê de têkoşîna gelên herêmê gelekî çêbûye. Ji ber ku di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de kedeke pir mezin a Rêber Apo heye. Di têkçûna DAIŞ’ê de, şervanên li ser fikra Rêber Apo xwedî rolek girîng bûn. Lewma serkeftina însiyatîfa Rêber Apo berpirsyariya me ye jî. Di vî alî de çi pêwîst bike em ê ji aliyê xwe ve bikin. Em vê wek berpirsyariyeke neteweyî, exlaqî û mirovî dibînin.”

Sernavên din

17/03/2025
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran