Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di hevdîtina bi gel re de axivî û got: “Heta ku pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya birêz Ocalan çareser nebe, ji bo me her der cihê têkoşîn û berxwedanê ye.” Hevseroka  Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Çareserî diyar e, deriyên Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan azad bibe.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku dê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajar tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, hevşaredarên DEM Partiyî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li bûn. 
 
Li eywana civînê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Deriyên Îmraliyê vekin, bila demokrasî û azadî derkevin pêş”, “Vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e”, “Heke di civakekê de ciwan saxlem bin, pêşeroja wê civakê jî saxlem dibe”, “Netewên ku neteweyên din dieciqînin, azad nabin”, “Li dijî şerê taybet jin, jiyan, azadî”, “Xwe birêxistin bike, îradeya çareseriyê xurt bike”, “Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin. 
 
Civîn, bi gerandina govendê dest pê kir û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, civîn bi pêşandana sînevîzyonê domiya. 
 
Piştre jî Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir axivîn. 
 
JINÊN HATIN QETILKIRIN NEHATIN JIBÎRKIRIN  
 
Ji ewil Ççîgdem Kiliçgun Uçar axivî û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîs a Fransayê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, got ku wan mîrasa têkoşînê ji jinan dewr girtine û ev tişt anî ziman: “Wan serî li ber înkarê netewandin û em jî heta gelê Kurd û birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘NE PLANA TÊKBIRINÊ LÊ GEL BI SER KET’ 
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Partiya me di nava salê de gelek xebatên cidî kir. Mijara me ya esasî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Em bi ser ketin. Bi roja ye li Tirkiyeyê nîqaş li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û paradîgmaya birêz Ocalan tên kirin. Ji bo pergala sedsalî biguhere, me bi hev re nîqaş kirin. Heke tecrîd îro rojev be, ev bi saya têkoşîna domdar a gelê me ye. Ev serkeftina gelê me ye. Di nexşerêya îktîdara heyî de tunekirina rastiya Kurd heye û îdia dikin ku dê gelê Kurd ji wan re serî bitewîne. Lê qonaxa em gihiştinê berbiçav e. Ne ‘Plana têkbirinê’ lê têkoşîna gelê me bi ser ket. Modêla li Rojava li me dinêre. Êrişên ser Rojava ji têkoşîna me cuda nînin. Heke nîqaşên jidil hebin, wê demê divê şert û mercên wekhev bên afirandin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de mexatabê esil birêz Ocalan e û divê azad bibe. Di salên 2013-15’ê de di nava mercên bisînor de, dema di tecrîdê de mimkin nebû nîqaşên adilane bên kirin. Divê aqilê dewletê, aqilê neçareseriyê biguhere. Çareserî diyar e. Gelê Kurd gelek bedel da. Birêz Ocalan li Îmraliyê li gel hêza  çareseriyê ye û em amade ne ku 24 saetan bixebitin.” 
 
DÊ BEXWEDAN BIDOME
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser çalakî û xwepêşandanên di sala 2024’an de kirine. Bayindir, wiha domand: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Em bejna xwe li ber têkoşîna gelê Kurd ditewînin. Tevî şertên zehmet jî di 2024’an de me dest bi hemleyê kir. Di dawiya 2024’an de nîqaş li ser peyamên Abdullah Ocalan tên kirin. Dixwazim balê bikişînim ser vê; Rêberê Gelê Kurd ji Omer Ocalan re got ku tecrîd didome. Ev ji bo me hişyarî ye, ev ji bo me sedema têkoşînê ye. Heta ku pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya birêz Ocalan neyê çareserkirin, ji bo me her cih cihê têkoşîn û berxwedanê ye. 
 
Bila serê tu hevalên me tevlihev nebe. Navnîşana me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bilî gotinên wî, tu qîmeta manîpulasyonên li ser televîzyonan tên kirin bo me nîne. Em ê di rêya birêz Ocalan, di rêya dayikên xwe de û di rêya ciwanên xwe yên qehreman de bin. Şert û mercên azadiya Kurdistanê çêbûne. Li Rojhilata Navîn welatparêzî derket holê. Weke kesên welatparêz em bang li hêzên Kurdistanê dikin; dê gelê Kurd destkeftiyên xwe, statûya û yekitiya xwe biparêze e. Dem dema yekitî, tifaq û hevdîtinan e. Dayikên Kurdistanê, gelê Kurd bi sala ye bi hesreta tifaqê dijî û em vê tifaqê ava bikin. Em êdî azad bibin. Têkoşîna me dê heta serkeftin û azadiyê bidome. An serkeftin, an serkeftin, an serkeftin...” 
 
Civîn, bi axaftinan didome. 
 
 

Sernavên din

14/01/2025
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake