‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’

  • rojane
  • 10:36 10 Sibat 2025
  • |

ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên jinan li Meclisê daxuyanî dan. Jinan, diyar kirin ku polîtîkayên AKP’ê ji bo bênasnamekirina jinan e û gotin: “Em polîtîkayên ku jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî Demokrasiyê (DEM Partî) têkildarî polîtîka û êrişên hikûmetê yên li dijî jinan, li gel saziyên jinan li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Weqfa Piştevaniya Jinan a Enqereyê, Jinên Halk Evlerî, Partiya Tevgera Kedê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Egîtîm Sen, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) beşdarî civînê bûn.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî ji ewil axivî û wiha got: “Em ê weke tevgera jin, femînîst û LGBTI+’ê li dijî hikûmeta AKP’ê ya sala 2024’an weke ‘Sala Malbatê’ îlan kir, biaxivin. Di demên dawî de li dijî destkeftiyên ku me bi têkoşîna jinê bi dest xistine êrişên dijwar tên kirin. Bi van êrişan re, di encama polîtîkayên AKP'ê yên li dijî LGBTI+ û destwerdanên giran ên li ser mafên jinan de, kapîtalîzma baviksalarî bi hêz dibe; Serdestiya mêr û şîdeta mêr zêde dibe. Dewleta  ji navê wezaretê destpê kir ev demeke dirêje navê jinan ji her derê radike û li şûna her qadên ku bi navê jinê ye, têgeha 'malbat' bi cih kiriye. Di bin navê polîtîkaya xurtkirina malbatê de her tim maf û destkeftiyên jinan tên desteserkirin. Haya me ji vê heye. Lê belê em jin  dixwazin bi têkoşîna xwe ya ji bo hebûna siyasî û civakî ya ji sala 1792’yan vir ve weke kesayetên serbixwe, ferd, azad û wekhev di hemû qadên jiyanê de cih bigirin. Em jin di her aliyê jiyanê de hene; ne wekî nasnameya 'malbatê', lê wekî kesayetek! Di vê wateyê de nêzîkatiyên malbatî, bi taybetî jî bi polîtîkayên olî hatine xurtkirin, hemû destkeftiyên me tehdîd dike. Li dijî van hemûyan em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
MAFÊ NEFEQEYÊ ÇI YE?
 
Li ser navê Weqfa Piştevaniya Jinê Candan Dumrul jî li ser mafê nefeqeyê axivî û diyar kir ku der barê nefeqeyê de bi têra xwe rastî nayên nîqaşkirin û destnîşan kir ku di pratîkê de pirsgirêkên mezin hene. Candan Dumrul, di çarçoveya Rapora Demjimêr a 2024’an a ji aliyê Weqfê ve hatiye amadekirin de agahî dide û wiha got: “Em behsa pirsgirêkên rast nakin. Çawa ku em behsa pirsgirêkên rastî yên şîdeta li ser jinê nakin, alikariyên nefeqeyê jî bi heman awayî nayê çareserkirin. Weke mînak dema ku zêde behsa nefeqeyê tê kirin, tê îdîakirin ku jin ji bo wergirtina nefeqeyê naxebitin. Rastî ev e ku jin neçar in ku daxwaza nefeqeyê bikin ji ber ku di dema zewicî de nikarin kar bikin û piştî hevberdanê nikarin karekî ewle peyda bikin. Jin ji bo wergirtina nefeqeyê dest ji xebatê bernadin; Ji ber ku ew bi rastî nikarin beşdarî hêza kar bibin, neçar in ku nefeqeyê werbigirin.”
 
HEVBERDANÊN JI BER TUNDIYÊ
 
Candan Dumrul, anî ziman ku rastî ev e ku jin ji ber tundiyê neçar in ku dev ji hev berdin û wiha got: “Tê gotin ku nefeqe hevberdanê hêsantir dike û malbatê ji hev diqetîne. Piraniya caran jin nikarin dev ji mêrê tundiyê lê dikê berde, ji ber ku nefeqe kêm e. Ji ber ku ne mimkûn e ku debara xwe bikin û li zarokên xwe xwedî derkevin, dîsa tundî li wan tê kirin û di vê çerxê de asê dimînin. Mînak di dosyayên hevberdanê yên ku me lêkolîn kir de bi rêjeya ji sedî 88,4 îdiayên tundiyê hene. Ji sedî 42'yê van dosyayan tedbîrên pêşîlêgirtinê yên di çarçoveya qanûna bi hejmara 6284'an de hatine derxistin hene. Bi gotineke din, di mijara hevberdanê de ku tê îdiakirin 'pêdivî ye', ji sedî 90'ê jinan bi tundiyê rû bi rû dimînin û ji sedî 42 jî di asta ku dewlet tedbîran bigire de tundiyê dibînin."
 
PLANA PÊŞKETINÊ YA 12’EMÎN 
 
Li ser navê Jinên Navenda Civakê Çîgdem Serîn, anî ziman ku "Sala Malbatê" ya ku hatiye îlankirin dewama polîtîkayên xizaniyê ye û wiha dewam kir: "Piştî ku sala 2025'an weke 'Sala Malbatê' hat îlankirin, ev hikûmet bi polîtîkayên nifûsê hewl dide polîtîkayên xwe yên li dijî jinê hîn bêhtir belav bike. Bi rastî jî hewl didin 'Belgeya Vizyonê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê' ya ku ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve di 15'ê Gulanê Roja Malbatê ya Cîhanê de hatiye ragihandin, bi cih bînin. Ji ber ku sermaye dixwaze keda jinan a ku nayê dîtin li malê bi kar bîne. Di vê nuqteyê de, em dibînin ku Plana Pêşketinê ya 12'emîn û ev Belgeya Vîzyonê çawa bi hev ve girêdayî ne. Di danasîna belgeyê de bal tê kişandin ser Plana Pêşketinê ya 12'emîn. Li şûna bi hêzkirina jinan, ji bo berdewamiya Plana Pêşketinê ya 12'emîn 'bihêzkirina malbatê' pêwîst e. Ev jî nîşan dide ku plansaziya geşepêdana sermayê li ser ked û bedena jinê hatiye avakirin. Em dibînin ku polîtîkayên xizaniyê yên vê hikûmetê ji polîtîkayên malbatê ne serbixwe ne. Piştî mûçeya herî kêm a ku 22 hezar û 104 lîre hat ragihandin, tê ragihandin ku dê di nava çend rojan de polîtîkayên nifûsê û enstîtuyên malbatê bên avakirin. 22 hezar û 104 lîre tê wê wateyê ku jin ji bo erzantir xwarinê bi dest bixin bazar bi bazarê digerin, li malê zêde kedê didin û nikarin ji metbexê derkevin. Em vê yekê baş dizanin."
 
‘ZAROK JI BER XIZANIYÊ DIMIRIN’
 
Çîgdem Serîn bal kişand ser polîtîkayên ku destwerdana zayînê û hejmara zarokan bi beda jinan dike û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku zarok li bareqeyan li vî welatî dimirin. Ji aliyekî ve dema polîtîkayên nifûsê tên amadekirin û teşwîq tên dayîn, lê ji aliyeke jî zarok ji ber xizaniyê dimirin. Hema ku hikûmetê ‘Sala Malbatê’ ragihand, zarokên ku ji şewata li Antalyayê xilas bûn, ji bo ku neçin nexweşxaneyê digiriyan û digotin ‘Diya min bê pere ye'.  Em bi hikûmeteke ku ji bo jinekê 38 quruş hewce dike re rû bi rû ne. Hikûmet deyndêrê me ye. Ne 38 quruşan, ji bo jiyaneke wekhev û azad deyndêrên me ne."
  
ÊRIŞÊN LI SER HEBÛNA JINAN
 
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî axivî û wiha got: "Îro em bi hev re dengê xwe bilind dikin. Weke ku wan bi xwe jî diyar kiriye, îro jin li welat rastî gelek êrişan li ser jiyan, nasname, beden û hebûna xwe tên. Polîtîkayên malbatî yên hikûmetê polîtîkayên ku armanca wan nenaskirina jinan e. Em vê feraseta ku jinan weke mijar nabîne red dikin, wan weke dînamîka jiyanê qebûl nakin û tenê weke heyîneke bi malbatê ve girêdayî û di nava wê de pênase dikin. 
 
Ji aliyê din ve jî em ji bo Mafê Nefeqeyê û gelek mafên xwe yên din têdikoşin. Jin li mal, li kar, li kolanan, li hemû qadên jiyanê têkoşîna jiyanê didin û jiyana xwe berdewam dikin. Dema ku ew vê têkoşînê didin meşandin, em dixwazin bi hevrêyên xwe yên jin re li salonên dadgehê, qadan, kolanan û li her derê bi hev re dengê xwe bilind bikin û wekî hevrêyên xwe yên ku dixwazin vê têkoşînê berfireh bikin, dengê xwe bilind bikin.
 
TERVGERA JINÊN AZAD
 
Duh me wek DEM Partî bi DBP’ê re li Amedê ji bo aştî û azadiyê mitîngek li dar xist. Li wir amblema ku ji aliyê polîsan ve hatibû qedexekirin hebû. Te texmîn kir, ew amblema Tevgera Jinên Azad (TJA) bû. Di lîsteyê de weke qedexe hat nîşandan û destûr nehat dayîn ku bikeve qada mitîngê. Ez dixwazim vê yekê nîşan bidim ji ber ku em girîngiyê didin. Walîtiya Amedê nehişt ev amblem bikeve qada mitîngê. Tevgera Jinên Azad çi ye? TJA tevgereke jinan e ku ji sala 2016'an û vir ve li her bajarên Tirkiyeyê destekê dide têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe û bi armanca jin di jiyaneke bêyî tundî bijîn. Yanî tevgera jina Kurd tevgera jina azad e. Beriya ku ez bibim wekîlê Amedê, ez aktîvîsteke TJA'yê bûm. Ez bi hilgirtina vê sernavê serbilind û serbilind im.
 
DÊ TÊKOŞÎNÊ BERFIREHTIR BIKIN
 
Em jin ne tenê ji bo maf û hebûna xwe têdikoşin. Li aliyê din em rê li ber demokratîkbûna vî welatî û bidestxistina mafên hemwelatîbûnê yên wekhev digirin, li qadan û qadan em têkoşînê berfireh dikin. Ji ber vê yekê çalakiya xwe ya aştiyê didomînin, ji bo aştiyê têdikoşin. Rojeva me ya îro tam ev e, em dibêjin jin jî ji bo demokratîkkirina vî welatî û bi têkoşîna xwe aştiyê têdikoşin. Em dizanin ku jin wê dîsa rê li ber aştiyê bigire û demokratîkbûna vî welatî bi têkoşîna jinan a ji bo mafên hemwelatîbûna wekhev pêk were. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ez we silav dikim.”
 
 
 
 

Sernavên din

23/02/2025
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin