Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê

img

STENBOL - Li Ewropayê bi sed hezaran kes bi salan e li dijî Komploya Navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ser pêya ne. Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever da zanîn ku dê di salvegera komployê de bi heman daxwazan li Strasbourgê bin. 

26 sal li ser Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatibû derbas bû. Starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derketina Abdullah Ocalan ve destpê kir û heta 15’ê Sibata 1999’an dewam kir. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê ji wê demê heta niha li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Abdullah Ocalan di nirxandin û pirtûkên xwe de destnîşan kir ku bi vê komployê ve hiqûqa navneteweyî çawa hatiye binpêkirin. Her wiha Ocalan komployê wek ‘Operasyona NATO-Gladio’ pênase dike û wek gava ewil a li hemberî Rojhilata Navîn dinirxîne.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîda giran de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ket nav hewldanên mezin. Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje ku; ‘Li ser esasê aştî û biratiyê de ez ê xizmetê ji komara demokratîk re bikim’.
 
Ocalan di pêvajoyê de paradîgmaya ‘demokratîk, ekolojîk û azadiya jin’ bi pêşxisti û paradîgma li seranserê cîhanê ji aliyê bi milyonan hat pejirandin. Li gelek deverên cîhanê ji gelek neteweyan jin, rewşenbîr, siyasetmedar û ciwan bi salan e ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin. Xeleka dawî ya Kampanyaya Azadiyê ya Navneteweyî di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin. 
 
Ji aliyê dostên kurdan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî , ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ li 74 deverên cûda yên cîhanê bi awayekî hevpar û bi tevlêbûna sedan kesan çalakî û bername hatin lidarxistin.
 
Herî dawî Kurd û dostên wan ji ber ku Abdullah Ocalan 26 sal in dîl hatiye girtin, bi tevlêbûna 26 kesan, li 26 navendan ‘Meşa Dirêj’ ku 26 rojan berdewam bike dan destpêkirin. Meş dê di 15’ê Sibatê de li seranserê Ewropayê bi tevlêbûna sed hezaran ve li Strasourgê lidarxistina mîtîngekê ve bi dawî bibe.
 
ÇALAKIYÊN SALA 2024’AN
 
Di meha çile ya sala 2024’an de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) kampanyaya ji Îmraliyê re kartpostal şandinê hat destpêkirin. Starta kampanyayê di 8’ê çileyê de hat dayîn û di çarçoveya kampanyayê de li Swîsre, Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Avûstûrya, Îngilistan, Swêd, Norweç û Fînlandayê ji Abdullah Ocalan re bi sed hezaran kartpostal hatin şandin.
 
Di 22’ê çileyê de ji bo balê bikişînin ser dîlgirtina Abdullah Ocalan ya 25 salan bi tevlêbûnên 25 navendan ber bi Strasbourgê meşa dirêj hatin destpêkirin. Meşa ku di 22’ê çileyê de li Parîsê hat destpêkirin di 15’ê sibatê de li Strasbourgê bi dawî bû.
 
Di 27’ê çileyê de li Swîsre, Almanya, Belçîka, Hollanda, Fransa, Yewnanistan, Fînlandiya, Swêd û Norwecê gel daket kolanan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Li Zanîngeha Sheffield ya Îngilistanê di 29’ê çileyê de têkildarî azadiya Ocalan civînek hat lidarxistin. Li bajarê Stuttgart ya Almanyayê civîneke gel hat lidarxistin. Li Kuleya Eyfelê ya Parîsê pankarta ‘Freedom For Ocalan’ hat daliqandin.
 
PAGANÎ PIŞTGIRÎ DA KAMPANYAYÊ
 
Parlamenterê Kantona Cenewreyê Remy Paganî, di 2’ê sibatê de piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê anî ziman û diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatap Abdullah Ocalan e. Li bajarên Berlîn û Hambûrg yên Almanyayê bi pêşengiya TekoJIN û TCŞ de di 3 û 4’ê sibatê meş hatin lidarxistin. 
 
Navenda Civaka Demokratîk  a Kurd (NCDK) ya Swêdê, Meclisa Jinan a Amarayê, di 7’ê sibatê de li Stockhlomê û di 8’ê sibatê de li Atînayê, di 11’ê sibatê de li Londonê ji Abdullah Ocalan re kartpostal şandin. Her wiha di çarçoveya ji Îmraliyê re ‘1000 Kartpostal’ de di 10’ê sibatê de li gelek navendan stand hatin vekirin.
 
BI SED HEZARAN KOMPLO ŞERMEZAR KIRIN
 
Bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst de di 11’ê sibatê de li bajarê Basel a Swîsreyê heta bajara Strasbourgê meş hat lidarxistin. Bi heman avayî di 22’ê çileyê de li Fransayê, di 11’ê sibatê de li Baselê, di 9’ê sibatê de li Mannheîmê meş hatin destpêkirin. Me di 15’ê sibatê de li Strasbourgê gihiştin hev. 
 
25’emîn salvegera komployê li banliyoya Villers-le-Bel ya Fransayê bi meşeke girseyî û bi Toulouseyê jî bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Di 17’ê sibatê de li bajarê Koln ya Almanyayê bi tevlêbûna sed hezaran komplo bi mîtîngeke dîrokî komplo hat şermezarkirin û azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin. 
 
Li Berlînê jinên enternasyonal û Kurd bi boneya 8’ê Adarê ji Abdullah Ocalan re kartpostal şandin. Di çalakiyên 8’ê adarê de ku bi  pêşengiya jinên kurd hatin lidarxistin daxwaza azadiya Ocalan hat ziman. Di 25’ê adarê de li bajarê Zurîh ya Swîsreyê jinan ji Abdullah Ocalan re kartpostal şandin.
 
Di 4’ê nîsanê de li seranserê cîhanê 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di 5’ê nîsanê de li bajarê Berlîna Almanyayê xêzeromana bi navê ‘Dê Azadî Bi Ser Bikeve’ ku jiyana Abdullah Ocalan vedibêje hat danasîn.  
 
ÇALAKIYA ‘HEZAR JIN YEK DENG’
 
Di 6’ê nîsan^ede ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya ‘Hezar jin yek deng’ hat destpêkirin. Ji gelek netew û erdnîgariyên cûda bi hezaran jinan bi vîdeoyan azadiya Abdullah Ocalan daxwaz kirin.
 
Li bajarê Draguignan a Fransayê standa pirtûkên Abdullah Ocalan hat vekirin, bernameya xwendina pirtûkan hat lidarxistin. Her wiha di çarçoveya heman bernmayeyê de 60 pirtûk û 250 broşur hatin belavkirin. Kurd û dostên wan di 15’ê nîsanê de ji bo tecrîd bi  dawî bibe û azadiya fîzîkî pêk were li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê civiyan.
 
20 HEZAR JINAN JI CPT’Ê RE NAME ŞANDIN 
 
Di 19’ê cotmehê de TJK-E diyar kir ku ‘Dê jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin’ û li hemberî tecrîdê ji CPT’ê re name şandin. Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyayê de 20 hezar jinan ji CPT’ê re name şandine. Li gelek bajarên Swîsreyê di navbera 19 û 21’ê nîsanê de bi navê ‘Jin û Rêbertî’ atolye hatin lidarxistin û di atolyeyan de têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo jinan û guhertinên ku di encama têkoşînê de pêk hatine hat vegotin. Jin di 15’ê gulanê de li bajarê Strasbourg a Fransayê hatin gel hev û bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê kirin.
 
PARLAMENTER Û SENATORAN BANG LI CPT’Ê KIRIN
 
Di 29’ê gulanê de parlamenter û senatorên Tifaqa Çepgir û Kesk yên Îtalyayê têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ji serokê CPT’ê Dr. Alan Mitchell re nameyek şandin û xwestin demildest heyetek biçe Îmraliyê. Heman rojê li Swîsreyê siyasetmedar û ji pîşeyên cûda 26 kesan têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji serokê CPT’ê re nema şandin û xwestin heyetek biçe Îmraliyê. Li Almanyayê 99 kesên navûdeng di 3’ê hezîranê de ji CTP’ê re name şandin û di nameyê de xwestin heyeket biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û derbarê tenduristiya wî de agahî werbigirin.
 
ROJÊN DIYALOGÊ
 
Di navbera 15 û 22’ê hezîranê bi dirûşma; ‘Bi Abdullah Ocalan re rojên diyalogê’ li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Almanya, Katalonya, Yewnanistan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya û Kenyayê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin danasîn. Her wiha standên ku derbarê tecrîda li Îmraliyê agahî bidin hatin vekirin, her wiha bi heman armancê konferans, panel, rojên şanoyê, mîtîng û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.
 
JI 69 XELATGIRÊN NOBELÊ BANGEWAZÎ
 
69 nivîskar, rewşenbîr û zanyarên ku xelatên Nobelê wergirtine ji bo serbest berdana Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka kurd bi  rêyên diyalogê çareser bibe bangewazî kirin. Ciwanên ku endamên Teko-JIN’in di 31’ê tebaxê de li bajarê Lozanê heta avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenewreyê  meşek lidarxistin. 
 
TJK-E di 2’ê îlonê de ragihand ku dê pêngava navneteweyî bi kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ ve bigihînin asteke din. Jinên endamên TJK-E’yê di 4’ê îlonê de li ber avahiya NY’ê kom bûn. Jinan di çarçoveya kampanyayê de li gelek navendên Ewropayê çalakî û bername lidarxistin.
 
LI PLAZO DE MAYO’YÊ BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN 
 
Di 4’ê cotmehê de li Arjantînê di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de jinan tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li gelek navendên îngilistan, Belçîka, Yewnanistan, Swêd, Swîsre, Avûstûrya, Almanya, Fransa û Katalonyayê bi girseyî komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin.
 
JI SENDÎKAYÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRÎ
 
Di 9’ê cotmehê de Konfederasyona Sendîkayan û Konfederasyona Giştî ya Karkeran a Katalonyayê, Yekitiya Sendîkaya Karkeran a Baskê, ragihandin ku piştgiriyê diden kamanyaya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Di 11’ê cotmehê de Kongreya Yekitiya Sendîkayan a Îskoçyayê (STUC) nameyek ji wezîrê Karê Derve David Lammy re şandin. 
 
Di 1’ê mijdarê de li Strasbourgê çalakiyên bêîtîatiya sivîl hatin lidarxistin. Di 13’ê mijdarê de li Amerîkaya Latîn bi pêşengiya gelek sazî, rêxistin û kesên navûdeng ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanya hat destpêkirin.
 
SALA 2025’AN
 
Di 2’ê çileyê de  senator û parlamenterên Baskê ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane çareser bibe û azadiya Abdullah Ocalan ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek şandin.
 
Li bajarê Lorient a Lannesterê bi mebesta azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi daxuyaniyekê starta ‘Meşa Dirêj’ ku 26 rojan dewam bike hat dayîn. 
 
66 KESAN JI KOMÎTEYA WEZÎRAN RE NAME ŞANDIN
 
Di 29’ê çileyê de endamên Kampanyaya Peace in Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re nameyek şandin. Ji Îngilistan û ji gelek deverên cûda yên cîhanê bi giştî 66 kesên akademîsyen, parlamenter, hiqûqnas, nivîskar, parazvanên mafên mirovan, dijberên şer, sendîkayî û kamaraya lordan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan civîna Komîteya Wezîran a 17-19’ê îlonê bi bîr xistin. 
 
ÇALAKIYÊN NOBEDÊ DIDOMIN
 
Li aliyê din li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenewreya Swîsreyê ji 25’ê çileya 2021’an vir ve û di 25’ê hezîrana 2012’an de li bajara Strasbourga Fransayê ji aliyê saziyên kurdan yên Ewropayê çalakiyên ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatine destpêkirin û çalakî bênavber dewam dikin.
 
SEVER: BI TÊKOŞÎNÊ KOMPLO VALA HAT DERXISTIN
 
Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (CDK-E) Engîn Sever têkildarî çalakî û bernameyên ku di 15’ê sibatê de li Ewropayê bên lidarxistin axivî û wiha got: “Gelê kurd li her derê bi lidarxistina çalakiyên fedayî komplo vala derxist. 26 sal in komplo tê nûkirin. Her tim li hemberî deskeftî , nasname û çanda kurdan êrîş berdewam kirin. Di şexsê Abdullah Ocalan de hêviyên azadiyê yên sedsala 21’emîn hedef hat girtin, xwestin van hêviyan tune bikin. Lê gelê kurd li hemû deverên cîhanê têkoşîna xwe berdewam kirin û komplo vala derxistin.”
 
‘EM BI RUHÊ AZADIYÊ BIHERIKIN STRASBOURGÊ’
 
Seven balkişand ser kampanyaya azadiyê ya navneteweyî û da zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Ocalan e û wiha axivî: “Em ê di 15’ê Sibatê de bi mîtîngekê meşên xwe bi dawî bikin. Dê tenê Kurd beşdarî mîtîngê nebin her wiha ji neteweyên cûda jin, ciwan, saziyên demokratîk, partiyên siyasî û gelek kesên navûdeng beşdarî mîtîngê bibin. Ger pirsgirêka Kurd were çareserkirin muxatap Abdullah Ocalan e. Peyama me ew e ku nikarin di sedsala 21’emîn de dîsa koledarî û tunekirinê li ser Kurdan ferz bikin. Em dixwazin 15’ê Sibatê ji roja reş derkeve û bibe roja azadiyê. Em bang li hemû kesî dikin ku bi ruhê azadiyê biherikin Strasbourgê.”
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

22/02/2025
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin