Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan hêj didome û ev yek pêşiya aştiyê venake. Bêguman her du hevdîtin ji bo me biqîmetin lê divê hevdîtinên bi birêz Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin. Ev yek gelek girîng e.” 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Halîde Turkoglû ya ku di destpêka axaxaftina xwe de binçavkirina nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger bi bîr xist û kesên di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Halîde Turkoglû got: “Ez careke din diyar dikim ku em zextên li ser kedkarên çapemeniya azad qebûl nakin û em van binçavkirin û girtinan şermezar dikin."
 
‘DEMA GEL DI REWŞEKE ZEHMET DE KIZILAYÊ KON DIFIROT’
 
Halîde Turkoglu, anî ziman ku tevî 2 sal di ser erdheja 6'ê sibata 2023'yan  re derbas bûye jî hê jî mexdûriyeta bi hezaran kesî ji holê nehatiye rakirin û wiha got: “Me ji bîr nekir ku Kizilayê dema gel ji bo jiyana xwe têdikoşiya kon difirot. Tevî ku îro jî bi sedan jin û zarok di konteyniran de têkoşîna jiyanê didin, ji bo hikûmetê şerm e ku ev pirsgirêk nehatine çareserkirin. Ji bo hikûmetê şerm e ku her çend 2 sal di ser erdhejê re derbas bibin jî pirsgirêkên av, germkirin û stargehê berdewam dikin. Yên ku diyar dikin wan xanî teslîm kirine, çavên xwe ji têkoşîna jiyanê ya li bajarên konteyniran re digirin. Êş û azaran careke din nîşanî me da ku li vî welatî li hemberî erdhejê plan û siyaseteke demdirêj tune ye. Li vî welatî li ser çawaniya veguhertina herêmên erdhejê çawa dikirin bibin qadên berjewendiyê polîtîka tên meşandin. Heta ku em hebin, em ê tu carî dev ji eşkerekirina van polîtîkayan bernedin û bi jin û zarokên di erdhejê de mexdûr bûne re hevgirtina xwe zêde bikin. Em ji rayedaran dipirsin: Ji bo mexdûriyeta piştî erdheja ku navenda wê Mereş bû pêk hat çareser bikin hûn li benda çi ne? Çima mirov hîn jî neçar in li bajarên konteynerê bijîn?  Çareserkirina van pirsgirêkan erka hikûmetê ye."
 
‘LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN ÊRIŞ HENE’
 
Halîde Turkoglu, anî ziman ku ew şerê li Rojhilata Navîn û Sûriyê ji nêz ve dişopînin û wiha berdewam kir: “Dixwazin nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Pêşketinên li Afganîstan, Lubnan, Ukrayna û herî dawî jî li Sûriyeyê nîşana vê yekê ne. Em weke jin geşedanên li Sûriyeyê bi rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê û derbasbûna desthilatdariyê ji HTŞ’ê re bi baldarî dişopînin. Ji ber ku em baş dizanin ku; Sîstemên serdest a mêr dixwaze nexşeyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Maf û destkeftiyên jinên ku di bin serweriya vê pargala dixwaze biguherîne de ne di hedefê de ne. Me ev yek di rejîma Talîban de dît.  Me li Iraq û Îranê dît. Îro jî em şahid in ku heman polîtîka ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ve jî tê xwestin bê meşandin.”
 
Bi domdarî Halîde Turkoglû wiha got: 
 
“Bi taybetî nûçeyên li ser êrişên li dijî gelê elewî yên li Sûriyeyê û şewitandina goran nîşana wê yekê ye ku ev fikar çiqas di cih de ne. Dîsa gahiyên raya giştî yên li ser revandin û qetilkirina akademîsyena jin a Elewî Reşa? Nasir El-Elî xeteriya li ser  rewşa jinan eşkere kir. Em tu zîhniyeteke ku çavên xwe ji van komkujiyan re bigire û bide kirin qebûl nakin. Li hemberî vê yekê ez dixwazim bibêjim ku bi baweriya me ya bi hevgirtina jinan em ê kêliyekê jî jinên Sûriye û Rojava û mezinkirina hevgirtinê dûr nekevin. Ger ku rêveberiyek bê avakirin, divê ev rêveberî hemû gelên Sûriyeyê, jin, ciwan û nasnameyan bigire nava xwe. Ger wiha nebe, ji dûbarekirina êşên berê wê tu encam dernekeve û diyar e ku ji kaosa hemû hikûmetên ku li van axan bi nêzîkatiya yekparêz tevdigerin, rizgarî jî nebe.
 
HEVGIRTINÊ MEZIN BIKIN
 
Civata Jinan a Zenûbiya di banga xwe ya ji bo hikûmeta demkî de bi awayekî zelal diyar kir ku ji bo vê çi divê bê kirin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, ti jin qebûl nake ku qatilên jinan, yên sûcê li dijî jinê dikin û yên ku êrişî nasnameya wan a zayendî dikin di mekanîzmaya rêveberiyê de bin. Serhildana jinên Sûriyeyî, jinên Rojava û Civaka Jinan a Zenûbiya li hemberî rêzgirtina kesên ku siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef qetil kirin jî serhildana me ye. Divê demildest dev ji vê biryarê berdin, banga Civaka Jinê ya Zennûbiya ji nedîtî ve bê. Divê kujerê Hevrîn Xelef bê darizandin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi vê bangê re hevgirtina bi jinên Sûriye û Rojava re mezin bikin.
 
ÊRIŞÊN SER BENDAVA TIŞRÎNÊ
 
Di dema ku nîqaşên rêveberiyê yên pêvajoya nû ya li Sûriyeyê dewam dikin, bomberdûman û êrişên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên paramîlîter ên SMO'yê yên ji aliyê hêza siyasî ve tên xwarin dewam dikin. Li vir bi êrişên hewayî yên li ser Bendava Tişrînê, li hemberî hiqûqa navneteweyî sûcê mirovahiyê tê kirin. Êrişên li ser Tişrînê, şerê ku hikûmetê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî vî şerî li ber xwe dan, ji ber ku bendavên xwe parastin, bûn hedefa êrişên hewayî yên hêzên siyasî. Nêzî 50 kes ji ber parastina xak û çavkaniya jiyana xwe hatin qetilkirin. Bi dehan kes birîndar bûn. Tevî vê yekê jî gel dest ji parastina bendavên xwe yên ku çavkaniya jiyanê ne, bernedan.
 
Em ji vê hikûmetê dipirsin; hûn ji gelê Rojava, jinên Rojava çi dixwazin? Mirov li dijî we qadên xwe yên jiyanê ku bi ked û bedelên mezin li ser hesabê canê xwe ava kirine, diparêzin. Dibêje, 'Dest nede axa min, jiyana nû ya ku min ava kiriye.' Dibêje 'Ez ji bo welatê we ne xeter im' û vê yekê bi hemû pêkanînên xwe nîşan dide.
 
DAXWAZÊN JINAN DIYAR IN
 
Daxwazên jinan û pêşniyarên çareseriyê diyar in. Meaşê herî kêm bi berçavgirtina berjewendiyên patron û sermayedaran nayê diyarkirin; Divê ji bo parastina berjewendiyên jin, kedkar û kedkaran û li gorî rastiya aborî ya welat bê diyarkirin. Divê keda lênêrînê tavilê were eşkerekirin û civakîkirin. Tayînên jinên ciwan ên zanîngehê yên ku nehatine tayînkirin divê demildest bên kirin. Divê mafên jinên ku dixwazin bi zilma Biryarnameya Hukmê Qanûnê bitirsînin, teslîm bibin. Divê qadên hilberînê yên ku dê aboriya jinê xurtir bikin, bên destekkirin. Divê pirsgirêkên malên jinên ciwan bên çareserkirin, polîtîkayên ku di perwerdehiyê de derfetên wekhev pêk tîne bên meşandin. Divê demildest rêziknameyên qanûnî yên ku jinên kedkarên malê karibin ji mafên xwe yên teqawîtbûnê sûd werbigirin, bên bicihanîn.
 
Ji bo van hemûyan şertê bingehîn misogerkirina aştiyê ye; ev tê wateya helwestgirtina ji bo aştiyê, ne şer.
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Binêrin, desthilatdariya siyasî ev 9 sal in bênavber desteserkirina vîna gel didomîne. Herî dawî ji bo Şaredariya me ya Sêrtê qeyûm hat tayînkirin. Wek mînakên berê, Hevşaredara me Sofya Alagaş jî bi awayekî bêhiqûqî, bi lez û bez û bi dosyayeke çêkirî ji wezîfeyê hat girtin. Her çend 9 sal in we vîna van gel û jinan kir hedef jî, jinan di her hilbijartinê de bi gotina 'Em di hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev de israr dikin' şaredariyên me radestî dagirkeran nekir. Sêrtî û jinên Sêrtî di her du hilbijartinên herêmî de ev yek bi awayekî vekirî îspat kirin.
 
Yên ku vê bêhiqûqiyê dikin û vîna jinan desteser dikin dê li pêşberî edaletê hesab bidin. Dema ku ew roj bên, dema dagirkeran wê bi vê şermê bên bibîranîn, em ê bi feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî yên azadiya jinê û bi prensîba hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev, jiyana nû ava bikin. Ji ber ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî ne fermana desteserkirin û talanê ye; li ser bingeha avakirina herêmî ye. Têgihiştina me ya rêveberiya herêmî li ser rawestana li gel gel û jinan, ne li ser avahiyên şaredariyan e. 
 
RÊYA AŞTIYÊ ZELAL E
 
Li aliyekê hûn ê vîna gelê Kurd û jinên Kurd desteser bikin, li aliyê din hûn ê bêjin aştî. Ji vê re dibêjin nesamîmî an jî hilweşîna çareseriyên ku hûn 100 sal in pêşniyar dikin. Ger bi rastî li vî welatî aştî pêk were, şert û mercên wê diyar in. Birêz Ocalan ku 26 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, di her du hevdîtinan de jî van şert û mercan bi awayekî zelal eşkere kir.
 
Hevdîtinên bi birêz Ocalan re jî ji bo me jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Perspektîfa wî ya çareseriyê di têkoşîna li dijî tundiya dewleta mêr de û di têkoşîna azadiya jinê ya li vî welatî de cihekî girîng digire. Ji ber ku ev perspektîf li ser esasê jiyana adil û wekhev a gelan, jinan, ziman, nasname û baweriyên cuda ye.
 
DIVÊ ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ YA HEVDÎTINAN HEBE 
 
Tecrîda li ser birêz Ocalan ku li dijî siyaseta şer nexşerêya aştiya bi rûmet pêşkêş kir îro jî berdewam dike, tecrîd rê li ber aştiyê venake. Helbet her du civînên ku hatine kirin ji bo me hêja ne, lê danîna çarçoveyeke yasayî ya van hevdîtinan ji her tiştî girîngtir e. Rêya bi destxistina vê jî rakirina tecrîdê bi hemû aliyên wê û misogerkirina şert û mercên xebatê yên Birêz Ocalan e. Ev gava yekem e li ser rêya aştiyê.
 
BIRYARA PINAR GULTEKÎNÊ BETAL BIKIN 
 
Cezayê muebbetê yê ku ji bo kujerê Pinar Gultekîn hatibû dayîn, ji aliyê daraza girêdayê vê hikûmetê ve hat betalkirin. Kiryarê ku ew qetil kir ji aliyê daraza vî welatî ve bi gotina 'provakasyoneke bêhiqûqî nebû' hat parastin. Divê ev biryara ku bi polîtîkayên bêcezakirinê hêzê dide sûcdaran û qetlîamên jinan rewa dike, divê demildest bê rakirin.
 
EM Ê RÊXISTINA XWE MEZINTIR BIKIN
 
Bi mezinkirina rêxistina xwe ya jinê em ê bi hev re deriyên jiyana azad û wekhev li vî welatî vekin. Bi rojan e em deng û gotinên xwe li qad, meydan, kuçe û panelan birêxistin dikin; Em tekezî li ser israra xwe ya ji bo aştiya bi rûmet dikin. Em ê bi vê biryar û baweriyê rêya xwe bidomînin.
 
Em ê bi xurtkirina hevgirtinê li dijî xizanî û bêkariyê li ber xwe bidin. Em ê li dora îradeya jinan li dijî siyaseta qeyûman bibin yek. Bi rakirina tecrîdê re em ê li dijî siyaseta şer aştiyeke bi rûmet bi hev re ava bikin. Û teqez em ê bi ser bikevin.”
 
 

Sernavên din

23/02/2025
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan