Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin

  • rojane
  • 16:41 21 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Di daxuyaniya li Rihayê ya ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin qetilkirin de hat diyarkirin ku rojnameger her tim bûne dengê heqîqetê û wiha hat gotin: “Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin, çi dibe bila bibe."

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Riha û navçeyên Riha, Komeleya  Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Kanûnê de hatin qetilkirin li Rihayê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de pankartên bi wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û hejmara îro ya rojnameya Yenî Yaşam hatin hilgirtin. Rojnameger Emrullah Acar metna çapemeniyê ya bi kurdî, Aktivîsta TJA’yê Edle Fîdan jî ya tirkî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin bi dehan sal e Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite, di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne, hemû metirsî û talûke hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: " Di vê lêgerînê de gelek hevalên me hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.
 
Zêdeyî 40 sal in tevî êrişên endam, kontra û çeteyan JÎTEM'ê jî dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku DAIŞ’ê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAIŞ’ê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamegeran de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞ'ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan. 
 
ROJNAMEGER DI HEDEFÊ DE NE
 
Yên ku herî zêde dibin hedefa şer bê şik rojnameger in. Do em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnameger hatine qetilkirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî bû dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ'ê, bû dengê jinên dîlgirtî û bi hesreta azadiyê. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li berxwe da. Lê mixabin kesên bû sedem DAIŞ êrişî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAIŞ'ê bûn, dema DAIŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariya êrişa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef.
 
LI SÛRIYEYÊ PLANÊN QIRÊJ
 
Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê belê Tirkiye dibêje kû ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Heke bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin.
 
Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku wek şandeyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurd xwe ji şerê herî qirêj dûr naxin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamegeran qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj eşkere dibin, bi awayekî hovane êriş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berd in, sûc dixin stûyê rojnamegeran. Lêbelê, berpirsiyariyên esas ên van planan çêdikêne.
 
XWESTIN HEQÎQETÊ RAGIHÎNIN
 
Nazim û Cîhanê xwestin bi xwe biçin qadên şer û raya giştî ji rewşê agahdar bikin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin.
 
Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrişan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir. 
Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad wê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.  

Sernavên din

20/01/2025
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt