Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin

  • rojane
  • 14:30 20 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de banga naskirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 8’an de didome. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî hati gel hev û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, "Rojava rûmeta me ye” û “Rojava dilê me, berxwedan karê me ye” berz kirin. Çalakvanan, pêşmalkên bi nivîsa “Na ji şer re”, “Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de stranên berxwedanê hatin gotin. Şandeya ji Mûşê hatibû jî piştgirî da çalakiyê. 
 
‘STATUYA ROJAVA NAS BIKIN’
 
Li cihê çalakiyê daxuyanî hate dayin. Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê yê Mûşê Kerem Çitalak di daxuyaniyê de wiha got: “Li Rojava polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em bang li her kesî dikin; destê xwe li ser Rojava bikişînin. Zarokên vî welatî ji bo azadiya xwe têkoşiyan. Statûya gelê Kurd nas bikin. Gelê Kurd gelekî aştîxwaz e. Ji Serhedê heta Botanê çavê hemû Kurdan li ser Rojava ye.” 
 
‘HER YEK JI ME DÊ MÎNA ÇAPEMENIYA AZAD TÊBIKOŞE’ 
 
Parlamenera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî anî ziman ku ew li dijî “dagirkerî” û şer nobetê digirin û got ku sînorên çêkirî dê nekiarin gel ji hev qut bikin. Oznûr Bartin, axaftina xwe wiha domand: “Li dijî pergala ku dibêje qey dê gelê Rojava û gelê vir ji hev qut bike, em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî şerê taybet mezintir bikin. Îro jî me agahiyeke pir biêş girt û du hevalên me yên bi sala ye li qadê li dijî polîtîkayên dagirkerî û tunekirinê ked didan, hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Ji bo vegotina heqîqetê her yek ji me dê mîna xebatkarên Çapemeniya Azad têbikoşin. Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê. Şoreşa Rojava, serfiraziya hezar salan e. Netewe dewleta otorîter bi zanebûn vê rêberiya demokratîk hedef digire. Lê bi saya têkoşîna hevpar a gelan dê ev zext bên têkbirin. Li dijî kesên hiqûqa mirovahî û gerdûnî binpê dikin, em banga hatine vê qadê li her kesî dikin. Bi bêdengiya xwe hûn piştgiriyê didin van tiştên diqewimin.” 
 
‘DÊ MAKÎNE Û PÊNÛSÊN WAN LI ERDÊ NEMÎNIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Îro jî Rojava bi SÎHA’yan tê bombebarankirin. Me, du hevalên xwe yên tevî zehmetiyan jî têdikoşiyan winda kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji roja li Rojava şer dest pê kirî heta niha geşedanên li wir bi me re û bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Lewma hedef hatin girtin. Dema DAIŞ ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Rojava dibû, Nazim bi pênûsa xwe nivîsand. Digotin ‘Tişrîn ket’ û hevala me Cîhanê derxist holê ku tiştekî wiha tune ye. Her du hevalên me jî rûyê rast ê dewleta tirk derxist holê. Lewma hedef hatin girtin. Lê belê bila bizanin ku dê tu caran nekarin rêya hevalên me bigirin. Ji ber ku hevalên me yên peyrewên wan dê makîne û pênûsa wan li erdê nehêlin. Em deyndarên hevalên xwe Cîhan û Nazim in. Em jî îro li vir soz didin wan; em ê xwe bigihînin dîroka li benda me û dê navên we bi tîpên zêrîn binivîsin.” 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

15/01/2025
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan