Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera erdhejê de axivî û got: “Ewqas welatiyan ji ber polîtîkaya rantê ya îktîdarê jiyana xwe ji dest dan. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Heyva Sor a Tirk jî kon firotin.” 

Bi boneya 2’yemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê ku bandor li 11 bajaran kiribû û li gorî daneyên fermî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl jî tev li bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglû, diyar kir ku tevî bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûne jî hêj binpêkirinên mafan û mexdûriyet didomin. Salmanoglû, destnîşan kir ku hêj jî bi milyonan kes nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin. Salmanoglû, got ku rayedar û mitehitên berpirsyariya wan di karesatê de heye nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye. 
 
'DEWLET JI BO KÊ HEYE?’
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Îktîdara ku ne mafê jiyanê û mafê hewînê lê polîtîkayên rantê esas digirt, bûye sedema mirina bi dehhezaran kesan.” Meral Daniş Beştaşê hinek serpêhatiyên di dema erdhejê de hatine jiyîn vegot û wiha domand: “Ev dewlet dewleta kê ye? Heke xizmetê ji gel re neke û li dijî mirina dehhezaran kesan tişta pêwîst neke wê demê ji bo çi heye? Kizilayê kon firotin û îktîdar li pey rantê ket. Heta ekîbên hilweşandinê jî ji alîgirên xwe hilbijart. Yek ji sûcên îktîdarê ew e ku hêj bi hezaran kes li Hatayê di konteyniran de di nava şertên li dijî rûmeta mirovahiyê de diîn. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Kizilayê jî kon firotin. Em ê bi gelê xwe re bin û têkoşîna me dê bidome.” 
 
Endamê MYK’a ÎHD’ê Hakki Demîr jî di raporan de hemû rastî bi zelalî derketine holê û banga piştevaniyê kir. 
 
EDENE
 
Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê û Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê jî li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû û gelek kes tev li bûn. Endama komeleyê Nilûfer Kokturk di daxuyaniyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê didomin. Gergerlîoglû jî kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku sedema karesatê, xemsariya îktîdarê bû. 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sozên hatin dayin nehatin bicihanîn, êş nehatin jibîrkirin” hate hilgirtin. Beşdaran gelek aran dirûşma “Em ji bîr nakin, hev helal nakin” berz kirin. Berdevkê platformê Kemal Goçmen di daxuyaniyê de got ku berpirsyarê karesatê îktîdar e û got: “Me ew êş ji bîr nekir û şîna me didome. Em bihêrs in. Ji ber ku rêvebirinên welêt çav û guhên xwe ji aqil, zanist, mantiq û hişyariyan girt û ev jî bû sedema mirina bi dehhezaran kesan.” 
 
ÊLIH 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar, pêkhateyên platformê, kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û gelek welatî tev li bûn. Pankarta “Ne erdhejê rant û xemsariyan kuşt” hate hilgirtin. Nûnerê Odeya Endezayarên Înşaetê ya Êlihê Şahîn Bavlî di daxuyaniyê de got ku bûyereke xwezayî ji ber xemsariya îktîdarê veguheriye karesateke mezin. 
 
Dîlber Yildiz a di erdhejê de kurê xwe û xizmên xwe winda kirî jî got: “Di şeva 5’ê Sibatê de me şîva xwe ya dawî xwar û cara dawî axivîn. Bêyî haya me ji erdhejê hebe me planên xwe yên roja din çêkirin. Me hîs kir ku dê tiştekî nebaş bibe û em bi şev raneketin. Piştre jî erdhej çêbû. Beton bi ser me de hatin xwarin. Roja herî dirêj bû. Qîrînên me di nava kavilan de winda bûn. Ne erdhej, terkexemî dikuje. Di roja 13’an a erdhejê de cenazeyê kurê min derxistin ji nav kavilan. Kekê min, birayê min di roja duyemîn de ez ji nav kavilan derxistim. Heke ne ji wan bûya ez niha nedijiyam. Ji bîr nekin ku em li herêma erdhejê ne. Ji kerema xwe tevdîrên xwe bigirin.” 
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne erdhej, terkexemî dikuje” hat hilgirtin. Engîn Işik li ser navê platformê axivî û got ku êşên wan hêj mîna roja ewil in. Işik, kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku ew ê piştgirî û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re mezin bikin. 
 

Sernavên din

22/02/2025
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin