Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e

img

COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê gotin û kiriyarên îktîdarê yên têkildarî nîqaşên ser çareseriyê rexne kirin û xwestin ku pêvajo zelal were meşandin. Dayikên Aştiyê gotin; “Rêya aştiyê, azadiya birêz Abdullah Ocalan e.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên dawî de bi gel re nîqaş bike, “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de duh li Gever a Colemêrgê bi gel re civîn hat lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên tev li civînê bûn, xwestin gavên şênber bên avêtin. 
 
HELWESTA ÎKTÎDARÊ REXNE KIR
 
Emîne Engudar, diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê dê bi xwe re ji bo gelan aştiyê bînin û wiha got: “Divê ev hevdîtin bidomin. Ev hevdîtin pir girîng in. Di çarçoveya hevdîtinan de hinek serdan hatin kirin. Me gava ewil avêt û dora gavavêtinê ya wan e. Divê baweriyê bidin me. Ji ber ku em ji wan bawer nakin û em mecbûr in bi hişyarî nêz bibin. Gotinên girîng hatine kirin û em jê bawerin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî êrişî Rojava dikin. Zarok, dayik û şanoger tên qetilkirin. Her cara qala aştiyê dikin qeyûman tayîn dikin. Ser re jî rojnamegeran digirin. Dema em li van dinihêrin jî bêbawerî çêdibe. Her kes qala aştiyê dike lê îktîdar hêj di şer de israr dike. Rêya aştiyê, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Heta tecrîd ranebe, kes nikare qala aştiyê bike. Birêz Ocalan kengî azad bibe, wê demê mirov dikare qala aştiyê bike. Ji ber ku Ocalan dikare aştiyê bike. Hemû dayik jî divê li gel aştî û azadiyê bin.” 
 
‘NIFTEYA AŞTIYÊ RÊBERTIYA ME YE’
 
Gulbeyaz Mihçi jî destnîşan kir ku weke Dayikên Aştiyê bi dehan sale ye tevî êş û eleman jî aştiyê diparêzin û wiha got: “Divê ev pêvajo baş were bikaranîn. Dixwazin pêvajoyê bidin destpêkirin lê hêj jî di şer de israr dikin. Abdullah Ocalan her tim li gel aştiyê bû û nifteya aştiyê di destê wî de ye. Lê îktîdar her carê lîstikekê dike û aştiyê têk dibe. Bi sala ye bi saya şer îktîdara xwe didomîne. Nifteya aştiyê di destê Rêbertiya me de ye. Aştiyeke birûmet her tim dikare were kirin. Divê hemû gel bi destê hev bigirin û lez bidin pêvajoyê. Meha Sibatê ji bo me meheke reş e. Dengekî aştiyê yê di vê mehê de ji bo me dê girîng be. Her çend baweriya me têk biribin jî ev meha Sibatê dikare veguhere ronahiyê. Lewma divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Divê îktîdar bêdeng nemîne û gavan biavêje. Em bang dikin ku her kes xwedî li van gavên ji bo aştiyê derkevin.” 
 
‘DIVÊ PÊVAJO ZELAL BE’
 
Saadet Dogma jî anî ziman ku ji ber hevdîtinên heyî bihêvî ne û wiha got: “Em li bendê ne ku îktîdar jî gavan biavêje. Li rexekî dibêjin aştî, li rexa din jî qirkirinên xwe didomînin. Daxwaza me aştiyeke birûmet û pêbawer e. Ji bo şerê bi sala ye didome bisekine, divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Divê ev pêvajo ne bi mijûlkirinê lê bi zelalî were meşandin.” 
 
‘BILA TECRÎD WERE RAKIRIN’
 
Gîşver Geylanî jî got ku ew ji felsefe û hêza Abdullah Ocalan bibawerin û wiha axivî: “Baweriya me hem bi gelê me hem jî bi Rêbertiya me tê. Bi vê baweriyê ev têkoşîn bi sala ye didome. Em dixwazin gavên şênber bên avêtin. Ji ewil jî divê tecrîd were rakirin.” 
 

Sernavên din

18/02/2025
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’