KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 14:54 3 Çile 2025
  • |

STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê; di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatin qetilkirin û herî kêm 259 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), Federasyona Femînîstên Ciwan û Meclisên Jinan li Navenda Çandê ya Zûbeyde Ana ya li Beşîktaşa Stenbolê, têkildarî qetilkirina jinan û mirina bi guman a di sala 2024’an de civîneke çapemeniyê li dar xistin. 
Nûnera Meclisên Jinan a KCDP’ê Esîn Îzel Uysal ku di civînê de ewil axivî û got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a civakî kuştina jinan e. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe. Sala 2024'an bû sala ku herî zêde jin tê de hatin qetilkirin. Têkoşîna feminîstên ciwan li hemberî hemû nêrînên neyînî me zindî dihêle. Em hêvî dikin ku em ê di sala 2025'an de gavek din nêzî wekheviyê bibin."
 
394 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Piştre Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm axivî û diyar kir ku qetilkirina jinan ji aliyê mêran ve rastiyek e ku hewl tê dayîn bê paşguhkirin. Fîdan Ataselîm, wiha domand: “Em ê encamên derketina ji Peymana Stenbolê, pêkanîna polîtîkayên malbatê û nepêkanîna xala 6284’an parve bikin. Di sala 2024’an de 394 jin hatine qetilkirin û 259 jinan bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Me hişyarî da hikûmetê ku bi polîtîkayên malbatê wê zêdetir jin bên qetilkirin û ev encamêm wan polîtîkayan e. Jin tên kuştin û ev ne tesadufî e. Ji sedî 71'ê jinan di nava malbatê de û ji sedî 42 jî ji aliyê mêrên xwe ve hatine qetilkirin, hûn behsa parastina kîjan malbatê dikin? Ji sedî 57'ê jinan li malê hatine kuştin. Ger dewlet bixwaze ji bo rawestandina kuştina jinan bibe îrade, divê pêşî li çekdarkirina takekesî bigire."
 
‘EM Ê XWE BIRÊXISTIN BIKIN’ 
 
Fîdan Ataselîm, bal kişand ser 259 mirinên bi guman ên ku di bin navê "întîharê" de hewl tê dayîn bên veşartin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger, dadger û polîs nikarin wan wek întîxar bi nav bikin, her yek ji wan tê wateya jiyana zaroka jinê.  Em dipirsin ka çi hatiye serê Gulîstan, Narîn, Rojîn. Bila hikûmetên we yên bi vî rengî hilweşin. Dibêjin jin dê li malê bimîne, bibe dêya zarokan û bibe kevaniya malê. Kevanîbûn ji bo bêkarhîştîna jinan hatiye afirandin. Kevaniya malê kî ye? Jin dê nebin makîneyên we yên zayînê, lênêr û koleyên we. Me  6284 nivîsand û me got em ê pêk bînin û me dest bi seferberiyê kir. Dema ku em vê hewldanê dikin, dibin sedem ku kuştina jinan zêde bibe. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di sala 2022’an de 284, di sala 2023’an de 309, di sala 2024’an de jî 274 kuştinên jinan pêk hatîne. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, kuştin zêde dibin. Gotinên manîpulatîf ku dibêjin kuştina jinan kêm derew e. Lê em jî ne tenê tên kuştin, em xwe bi rêxistin jî dikin."
 
Ji Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kuştina jinan ne tesaduf e, ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tê. Hikûmet hêza xwe ji bo berjewendiyên mêran û li dijî jinan bi kar tîne. Îsal behsa polîtîkayên malbatê kirin. Hejmara jinên ku ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin zêde dibe. Ji sedî 75'ê jinan di nava malbatê de hatine kuştin. Di sala 2023'yan de hejmara zarokên keç ku ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin 5 bû, îsal jî 19 jin ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin. Tişta ku hat serê xuşka me Narînê, nîşan dide ku malbat ne cîhek baş in. Hikûmet neçar e ku bişopîne ka zarok li malê çi dijîn."
 
'EM ALA AZADIYÊ LI BA DIKIN’
 
Guneş Fadîme Akşahîn jî wiha got: “Wezaret li wargehan bernameya perwerdehiya beriya zewacê dide. Em ê bernameyên we yên perwerdehiyê û polîtîkayên malbatê pûç bikin û bavêjin. Derdê jinan ne zewac e û ne jî tenê xwedîderketina li zarokan e. Em nikfşekî xwedî perspektîfa wekhevîxwazin û ala azadiyê hildigirin. Bila rêya me vekirî û têkoşîna me her û her bijî."
 
BANGA XWEBIRÊXISTINKIRINÊ KIR 
 
Herî dawî Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalîncakoglû axivî û wiha got: “Em gelekî diêşin. Wezîrên ku dibêjin gelek zarokan bînin vana dibînin? Her sazî ji pêşeroja zarokan berpirsyar e. Li hemberî van hemûyan divê em têbikoşin ku her jin mafên xwe yên destûrî bizane pêşve bibîn. Divê em  Divê her yek ji me dengê xwe bilind bike û  jin li her derê xwe bi rêxistin bike. Divê em tu carî netirsin. Em ê bi rêxistinkirina jinan kuştina jinan rawestînin."
 

Sernavên din

18/01/2025
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê