DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin

  • rojane
  • 16:18 25 Kanûn 2024
  • |
img

SETNBOL - DFG, MKG û parastvanên mafan bang kirin ku 7 jê rojnameger 9 kesên di dema bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatin girtin, bên berdan. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî komkujî û girtina rojnamegeran ku zêde dibin li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana civînê pankarta "Em ê rojnamegeriyê biparêzin" hat daliqandin, wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û hatin girtin, hatin hilgirtin. Komaleya Jinê ya Demê, Jinên bi Hev re Hêzdar, Alinterî, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek rojnamevan beşdar bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Ezgî Çadirci ve hat xwendin.
 
Ezgî Çadirci bi bîr xist ku rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrişa bi balafirên bêmirov ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Ezgî Çadirci, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên weke binçavkirin, girtin, destdirêjî û astengiyên li hundirê welat û wiha got: "Hikûmeta ku êrişên Îsraîlê yên li ser rojnamevanên li Filistînê 'şermezar' dike, bi xwe rojnamevanan bi heman rêbazên ku Îsraîl bikar tînin, dike hedef."
 
‘HEDEFGIRTINA ROJNAMEGERAN SÛC E’
 
Ezgî Çadirci, diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad ji ber nûçeyên xwe ne tenê bi doz, girtin û binçavkirinê, bi qetilkirinê rê jî rûbirû dimînin û wiha bi lêv kir: "Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatine qetilkirin mînaka herî dawî ne. Divê rojnamegerên ku li herêmên pevçûnan raya giştî agahdar dikin hem ji aliyê hiqûqa navneteweyî, hem jî ji aliyê makezagon û zagonan ve bên parastin. Bi SÎHA'yê hedefgirtina rojnamegeran sûc e. Rojnamegerên ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikin jî bûn hedef. Hevalên me yên rojnameger li Stenbolê xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin bi îşkenceyê hatin binçavkirin û girtin."
 
LÊPIRSÎNÊN DERHEQÊ ROJNAMEGERAN DE HATIN VEKIRIN
 
Ezgî Çadirci, da zanîn ku der barê rojnameger Seyhan Avşar a ku bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da, nûçeya T24 a qetilkirina rojnamgeran û berteka Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat vekirin û wiha bi lêv kir: “Derbarê gotinên rojnameger Ozlem Gurses de lêpirsin hat destpêkirin û cezayê hefsa malê lê hat birîn. Lê çeteyên DAIŞ'ê yên di komkujiyê de cih girtine tên berdan. Wek 6 DAIŞ'î yên ku êrişê Balafirgeha Ataturkê kiribûn û di encamê de 45 kes hatibûn kuştin serbest hatin berdan. Her wiha 18 DAIŞ’î yê ku DAIŞ fînanse dikir jî serbest hatin berdan. Lê belê rojnameger tên girtin. Em dizanin ku tişta li vir tê hedefgirtin rastî ye. Ji ber ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji çavkaniyên sereke bûn ku raya giştî agahdar dikirin. Ji ber vê yekê bûn hedef. Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne. Hêza heqîqetê her tim bû kabûsa her desthilatdariyê. Ji ber vê yekê rojnameger dibin hedef."
 
Piştî daxuyaniyê gelek kes axivîn. Ji parêzerên OHD'ê Esra Kiliç ku ewil axivî wiha got: “Her kesên hatin binçavkirin rastî gelek binpêkirinên mafan ên wekî îşkence û gefan hatin. Em ê roja înê li dijî hemû îşkence û muameleya xerab serlêdana sûc bikin. Em ê pêvajoya hiqûqî jî bişopînin.
 
‘DIXWAZIN ROJNAMEGERAN JI QADAN DERXÎNIN’ 
 
Paşê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Di demên dawî de tundî û zextên darazê zêde bûne, dixwazin rojnamegeran ji qadan derxînin. Em bi gelek mînakên vê yekê re rû bi rû ne. Niha em dibînin ku her kes dikare were girtin. Em bi gelek binpêkirinan re rû bi rû ne. Tirkiye bi xwe jî destûra bingehîn binpê dike. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Astengkirina mafê raya giştî ya gihandina agahiyan û agadarnekirina wan ji rastiyan derbeyek li mafê  gel e. Pirsgirêka me ev e. Parastina rojnamegeran erka sereke ya her kesê ku azadiyê dixwaze ye. Ji ber vê yekê weke parêzvanên mafên mirovan em ê mafê raya giştî û hemû rojnamevanên ku rastiyan ji raya giştî re radigihînin biparêzin û ev berpirsyariyeke mirovî ye.”
 
'PÊNÛSA ÇAPEMENIYA AZAD TU CARAN NAKEVE’
 
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî got: “Ji bo ragihandina rastiya Rojava nûçe tên çêkirin. Ji bo dengê gelê Rojava bigihînin cîhanê dixebitin. Li dijî hemû derew û dezenformasyonên medyaya qesrê heqîqetê ji raya giştî re radigihînin. Ger aştiyeke bi rûmet ji bo gelên Tirkiyeyê pêk were, wê bi hêza Çapemeniya Azad ku heqîqetê radigihîne pêk were. Pênûsa Çapemeniya Azad tu carî nakeve. Em Nazim û Cîhan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Heqîqet nayêr veşartin." 
 
‘TÊKOŞÎN DÊ HER BIDOME’
 
Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan a ku herî dawî axivî, bal kişand ser van tiştan: “Ew dengê rastiyê bûn. Hewl didin dengê rastiyê qut bikin, lê hevalên wan hene ku pênûsa wan li erde nehêlin. Em bi dewleteke û sîstemeke ku kesên ne wekî xwe terorîst dibîne re rû bi rû ne. Aştî li vî welatî pêkan e, modela ku em hemû dixwazin e. Divê demildest rojnameger bên berdan. Têkoşîna wan wê ti carî bi dawî nebe.”
 
Civîna çapemeniyê bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.
 

Sernavên din

21/01/2025
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya